BERLÎN – Teko-JIN got; “Weke jinên ciwan yên Kurd ku li Ewropayê dijîn, li hemberî komploya li dijî tevahî gelê Kurd, bi taybet bi Rêber Apo, divê em xeta çalakiya heval Zîlan bişopînin. Heval Zîlan di sala 1996’an de li hember komploya li dijî Rêber Apo çalakiya xwe pêk anî. Ev roj weke rojekî ku navê xwe bi hebûn û îradeya azad bi navkirî di dîrokê de hate nivîsandin. Weke milîtana salekê bi çalakiya xwe nîşan da ku divê ji bo hemû ciwanan bi taybet jinên ciwan rêxistinbûyîneke çawa be. Ji ber vê yekê dijmin jî li ber vê îradeya mezin ji çalakiya şehîd Zîlan tirsiya. Heval Zîlan ku bi helwest, hêvî û kenê xwe mînak e, îro di nava her jineke ciwan de dijî. Divê her jineke ciwan di nava xwe de Heval Zîlan biafirîne. Hêrsbûn asta herî bilind a azadiyê ye. Ji bo vê em weke jinên ciwan ên li Berlînê dijîn ji bo bibin Zîlan derketin qadan.”
Ciwanên ku li Berlînê derketin ser dikê pankarta “Jin têdikoşin, jin jiyan dikin, em bi hev re li ser rêya Heval Zîlan bimeşin” û wêneyê Şehîd Zîlan daliqandin. Piştre bi fîşekên hewayî 30’ê Pûşperê hate pîroz kirin.