COLEMÊRG – Êrîşên ku dewleta Tirk ya dagirker bi hevkariya PDK’ê li Herêmên Parastina Medyayê daye destpêkirin, heya niha bi teknîkên herî giran û bi karanîna çekên kîmyawî berdewam dike. Lê belê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi îrade û rihê Apoyî derbeyên giran li dagirkeran didin.
Leşkerên dagirker û cerdevanên ku tevlî şerê li dijî gerîla dibin, her ku roj diçe hem aliyê pîskolojî û hem jî aliyê hêz de têk diçin û lawaz dibin. Li ser vê bingehê ji 2 malbatan re agahî hatiye ku 2 cerdevanên tevlî şer bibûn agahî ji wan nayê girtin. Ji cerdevan Kemal A. yê ji gundê Aşûtê û Huseyîn S. ê ji gundê Serêsipî yên navçeya Çelê ya Colemêrgê, ku di 29’ê Pûşperê de tevlî êrîşên dagirkeriyê yên li Zapê bûne, agahî ji wan nayên girtin. Malbatên cerdevanan hatine agahdarkirin ku her du cerdevan winda ne.