NAVENDA NÛÇEYAN –
Awyer Botan Nivîsandî..
Em di pêvajo û qanaxeke welê de ne, her kêlî dikare bibe sedemê destkeftiyên mezin û her kêlî dibe windabûneke mezin bi xwe re bîne. Têkoşîna tê kirin û berdêlên hatin dayîn û hê jî tê dayîn em bikin sedemê serketineke mezin û têkbirineke mezin a di serî de dewleta Tirk û hêzên mêtinger-komploger. Gelê Kurd heta gihana vê qonaxê bi deh hezaran şehîd da. Yek ji van pêngavan yên herî girîng ku qedara Kurdan guherand bê şik û guman destpêka şoreşê pêngava 15’ê Tebaxê gava yekem a şoreşa çekdarî û gava duyem Şoreşa Rojava û taybet pêvajoya Kobanê ye. Ev du qonax qonaxên herî hestyar û herî destkeftî bi dest xistiye.
Şoreşa Rojava ku 19’ê Tîrmeha 2011’an destpê kir ku em di wê mehê bi xwe de ne, bû mîladeke nû ji bo Tevgera Azadiya Kurd û gelê Kurd. Li ser esasê derfetê jiyaneke azad û gihana serketinê serîhildana gel ku li ser esasê xwe rêxistinkirin û têkoşînê careke din derket ser dika dîrokê. Em ê li vir pir qala wê qonaxê nekin, em ê zêdetir qala qonaxa piştî wê bikin û desketiyên bi xwe re anî. Dîsa çavnebariya PDK’ê ya li vê pêvajoyê bikin.
Roreşa Rojava piştî qonaxa yekem a serketinê, di nava şer û aloziyên mezin de xwe bi rêxistin kir. Şer û têkoşîn ne tenê ji bo xwe ji bo hemû pêkhateyan kir û hemû pêkhate li nava çerxa xwe girt, dîsa ji asta rêveberiyê bigire heta di hemû qadên jiyanê de li ser esasê netewa demokratîk, dest bi jiyaneke nû kir. Ji bo vê di demeke kin de karî hemû pêkhate li dorî xwe bigire û bibe yek ji kelhên saxlem ê li dijî her cûre êrîş û ambargoyên li ser herêmê, bikare li ber xwe bide. Ji xwe di berxwedana Kobanê de ku bû yek ji sembolên navdar ên mîna Stalingrad, kir ku berê hemû kesê vegere ser Rojava û berxwedana keç û xortên Kurdan, hemû pêkhateyên herêmê. Ji her derê hêzên şoreşger û enternasyonal berê xwe dan Rojava-Kobanê. Eger vê pêvajoyê Pêşmerge tevlî vê cengê nebûna, wê heta heta weke deqek reş li ser bimabûna. Dîsa ruheke netewî Kobanê dabû avakirin. Li ser vî esasî hêzên pêşmerge bi çekên giran cih di vê cengê de girt. Ev tiştek pir baş bû. nêzîkbûneke netewî û hêzeke yek dest a parastina xaka û rûmeta Kurd hatibû avakirin. Hêviyên mezin bi xwe re anî, bû sedemê ku gelek nakokiyên berê hatibûn jiyîn bên jibîrkirin û qonaxeke nû ya serketinê bi xwe re bîne.
Piştî rizgarkirina Kobanê û vegera pêşmergeyan her wiha Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi derfetên xwe û hinek alîkariyên deve karî rêveberiyek demokratîk û herêm li ser esasê rêzgirtin li pêkhate û civakên herêmî hate avakirin û dest bi rêxistineke xurtir kir. Her çû di nava şertên şer de xwe ava kir, modela xwe xurt kir, bû altarnatîf. Ji xwe diviya bû bibe altarnatîf, ji ber ku di avakirina Şoreşê de xwîna hemû ciwanên Kurd li wir tevlîhev bû. Ji bo wê bûyîna model û her kes xwe li vir bibîne, wê bibe sedemê ku her kes ber xwe bide yê. Wisa jî bû. Ji gelek deverên cîhanê kesayet, mirovên zana û rewşenbîran ji nêzîk ve Şoreş şopandin û heta ramanê ku rê li ber vê vekirî şopandin û xwestin binasin. Di vê çarçoveyê de çûn dîtin û gelek pirtûk û semîner li ser hatin dayîn. Encam Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojava ne tenê ji bo Kurdan heta ji bi cîhanê ji bo jinan û ji bo her kesê bû modeleke ya jiyanî. Li vir rola felsefe û ramanê avakarê vê Modela Neteweya Demokratîk Rêber Apo divê qet neyê bîrkirin. Şoreşa Rojava ji kevirê yekem û heta yê dawî hêz û felsefeya xwe ji Rêber Apo girt. Rêber Apo mîmarê vê şoreşê ye. Avakar û endazyarê vê yekê ye. Di nava ewqas krîzên aborî û jiyanî, li kêleka wê şerê DAÎŞ û êrîşên dewleta Tirk a dagiker a nava 11 salan a li ser Rojava, xwe ragirt û li ber xwe dide. Li aliyê din Başûrê Kurdistanê ku tevî salên dirêj bû berî êrîşa DAÎŞ’ê ya li ser di nava aramiyê de dijiya. Lê tevî vê aramiyê jî bi sîstema xwe ti demê ji krîz û aloziyan xilas nebû. Gel û ciwanên Başûr modela Şoreşa Rojava naskirin û diecibandin. Ev jî dikir ku PDK bitengijîne û helwest li ber nîşan bide.
Şoreşa Rojava bûbû model, êdî sîstema Başûr a jihevketî û li dor berjewendiyên hîzbî digeriya qîmeta xwe nemabû. Dîsa qada navneteweyî jî çavê wan li ser Rojava bû. Hem bi sîstema xwe û dîsa jî qadeke mezin a petrolê li bi destê Rêveberiya Xweser bû. Ev jî PDK’ê xiste nava dijberiyekê. Rojava ji bo hemû Kurdan modeleke mînak bû. Ev model bi xweşa PDK’ê nediçû. Ji ber ku li Rojava rêveber û karmend mîna hev in, ne xwedî mal, milk û qesr in. Şoreş ne dixizmeta kesî de ye, di xizmeta civakê de ye. Li başûr berovajî bû. Dîsa li aliyê din hevkariya bi dewleta Tirk re dike ku PDK ber bi dijminahiyeke Şoreşa Rojava ve kaş kir. PDK’ê nekarî xwe ji vê rizgar bike, dîsa jî nedixwest ev model li Başûr pêş bike. Her ku ev model pêş ket, PDK’ê zêdetir dijminahî kir. Dem dem deriyê sînor girtin, dem dem ambargoyên cuda li ser danî. Bi temamî xwest bandora Şoreşa Rojava li Başûr neke. Ji ber ku dizane ku ev model bê nasîn wê temamî gel xwe ji wan vekişîne. Ji bo wê bi medya xwe û şerê taybet ê Tirk ketin ber propagandaya reşkirina Şoraş Rojava. Geh hat şehîdên Şoreşê ji nedîtî ve hatin û biçûk xistin. Geh hat di mijara hevkariya bi dewleta Tirk re deriyên sînor û ambargo danî ser. PDK bi hêzên xwe yên peremilîter ku ji dahata civakê wan xwedî dike û bi destê dewleta Tirk a dagiker ew perwerde kirin, bi kolandina xendek û danîna qereqolên nû yên li ser sînor xwestin Şoreşa Rojava bi fetisînin û di her êrîşekê de ji Başûr û derdorê din kes bi hewara wan neçe. Her wiha rê nayê dayîna ku gelek kesên enternasyonalîst serdan Şoreşa Rojava bikin û wê modelê binasin. Ev hemû jî ji bo nixûmandina rastiya Şoreşa Rojava û dîsa dijminahiya li wê ye. Bi kurt û Kurmancî PDK naxwaze Şoreşa Rojava pêş bikeve û bi modela xwe civakê bikişîne xwe.
PDK ji vê modelê ditirse ku cihê wê bigire. Li şûna wan bibe alternatîf. Di demekê de ku ewqas krîz û alozî hene, PDK nikare çareseriyê peyda bike. Berovajî vê li Rojavayê Kurdistanê 11 sal in rojek bê şer derbas nebûye, bi vê rêbaza model û sîstemê di nava şer de xwe rêxistin dike û li ser wê re jî parastina xaka Rojava dike. Yek ji xaleke din, ew e ku bala hemû cîhanê li ser re, bi deh hezaran çeteyên DAÎŞ’ê û malbatên wan mîna bombeyek pîm kişandî, li nava xaka wê ye, hem xwe rêxistin dike û hem jî ji bo çareseriyê li gel welatên Ewropa di nava xebatek xurt a dîplomasî de ye. Bi pêşketina Şoreşa Rojava re yek ji xala din ku PDK jê ditirse, xebatên dîplomasî û nasîna Şoreşa Rojava ya li qada navneteweyî ye. Rêveberên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dîsa di qada leşkerî de jî li Ewropa di nava peywendiyên xurt de ne. Di van peywendiyan de zêdetir model û Şoreşa Rojava tê nasîn. PDK yek ji xala jê ditirsiya û tim xwe weke nûnerê Kurdan didît, êdî ji vê yekê dakeve û hêzên navneteweyî zêdetir rastiyê bibîne. Her diçe rola PDK’ê ya li ser esasê berjewendiyan a li qada navneteweyî jî kêm dibe. Ev yek jî dibe sedemê PDK rêgirî û astengiyan ji bo şoreşê derxîne. PDK dikare van hemû kompleksên xwe bide alî dikar e, bi Rêveberiya Xweser re û hêzên Kurdî re baştir xwe rêk bixe û parastina hemû nirxên Kurdan bike. Destê xwe ji dijminahiyê berde, hevkariya dagiker û qirkeran neke, dest bide destê hêzên Kurd, wê encam pir baştir bibe. Lê ku vê neke, wê aqûbeta wan ji ya dagikeran ne zêdetir cuda be. Ji bo wê ya herî baş divê destê xwe ji vê bikişîne, li xwe vegere.