NAVENDA NÛÇEYAN –
Dema hinek kes dibêjin; ‘Kato’ lanet dixwînin, hinek jî biçûk dibînin. Hinek kes di wateya mivret de dibêjin “Katu”, hinek kes jî bi axînên kûr û bêrikirinên dûr dibêjin “Ka tu?” Kato bi meyzekirinekî biçûk derdora xwe meyze dike. Lewra wê Kato wan qet ne bexşîne. Katoya asî xwedî heybetekî veşartî ye. Kato rûxmê bi sekna xwe ya ku rê nade hemêza xwe ji kesên ku jê hezdikin bi heskirin vedike û benda me ye. Navê Kato yê din jî çiyayên birek e. Çiyayên Kato weke dîwarên hilweşandî ya jî ser bendan ve diçe ye. Newalên ku ji hev teng û kûr in digihije hev, lê belê cardin weke dîwarekî ku di pêş de cardin digihije hev. Bi bilindahiya xwe rêya xwe berdewam dike. Bi taybetî jî dema mirov ji Bakur ango ji zozanan meyze dike xwedî dîmenekî wisane ku ji bo mirov bibêje; ‘çiya ye’ hezar şahîd pêwîst e. Mirov di destpêkê de ji zinar, cih bi cih daketin, hilkişandin û tepeyên zivronek zêdetir ti tişt nabîne. Di piştê van dîmenan de gelek evînî, xweşîkbûn, nepenî û jiyan heye. Dema mirov van deran dibîne dixwaze qîr bike û bibêje; “ka tu?”
Sîlsîleya ku ji Colemergê berdewam dike û ber bi Rojava ve diçe bi Kato Qawale, Kato Marînos, Kato Jîrka û bi Kato Xelîla berdewam dike.
Bakurê Katoyan ji zozanên bilind ava dibe û weke nîv plato xwiya dike. Kato ji aliyê Bakur de heya navtenga wê bi zozanan hatiye dorpêç kirin. Zozanê wê yê herî navûdeng fireh û şîn Feraşîn e. Feraşîn dikeve di aliyê Bakurê Kato Marînos û di keve aliyê Beytûşebap yê Bakurê Rojhilat de. Zozanên ku di her aliyê wê de çavkaniyên avê diherike, çîmenên kesk yên ku weke xalîçe li her derê axê dorpêç kirine û her der bi merg hatine xemilandin. Ev zozanên ku tijî bêrikirin û bayê ku di van zozanan de tê û bi keskahiya xwe re mirovan dikşîne xwe.
Başûrê Katoyan bi newalê kûr tên dorpêç kirin. Di Başûrê Katoyan de, hin girê bilind yên asê ji nû de bilind dibe, hin cihên wê jî her ku di çe berfireh dibe û araziyekî wê yê carna dûz ya jî pêldar dibe heye.
Kato Jîrka, tam li hemberê Beytûşebap e. Bi destpêkirina wê jî bi erdekî ewraz û her ku diçe bilind dibe destpê dike û heya Korqendîlê dirêj dibe. Di aliyêdin de jî berê xwe dide Bakurê Rojava û rêya xwe berdewam dike. Bi Kato Xelîlan re berbi Başûrê Rojava de berê xwe dide çiyayê Hereqolê û dirêj dibe.
Her cihê Katoyan rê na de ku mirov derbas bibe. Cih û rêyên wê yên aşkere hene. Kesên ku van rêyana nezane bi seatan jî bigere nikare rêyekî derketinê bibîne. Zinarên Kato yê Bakur di hinek aliyan de rê dide, lê ji aliyê Başûr ev ne gengaz e. Di hin cihan de sekna wê bi heybet, bilind, asê û serbilind weke ku wê serê wê li asîmanan bikeve xwiya dike. Hin cihên wê jî ji ber ku zinarên bi rîşî rêz bûne dema mirov ji Başûr meyze dike jorên Katoyan xwiya nake.
Deriyên wê yên berbi Rojavayê Rojhilat ve diçe jî wiha ne; Deriyê Helizê, Deriyê Baqê, Deriyê Garê, Deriyê Beranan, Deriyê Şekakok (Deriyê Keran), Deriyê Zerbîl (Deriyê Mala), Deriyê Keve(Kenîkeve) û Deriyê Sedkare ne . Ne gengaze ku di van deriyan de hêstir jî derbas bibe. Ya herî rehet ji bo ku mirov van deriyan derbas bibe Katoyan qut bike hin rehetir e. Ger van deriyana neyê bikaranîn ew dem wê mecbûr bimîne ku rêyên zehmet werebikaranîn.
Ji dirêjahiya Katoyan re tu nikarî tiştek bibêjî, lê belê kêm cihên wê hene ku firehbûna wê yek kîlometre derbas nake. Dema mirov ji Bakur de li zozanên wê meyze dike di gelek cihên wê de zinarên dûz yên ku mirov dibêje qey hatiye reşandin û raxistin xwiya dike. Dûrbûna wê weke ku mirov serde baz bide wê di çend hûrdeman de bigihije lûtkeya wê xwiya dike. Çiyayê volkanîk bi girêdayî madeyî hûndirê wê de di encamê hezar salan de guhertinên daye çêkirin her çûye heliyaye û Kato veguherandiye weke qopekî. Avahiyekî ku ji korîdoran, kuçên ku rê nade, çalên ku dişibin labîrenta, kûr û kendal derketine holê. Bi taybetî jî çalên ku di kûrahiya erdê de dişibin bîran ti carî di wan de berfên kom bûne xilas nabe. Di Kato de kanî pir kêm in. Kaniyên hene jî avzêyên berfê ne. Piranîn dema ku berf disekine û li ber rojê tê helandin ew dem av tê der xistin. Giyayê Katoyan dema kesk an ji şil be biqasê sabûna şemitokî ye. Bi giştî qiraxên çalê bilind e û di navenda wan de jî bîrên bêbinî hene. Gava mirov di van deran re derbas dibe her tim di hûndirê mirovan de yek kes dibêje; “eman şiyar tevbigere!” Zinarên wê hişk û sexlem, piranîna kevirên wê jî weke kêrekî tuj û zivr e. Dema mirov bi mekap lingê xwe datine ser, weke ku pêve dimîne û digre. Zinar û kendalên weke kêrê tuj di her aliyan de cilan diqetine. Bi demê re çil dikevin rewşek wisa ku her der dibe pîne.
Dema mirov ji Kato Jîrka li aliyê Bakur di meyzîne ava Masîro yê ku erdê Şax û Beytûşebap dixe du beş, ji aliyê Suxur Paşa de tê û tevlê çemê Botanê dibe. Di heman demê de Masîro navê herêmêkê ye. Konferansa Textê Reş yê ku di têkoşîna me de navê wê gelek derbas dibe li vir pêk hatiye. Avahiya erdê wê tazî ye û avên ku ji bilindahiyê diherike di qontaran de ax ne hêlaye. Di her aliyê wê de zinarên ku reş bûne û cihê çemê kûr û teng heye. Kêleka avê bi darên bî hatine dorpêç kirin. Di werzê biharê de di her deran de rêvaz weke axê derdikeve û erdnîgariya wir dorpêç dike. Ev der warê kîso û kewan e. Dema mirov dimeşe û li ber mirovan de kêvroşk derbas dibe ew dem mirov jî dixwaze bibe tajî û bi kêvroşk re serûvenekî destpê dike. Kêvroşk carna direve, carna disekine, carnan jî winda dibe. Ger ku mirov ne nêçîrvanek xurt be ew dem mirov ti carî nikare bigre û bîne. Di vê rewşê de weke ku kêvroş laqirdiyên xwe mirovan bike.
Gava ku mirov jI deriyê Beranan yê Kato Jîrka ve palên Başûr meyze dike ew dem golên biçûk û yê mezin yên ku hatine reşandin xwiya dike. Gola herî nêz û herî mezin, yê nêzî gir û di Rojhilat de gola Xatun e. Golekî din yê qandî gola Xatun mezin û berbi Rojava de kêmekî ji jêrde golek din jî tê dîtin. Ji derveyî van golana gelek golên biçûk lê kûr jî hene. Gelek werdekên kuvî, mirîşkên avê û çûkên cûr be cûr tên ser van golana melevanê dikin û difirin. Avên van golana weke ku tevahî şînbûna deryayê diherikîne nava xwe. Berfa Kato ya dihelê, dikeve nava avên qontarên Kato û nava avên ku her çiqasî sar jî be lê mirov ji tama wê têr nabe.
Neqşê Kato yê herî xweşik darê wê yê Qaçê ne. Di hin cihê Kurdistanê de ji vê darê re “Merg” tê gotin. Ev darana di nava zinarekî zûha de havîn û zivistanê kesk dimînin û bi hezar salan di nava zinarê de jiyan kirinê serxistine. Jiyana ku bi zinaran ve neyê jê kirin diherikînin di nava reyên xwe de. Dara Qaçê yê ku şahidiyê ji salên dirêj re kiriye û zehmetiyên ku ji bo jiyan kirinê kîşandiye rûyê zanistiyê lê daye qezenç kirin. Gava mirov di bin germa Tebaxê de ber gewdeyê dara Qaçê yê hênik dirûne û li lûtkeyên Kela Memê temaşe dike rûyê zanistiyê diherike nava dilê mirovan. Kî dizane dibe ku mirovan dibe kîjan bîranînên xwe yên raborî û ya jî kîjan xeyalên xwe yên pêşerojê. Li hember vê dîmenê mirov kendalan guhdar nake û pir dûr diçe.
Her çiqasî havînên Kato germ be jî lê şêvên wê weke qeşayê sar e. Di seatên rojê de ger mirov ber rojê birûne dişewite, gava diçe di bin sihê de jî diqerise. Li Kato ji baran zêdetir berf dibare. Bahozekî ji payîzê destpêdike heya biharê xwe raberê gerîla dike. Ba ji zozanan û palên Başûr de berfê hêdî hêdî dimale û tîne dixe qeliştokên kûr yê Kato. Di çal û kunên wê de kom dibe. Kunên pêncî metre û çalên mezin tijî dibe. Cihên ku mirov ji berê de tirs, pir hişyar û bi heycan tê de dimeşe êdî tu bi bez tê de derbas dibî. Helandina berfê û kenê biharê yê yekemîn berbi Gulanê ve destbê dike. Giya her cihê tov dide lê Kato nû bi nû zîl dide. Ji ber ku stûr bûna berfê deh metre ye. Ji bo wê dereng dihele. Bi germ bûna zinaran re di bin keviyê berfê û zinaran de cûr be cûr çîçek vedibin. Bi dilşikestina dereng mayînê re giya di bin erdê de bidest mezin bûnê dike. Di Katoyan de dîmenên herî awarte jî di aliyekî de bilindbûna keviyên berfê yên deh metre ye. Di aliyê din de giyayên ber bi zerbûnê ve diçin hene û li aliyekî jî çîçekên nû zîl didin û giya hene.
Kato Jîrka navê xwe ji eşîra Jîrka digre. Di Bakurê wê de deştên bi berhem heye û di Başûrê wê de jî gundên avabûyî hene. Di Rojhilatê wê de gundên bi navê; Çemanê, Melîse, Kesiyaniş, Çemheskê, Kîtêr, Zerbîl û gundê Şekalak cihê xwe digre. Di navbera Kato û Kela Memê de çavkaniya deşta ku çemê Hêzil tê de diherike gundên ku hatine vala kirin weke; Pîtanê, Şabekir û Mehrê(gundê Xiristiyana ne) heye. Gundê di qontarên Besta de û hin di Rojavayê wê de cih bûne weke, Zorava, Xinzirokê, Geba û Kela Axîr (van gundana hatine valakirin) hene. Gundê Kutnîs û Kêketke dikevin aliyê Bakur. Di herêmê Kutnîs Masîro de gundê Kerkete heye ev gund di Bakurê Warê Kurda de hatiye ava kirin. Hin jêrdetir jî gundên bi navê Mûdîr, Arap û Hawşaber heye. Ev gundana di demên şer de hatine vala kirin. Di pişt Deriyê Qaçê de avek diherike ev av teşe dide erdê û dûvre jî dikeve bin erdê. Ji wê qadê re Meydan Casusê tê gotin.
Ji Îskender heya niha ev çiyayana bûye dîka şerên pir dijwar. Çeperên tîr kevanan yên ku ji zinaran hatiye hûnandin ji wê rojê heya niha di qontarên çiya de hêna hene. Di van qontaran de şerên bi xwîn ti carî ne qediyaye. Xwîndariyên ku di navbera Eşîretan de, di baskên Eşîretan de û di navbera malbatan de her tim berdewam dike û kuştina zilaman li van deran her tim tê jiyan kirin. Yek ji van bûyeran jî, deştê ku bi navê Meydan Kolî ya ku mirov dikare bike cihê mezelekî mezin sîh û şeş kes hatine kuştin û şahîdên vê bûyerê hêna jiyan dikin.
Li Merkitkê axayekî eşîra Jîrkî di aliyê leşkeran ve tê kuştin, di encamê vê bûye rê de di navbera leşker û gundiyan de pevçûn çêdibe û di pêvçûnê de heft esker tên kuştin. Tahîr Adiyaman dibe axayê eşîretê û derdikeve li serê çiya. Dîroka jandariya Kurda, Kato dike stargeha qaçaxçiya, nîjdevan û cihê kesên xwîndarên hev in.
Di salên 84–85’an de rêheval Egîd derbasî herêma Beytûşeb bûye. Gelê herêmê her tim bi kuştin, şer, tepisandin û mirinê re rû bi rû dimînin. Di heman demê de xwedî avahiyek wisane ku çanda eşîret pir hişk tê jiyan kirin, asî û nayên venerînê, lê belê çand, ziman û kevneşopiyên xwe diparêzin. Gelê herêmê pir zû pîştgirî daye têkoşînê û têkiliyên di navbera gel û gerîla de di demekî pir kin de belav bûye. Dewlet bi şertê ku gel bike cerdevan û li hember PKK bide şer kirin bi axayê eşîreta Jirkî ya ku qaçaxe zagonê ye Tahîr Adiyaman re hevdîtin çêdikin û bi şertê ku Tahîr Adiyaman bibe cerdevan dibexşînin. Di vê pêvajoyê de bingehê çeteyên çaran yê ji lingê wan Hogir li ser gel komkujiya pêktîne û pratîkên ruxandinê pêş dixe. Ev jî rê li pêşiya hin zêdetir cerdevan pêş bikevin vedike. Pêvçûnên ku di navbera cerdevan û gerîla de pêşdikeve bi dehan gerîlayên ku zarokên heman gelê ne û cerdevan jiyana xwe dest didin.
Li Kato di navbera gerîlayên me û hêzên artêşa Tirk yê ku ji cerdevanan piştevanî girtine de pevçûnên pir mezin hatiye jiyan kirin. Di Katoyan de gerîla ti carî rê ne daye neyaran. Di salên 97’an de li aliyê Kato yê herî bilind yê ku berê xwe dide Beytûşeşbap li ser zinarê herî bilind ala PKK hatiye çikandin. Êrişên bi deh hezar leşker û cerdevanan bi piştgiriya teknîka wan jî her tim hatine şkandin. Û her car jî bi windahiyên giran paşde vegeriyane. Artêşa Tirk li hember wan windahiyên xwe û bê çaretiya xwe çareseriyê bi girtina tevahî Katoyan de dibîni. Ji bo bîranîna rêheval Hamza ku li Cudî di encamê çeka kîmyewî de şehîd ketiye operasyona şoreşgerî ya Şehîd Hamza destpê dike. Di encama vê operasyonê de gelek windahiyên neyar çêbûye. Neyar di encamê ewqasî windahiyên xwe yên giran de fêr bûye ku Kato ji derveyê gerîla nabe warê ti kesî. Dijmin mecbûr dimîne Kato berde. Ji ber ku di vê herêmê de pir zehmetî jiyan dike Meydan Kolî ya ku dikeve li hember Beytûşebap bi navê ‘Girê Kevir’ xistine di bin serwertiya xwe de.
Di hûndirê Kato de parastina hêza êrişê pir zêde bi bandor nabe. Di tevahiya Kato korîdor, kun, cihên ku mirov nikare jê derbikeve, çal û zinarên ku li ser hev ne serwer in ava dibe. Gerîlayê ku erdekî weke vê pir bi pisporî bikartîne zû bi zû nabe hedefên teknîka neyar. Di her deran de çeperên xwezayî û cihê parastinê hene. Erdê Kato ji bo pevçûnên di nava hev de pir baş e ji bo wê pevçûn bi giştî weke şerê yek bi yek derbas dibe.
Di Katoyan de her der li ser hev ve diçe. Weke zinarek dişibe zinara din, her çalek dişibe çala din û her korîdor dişibe ya din. Bi taybet jî dema şêv rê were winda kirin her der dibe dojeh. Ji bo wê beriya her tiştî pêwîst e mirov ji Katoyan hez bike. Pêwîst e mirov wateyê xêzikên rûyê wê û wateyê her xêzîkê bizanibe. Her zinarek û ji cihên derbas bûye bizani be. Di heman demê de pêdivî heye ku mirov li ku meyze bike, hilkişe li ser kîjan cihê, li ser kîjan cihê re xwe bavêje weke kefa destê xwe bizanibe. Ger ne wisa be Kato nabe dostê mirovan û hembêza xwe jêre venake. Kato her tim bûye cihê kesên ku jê hez dike û pêre bûye yek. Gelek kes hatiye û derbas bûye, di dawî de Kato û kesên ku li ser dilê wê razane mane.
Ev çiyana ji Îskender û gelê din re lanet xwendiye. Pêwîst e mirov nexşên êş, lehengtî, berxwedanî, eşq û yê îxanetkaran bikaribe bixwîne. Ji bo ku mirov di Katoyan de bimîne pêwîst e mirov ji her labîrentê derbas bibe, di her dehlîzan de xwe veşêre. Avê ku di seqemê de dibe qeşa, di meha Tîrmehê de ji keleka keviyan de mêşên ku dadikevin li ser çîçekan dîtin û zindiyên ku di bahozê de cihekî germ û zûha digerin fêm kirin gelek girîng e. Ji bo ku mirov Katoyan fêm bike pêwîst e mirov di ferqa ev bûyerên xwezayê de bin. Carna pêdivî heye ku mirov bibe romanekî zindî ji bo ku zinarên bi roketan perçe perçe dibin vebêje û bîne ziman. Carna pêdivî heye ku mirov di Deryê Qaçê de ya ku bi lêdanê darê Qaçê ya temenê wê hezar salî ye Kela Memê, kûrbunên Besta, Pîro û Herekol temaşe bike.
Mirov bibe eşqiya yê beriya hezar salan û xwe bavêje hembêza Kato, mirov bibe gerîla û kevirên risasî bi xwîna xwe av bide. Mirov bibe giyan, bibe rehên jiyanê, bibe Zinarîn, Seyfî û Agirî…
Ji bo wê mirov bibe helbestek, stranek, bibe qîrek, ji bo wê mirov bibe lorîn û bi kenekî tijî yê ku kezeba mirov diçirîne û mirov bibe qêrînek û bibêjî…
Ka tu ey azadî?…