NAVENDA NÛÇEYAN – Înîsiyatîfa Zarokên Agir derbarê çalakiyên xwe ya meha Pûşperê de daxuyaniyeke nivîskî da û bîlançoya şewatên ku kirine eşkere kir.
Însiyatîfê di daxuyaniyê xwe de wiha got; “Em wek tevgera sedsalê ya tolhildanê Înîsiyatîfa Zarokên Agir dibejin ku, emê ji rejîma faşîst a Tirk û hevkarên wî hesab pirsîna xwe dewam bikin. Berpirsên mêtingeriyê yên roja îro Erdogan, Soysûz û şopînerên wan emê bi agir û şewatandinê tola xwe ya dîrokî bistînin.”
Her wiha domand û got; “Emê li hewa, li bejahî, li behrê, li malê, li kolanan, li fabrikayan û qadên geştiyariyê; tevgera tolhildanê yê ku di serdemên dîrokê de nehatiye dîtin, ji we faşîstan, zarokên we û ji neviyên we hesab bipirsin.”
BÎLANÇOYA MEHA PÛŞBERÊ YA KU HATÎ EŞKERE KIRIN WIHA YE;
Erebe-Kamyon-Tir:34
Mekteb: 1
Fabrîqa: 1
Antrepo: 1
Avahiya Dîrokî: 1
Lastîkên Erebe: 20
Bi Giştî; 38 Cih hat şewitandin û zerar gihîştiyê, û 20 Lastîkên Erebe hat teqandin.