NAVENDA NÛÇEYAN – Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 15’ê Reşemiya 1999’an de, di encama komployeke navnetewî de dîl hate girtin. Ji wê demê heya roja îro li grava Îmraliyê di bin şert û mercên giran ya tecrîdê de têkoşîneke bê hempa dide meşandin.
Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di sala 1979’an de, dema ku derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe, destpêkê diçe gundê Pelûrê ya ku 5km dikeve Rojavayê bajarê Kobanê. Dema ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li wê derê dimîne, civaka derdora xwe hemû bi rêxistin dike. Ji ber vê jî Kobanê di dîroka gelê Kurd û Kurdistanê de bûye yek ji cihên herî girîng û bi nirx. Ji Kobanê ya li ser wî bingehî xwe rêxistin kirî û di dema êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de bi hêza xwe ya îradî navê Keleha Berxwedanê lê hatî kirin, dest bi kar û xebatên rêxistinî dike.
Di 20 salên xebata ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di Sûriyê de dayî meşandin ji bo hemû xebatan perwerde û zanakirina civakê esas digre. Li ser wê civaka ji her tiştî bêpar hatî hiştin û dibin pencên qirkirinê de dinaliya ji nû de ji xewa mirinê şiyar kir û bi sebrek mezin ew bi perwerdê sererast kir.
Ew xebata Rêberê Gelan Abdullah Ocalan jî îro ne tenê gelê Kobanê bi tevahî gelê Rojavayê Kurdistanê, dikarin li hemberî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê şerek bê hempa bidin meşandin. Komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatî meşandin 23 salan li peyî xwe dihêle û derbasî sala 24`an dibe. Di vê çarçoveyê de ajansa me nêrîn û nirxandina malbat û dayîkên ku bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re mane girt. Yek ji dayîkên ku destpêkê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dîtî Emîne Eloş e. Emîne Eloş diyar kir ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji bo azadiya gelê Kurd sozek da û îro ji bo pêkanîna vê sozê 50’ê salin bê navber têkoşîn dike.
‘KESAYETA RÊBER APO KESAYETEKÎ JI YÊN DERDOR CUDA BÛ’
Emîne Eloş destpêkê behsa naskirina xwe ya bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re kir û wiha domand; “Navê min Emîne Eloşe, ez ji bajarê Kobanê me û keça Kobanê bi xwe me. Serokatî di sala 1979’an de hat, di meha 10’an de bû. Berê pismamekî bavê min hebû, diçû û dihat mala me, lê me tu carî jî fêm nekir çima ew wisa ewqas diçe û tê. Piştre rojekê me dît hatiye gel me û komek heval bi xwe re anîn, me wê demê fêm kir ku ev PKK’ê ne, me dît behsa doza Kurd dikin. Piştî wê demekê me dît ku Serokatî jî hat, lê em hîn nizanin ew Serokatiye, di nava komekî hevalan de bû, tenê her dihat gel birayê min. Dema dihat hewşa me em li aliyekî bûn û birayê min ew li aliyekî bû, her diçû gel wan û nîqaş dikirin. Dema ku Serokatî diçû hundir pir bi rêz bû, çixareya xwe hertim vedmirand, me hertim digot ev hevalekî pir xwedî giraniye, lê em nizanîbû ku ew kî ye. Demekê çû Helebê li Helebê jî çû mala xwûşika min, li mala xwûşika min 10 rojan ma û piştre jî çû Şamê mala birayê min şehîd Omer. Bi vê rengî li wê derê êdî hereketê jî destpêkir, piştî wê jî çûyîn û hatina Serokatî çêdibû. Yekî Filastînî hebû hertim nasnameyên Filîstîniyan dianî, ji bo ku bi wan nasnameyan derbasî Heleb û Şamê bibin.”
‘RÊBER APO KURDBÛYÎNA ME ZINDÎ KIR’
Emîne Eloş destnîşan kir ku bîrdoziya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji bo gelan zayîneke nû bû û got: “Di roja îro de jî em bi vê tevgerê kêfxwaşin. Ji ber tiştên ku Serokatî kirine tiştên pir mezinin. Berê dema em diçûn dibistanê me cesaret nedikir bêjin ku em Kurdin. Dema cejna Newrozê jî çêdibû, heya ku xortên me diçûn ser cihekî agir pêdixistin, yan birîndar dizivrîn yan jî dimiriyan, yan jî dihatin girtin. Lê belê piştî ku Serokatî hat guhertinên pir mezin çêkir û gavên mezin hatin avêtin û em jî bi vê yekê kêfxwaş bûn. Yanê piştî ku Serokatî hat me gavên mezin avêtin û hebûnekî me çêbûn, em êdî bi îradeya xwe Newroza xwe pîroz dikin.”
‘SEROKATÎ LI ME Û TEVAHÎ GELÊ KURD BANDOREK MEZIN KIR’
Emîne Eloş di domandina axaftina xwe de wiha bal kişand ser bandorbûna gel; “Serokatî pir hesabê xiyanetê dikir, hertim digot şoreşên me yên kevin bi riya xiyanetê têkçûne, ji ber vê jî li hember îxanetê pir bi hesab bû. Rastî jî Serokatî li me û tevahî Kurdan bandorekî pir mezin kir. Mesela berê me nedikarîbû keç û xort li kêlekî hev du bisekniyana û bi hevdu ra axivî bana, tiştekî wisa qet nîn bû, lê dema ku Serokatî hat êdî tiştên bi vê rengî neman. Hevalek hebû dema destpêkê digot malên Kobanê berê dema em dihatin gel wan me li derî dida ji piştê derî de bi me re diaxivîn, lê îro sê parên malên Kobanê ji me re vekirîne. Rêber Apo hertim dixwaze jinê ji binî zilmê derbixîne. Cara dawiyê em axivîn Serokatî derbarê jinê de bi me re axivî, ez jî zivirîm min got Serokê min em bi saxî di axê de ne, piştre Serokatî bersiv da min û got “Vedin ser xwe vedin, ger kes pêşiya we bû asteng li wan bixînin”. Yek mirovê me jî got Serokê min te çi kir, Serokatî jê re got “Na ez ji we re wisa dibêjim”, piştre min jî got gelê me ev yek şaş fêm kiriye. Hertim digot ser xwe vedin di binî koletiyê de nemînin, ji ber vê jî em dibêjin gavên ku me avêtine gavên pir mezinin, hindik nînin.”
‘RÊBER APO JI BO TEVAHÎ NETEWAN RÊBEREKÎ BI NIRX E’
“Rastî jî Serokatî ji bo xwe tiştek nedikir, ji bo gel dikir, yanê keda wî hemû ji bo xilaskirina gelên bindest û zilma ser jinê bû. Yanê Serokatî ji me hemûyan re kir, ji Kurd, Ereb, Tirkmen û Aşûrî hemûyan re kir, tenê xwe bi gelê Kurd re sînordar nehêşt. Ji ber vê divê em jî gavên mezin bavêjin û li vê keda ku hatî dayîn xwedî derbikevin. Ez çiqas biaxivim jî ez nikarim tam pênaseya wê bikim, ji ber ku rastî jî Serokatî ji bo tevahî gelan gavên pir mezin û bi nirx avêtin.”
NC// Îlan Kobanê