NAVENDA NÛÇEYAN –
Nucan Serdoz nivîsandiye….
Di nava dîroka mirovahiyê de civakbûyînê xwe bi riya exlaq û wijdan mezin kiriye û û berdewam kiriye, çiqas ew civak ji hêla desthildaran ve weke civaka hov were pênase kirin, mirov her rastiya dibîne ku civaka herî bi hov ya vê sîstemê, di nava ciivaka ku niha dewlet dixwaze ava bike de pîvanek girêdayî ya exlaq nemaye, mirov ji tiştê herî biçûk bigire heya ya mezin dibîne ku dewletê her tişt qirêj kiriye. Bi taybet jî ji bo jin, dema mirov li pêvajoya neolotîk dinêre dibîne ku civak bi rêve birî û xwedî kirî jine, ji ber vê yekê dewlet dixwaze her tiştê xwe di şexsê jinê de li ser hemû civakê bide ceribandin, ji bo pêkanîna hemû tiştên xwe yên qirêj jin wek amûr di hedefê de ye, mirov meyîze dike sîstemê jin xistiye wê halê de ku nikare xwe hîs bike û mirinê jiyan dike, ev hem ji bo aliyê fîzîkî hem ji bo aliyê îdeolojî û ruhî ve.
Dema ku mirov li rastiya dewletê dinêre dibîne ku hin zilamên teybet hatine erkdar kirin, tenê ji bo ku jin û civakê ve bixin, ji destpêka dîroka 5 hezar salî heya niha bigire tu polîtîkaya qirêj nehêştine nemeşandine, mînaka wê jî gelekin û berbiçavin.
Sîstemê di ruhê her zilamî de kuştina jinê çandiye û di ruhê her jinê de xwe qurban kirin çandiye, û vê wek qeder ji qan re dide diyar kirin, li ser hin jinan tiştên pir qirêj di ceribînin û dibêjin ji xwe qedera vê jinê wisa ye, dema ku wisa dibêjin jî ev dibe sedem ku pîvanên mirovahiyê lewaz bikevin, digihêje wê astê ku civak bi xwe li xwe xwedî dernekeve bi destê sîstemê kuştin qedera xwe dîtin, xeteriya herî mezine ji bo jiyanê. lê ji bo ku rastiya peyva qeder jî were fêm kirin pêwîste mirov li dîrokê vegere, di dîrokê de civak di gelek pêvajoyan de derbas bûne, wek klan, civak Koledar, civaka feodal û civaka niha ya herî wehşî civaka kapîtalîzm, di van pêvajoyan hemûyan de rewşa jinê û civakê her cuda bûye, mînak dema pêvajoya klanê jin mirovê herî bi nirx bû û bi jinê re jiyanê xwe diafirand, piştî wê cavaka koledar destpêdike di vir de êdî şikandina jinê hêdî hêdî destpê dike û xwe ava dike, piştî wê civaka feodal bi pêşdikev di vir de her ku diçe din dikevin nava dîwaran de û tên dorpêç kirin, piştî wê jî sîstema herî zêde rastî hemû berovajî kiriye, ew Kapîtalîzm bix we ye, di nava sîstema kapîtalîzm de jin bûye her tişt tenê ne jine, ji ber ku kapîtalîzm jinê wek jiyan nabîne jinê wek pistîkekê dibîne, çima pilestîk? Ji ber ku pilastîk tu kengî bixwaze tu dikare bihelîne, kengî ji bo te pêwîst be tu dikare bi karbîne, tu çiqas bikişîne dirêj dibe, tu çiqas qut bike ewqas kin dibe. Ev şêwazê bikaranîna pilastîk heman tişt şêwazê bi karanîna jinê ye, mirov dibîne ku heya pişlastîk ne amûre jî tenê perçeyek rengê wê reşe ewqase yanê, mirov di vir de fam dike ku kapîtalîzm ewqasî jin helandiye. Rastiya vê yekê jî pir kûre.