STENBOL – Parêzer ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di hefteyê de du caran serî li saziyan didin. Daxwazên hevdîtinê bi awayekî sîstematîk bêbersiv tên hiştin.
Carinan piştî mehan hincet tê nîşandan ku cezayê hevdîtinê li muwekîlan hatine birîn.
Serokatiya Desteya Dîsîplînê ya Îmraliyê derbarê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û girtiyên din, di 31’ê Gulanê de cezayê dîsîplînê yê 3 mehan da. Ev agahî di 26’ê Hezîranê de derket holê. Parêzeran diyar kirin ku dema ceza li muwekîlên wan tên birîn ew nayên agahdarkirin û nerazîbûn nîşan dan ku ev ‘bêhiqûqî’ ye.