NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên Zeynep Kinaci yên Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Jinan (KBDH), di çarçoveya bibîranîna Zîlan (Zeynep Kinaci) ya çalakgera fedaî de, li dijî êrîşên bi faşîstî yên dewleta Tirk pankart daliqand û bang li jinên kedkar kir.
Di daxuyaniya Milîsên Zeynep Kinaci yên KBDH’ê de wiha hat gotin:
“30’ê Hezîranê di saet 16.00’an de, pankarta ‘Dem dema Zîlanbûyînê ye!’ yê li Dortyola Yakacik a Stenbolê hat daliqandin, heta bi êvarê li texma Dortyolê daliqandî ma.
Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî destdirêjî û kuştina jinan her tim li kuçe û kolanan bin. Em ê li têkoşîna xwe dewam bikin. Li dijî pergala desthilatdar a mêrane, em banga tevlêbûna nava refên KBDH’ê li hemû jinan dikin.“