NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji dahûrandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan…..
Hemû lêkolîn vê didin diyarkirin ku, di cîhanê de yê herî zêde piştevaniya terorê dike Emerîka ye;
Li vê demogojiya faşîst binêrin, me wek terorîstê herî mezin diteysînin, xwe jî wek hêzêkî herî mezin ê ji bo mafê mirov şer dike nîşan dide. Kemalîst vê fikra bêşerm bi wesfa hêzên pêşengê şerê li dijberî terorê di asta cîhanî de hewl didin bi her kesî bidin qebûlkirin. Divê xalê de pêwîste mirov qala piştevaniya Emerîka bike. Hemû lêkolîn vê didin diyarkirin ku, di cîhanê de yê herî zêde piştevaniya terorê dike Emerîka ye. Dema ev lêkolîn ber bi astekî pêşvetir ve biçe, wê bê dîtin ku di nav vê dewletê de lobiyek Yahûdî ya piştevaniya vê polîtîkayê dike heye. Bi tifaqên qirêj vê dimeşînin. Ger em zêdetir lêkolîn bikin, locayên Masonî yên Mûstafa Kemal li Selanîkê hene. Dîsa Yahûdiyên ji eslê xwe vegerîne hene. Li Selanîkê locayên Masonî damezrandine. Yeqîn dikim dibêjin bavê M. Kemal ne diyare. Min zêde ev lêkolîn nekiriye. Lê hinek derdorên Misilman pir baş ev lêkolîn kirine û îda dikin wan ev selmandiye. Îhtîmala Yahûdîbûna vî camêrî pir mezine. Em dizanin tîpa wî jî zêde naşibe Tirka. Ya rast tîpê Tirkê asayî, yê Tirkmenî diyare. Lê ev heta dawî cuda ye. Ango gelik xisletên wî yên ji kesayeta Tirk cuda hene. Ji aliyê çandî ve, şêwazê mezinbûna wî diyar dike ku bi taybet hatiye mezinkirin. Ji aliyê dîrokê ve hatiye piştrastkirin ku ew bi xwe ji pileya 33 ya herî berze Masone û ji aliyê dîrokê ve tê nivîsandin. Yê ku vê nizane nîne. Heta îro ji aliyê dîrokê ve tê nivîsandin ku, di damezrandina Îsraîl de KT’yê amûrê sereke ye, heta avaniya wî ya pêşwext pêk aniye, paşê dor hatiye Îsraîlê.
em dibînin pêwendî û serdanê wê ji bo Îsraîl zêde dibin;
Pêwendiya avabûna komara Tirkiyê bi bûyerek wisa ya Yahûdiyên ji eslê xwe derketine re heye. Ev nihînî meşandine. Jixwe Îttîhatparêzî wek saziyek Yahûdiyên ji eslê xwe derketine teşe digire. M. Kemal di nav van de yên herî zêde ji eslê xwe dûr ketiye. Wê demê ev li Îngîltere bi hêzin û li Emerîka hinekî bihêzin. Her ku diçe vê dewletê bikar tînin Mûstafa Kemal û Komara wî ya Tirkiyê derdixin holê. Ev heftê sale vê xwedî dikin. Tevî ku di roja me de KT’yê ber bi ruxîn û hilweşînê ve diçe, em dibînin pêwendî û serdanê wê ji bo Îsraîl zêde dibin. Serok wezîrê Tirk dibêje, “Em nikarin ji bin derkevin, hûn dewletê rizgar bikin.” Hinek Tirkê noker hene û ev nikarin Komara Tirkiyê îdare bikin. Bi xwe dibêjin; “Ev dewlet dewleta we ye, îdare bikin.” Niha baştir diselme ku, Emerîka, Îngîltere û hinek derdorê din bikar tînin, di bin navê xwemalîkirinê de hewl didin zêdetir Tirkiyê bixin bin venêrîna Yahûdiyan. Dîsa medya, qadên geştyariyê bitemamî dixin bin venêrînê. Bi vî rengî baştir ronî dibe xwediyên esasî yê dewletê kî ne, yên dixwazin xwe pê bidin qebûlkirin ji kê pêk tên derdikeve holê. Di vir de jî xapandinek mezin heye, hemû cîhan xapandine. Civaka mezin ya Emerîka, Ewrûpa, Rusya, heta hinek welatê Îslamî xapandin, sosreta ku jê re dibêjin KT yan jî Kemalîzm bi taybet di nav welatên Îslamî de wek yekane vebijêrka demokrasiyê dan pejirandin. Lê belê ti eleqeya xwe pê re nîne.
Yahûdîtî heza cîhaniye, hêza nihîniye û serwere;
Niha li cîhanê yê herî zêde bûyerê kujernediyar pêk tîne û rejîma şerê taybet berz dike tevî ku ev e, tenê rexneyekê jî li xwe nake. Derdorê rexne dikin bêdeng dike. Yan jî ev rexne ti wateyê rave nakin. Çima? Ji ber ku Yahûdîtî heza cîhaniye, hêza nihîniye û serwere. Rista vî hêzî di ruxandina sosyalîzma pêkhatî de jî diyarkere. Dîsa ev jî tê gotin û dibe ku rast be jî: Hema bêje Yahûdîtî hêza rêveber a nihîniye û piranî jî dimeşîne. Ev, ji bo Komara Tirkiyê zêdetir derbasdare. Naxwe bandora vê hêza nihînî divê bi baldarî em li berçav bigirin. Ji ber ku PKK di asta cîhanî de wek rêxistina terorîst a herî mezin ragihandinê de ristek diyarker ya vî hêzî heye. Ger na van nokerê Tirk bi tena serê xwe wê nekarîbana tevgera me ya mirovî, demokratîk û sosyalîst terorîst rabigihanda. Bê hebûna piştevaniya hêzek wisa nihînî, nikare di sertaserê cîhanê de propaganda bimeşîne. Jixwe vê pir vekirî dikin. Bêguman ev hêz Clînton jî birêve dibe. Clînton jî hinekî cîhanê birêve dibe. Qibrisa pir biçûk, ji aliyê Tirkan ve hatiye dagirkirin. Dema ku kêmekî piştevaniya me dike roja duwem balyozê Emerîka dikeve dewrê.
Tirkî îro bi tifaqa bi Îsraîlê re dixwaze hemû welatên Îslamî di bin pergala xwe de kom bike;
Dibêjin; “Ger hûn pêwendiyek fermî bi PKK’ê re pêş bixin, em ê çavê we derxin.” Dîsa Yûnaniyên herî zêde zirar ji KT’yê dîtine hene, wan jî bêdeng dikin. Niha wek hêza herî mezin Rusî hene. Em dixwazin bi van re pêwendiyê bînin asta fermî. Carekê em lêdinêrin Emerîka dibêje; “Nabe.” Teqez li pişt vê hêza Yahûdî heye. Tê zanîn ku M. Kemal kesayetekî Îslamiyet ji holê rakiriye. Yê di qada navnetewî de ev piştevanî jî ji bo kemalîzmê bidest xist, ev biryar pê da girtin Yahûdî, siyonîzm û Masonin. Çima? Ji bo lewazkirina cîhana Îslamî û pêşketinê Fîlîstînê derxistine holê. Tirkî îro bi tifaqa bi Îsraîlê re dixwaze hemû welatên Îslamî di bin pergala xwe de kom bike. Ji ber vê jî Îsraîl heta dawî piştevaniya şerê taybet ê Tirkiyê dike. Tenê bi piştevanî kirinê jî sînordar namîne. Ji bo KT’yê dibêje; “Hêza herî demokratîk ya cîhanê.”