NAVENDA NÛÇEYAN – Her dem ciwan ji civakê re pêşengtî dikin û pêşeroja wê diyar dikin. Ciwana pêşengtiya Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê kirin. Şoreşa ku îro ji bo tevahî mirovahiyê wekî çirûskekî ji agir dibriqe û hêvî dide bi ked û xwîna hezarê ciwanan bû. Li ser vê bingehê em bi Rêber Gulo re ku di dema temena xwe ya ciwan de ji pêvajoyê re pêşengtî kiriye re axivîn.
Di axaftina xwe de Rêber Gulo, behsa kesayeta fermandarê mezin ya ciwanan Şehîd Baran Mawa kir û got; “Rihê heval Baran rihê ciwantiyê bû, xizmetkar bû. Wekî bejn ez ji wî mezintir bûm min dikarîbû ji wî zêdetir tiştan rakim ser milê xwe, lê heval Baran nedihêşt. Her wekî mêvan li mêze dikir û pir nirx dida me. Hertim barên giran digirt ser milê xwe. Bi dehan heval wê derê de hebûn, lê sekna heval Baran cuda bû, hevalekî fedayî, dilnizm û zana bû.”
Rêber Gulo ku cihê xwe niha di Têkiliyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê de digire, axaftina xwe wiha anî ser ziman;
“Navê min Rêber Gulo ye, ez cihê xwe di Têkiliyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê de digrim, beriya wê çend salan hem xebatê ciwanan û hem jî ya YPG’ê kiriye. Xebata ciwanan mirov nikare tenê ji dema avabûna şoreşê de bigre dest, beriya wê jî hebû. Ji bo şoreşa Rojava jî heman tişt derbasdare, şoreşa Rojava ji salên 80’î de hîna destpêkirî. Yanê bingeha avabûna şoreşa Rojava ya bi rêxistinkirina ciwanan ji salên 80’î de hatiye destpêkirin. Ev rêxistinbûn xwe heya salên 2004’an de bê navber dewam kir. Ji ber ku êdî ji wê pêvajoyê şûnde Rêjîma BAIS di navbera civakên Kurd û Ereb de fitine çêdikir, ji ber vê jî nekokiyên navbera gelan de jî zêde kir. Bi taybet di aliyê ciwanan de polîtîkayên taybet dan meşandin. Weke mînak ji bo ku êdî ciwan bi serhildana ranebin û newrozê pîroz nekin, lîstoka Football bi pêşxistin. Di heman demê de bi van riyan xwastin di nava gelan de jî hesasiyetan bidin avakirin. Ji ber vê jî bûyera ku di 2004’an de li Qamişloyê rû da ye, me hemûyan şahidiya wê kiriye. Bi vê komkujiyê xwastin her kesî bixin xizmeta sîstema Rêjîma BAIS de.”
‘RÊJÎMA BAIS JI NAVÊ CIWANAN DITIRSIYA’
“Gel jî ji vê komkujiyê pir êşiya, ji ber vê yekê jî bersiva dewletê hate dayîn. Di sala 2004’an de gel ji Qamişloyê heya Dêrîkê, Kobanê heya Efrînê li dijî Rêjîmê rabûn ser piyan. Di wê demê de xebatê ciwanan taybet li ser dihat seknandin. Ciwanan di nava xwe de yekîne avakirin û kadroyên xwe derxistin, ji bo çi jî dema erk dihat xwastin ciwanan jê re pêşengtî dikirin û ew bi rêve dibirin. Di wê demê de koma ciwanan jî hatin avakirin, koma yekemîn ku hatî avakirin navê wê Koma Roj bû, di bin vê navî de ciwanan xwe li her derê bi rêxistin kirin. Lê belê Rêjîma tehemûla vê nekir, gelek ciwan girtin, bi taybet li Qamişlo û Hesekê ciwan zêde girtin, îşkence li wan dikirin, tê bîra min hin ciwanên ku wê demê hatine girtin, piştî salên 2011’an ji zîndanên Rêjîmê derketin. Heya salên 2008 û 2009 jî xebatê ciwan bi awayekî rêk û pêk hate meşandin, lê wê demê girtina kadroyên ciwanan zêde bû. Rêjîma dema ku navê ciwanan dibihîst, qebûl nedikir yekser ew digirtin. Dewletê bi taybet kar kir ku çawa karibe ciwanan bitepsîne, ji ber ku ew jî baş dizanin dibe ku karibe her kesî bisekinîne û wan bê deng bike, lê wê nikaribe ciwanan bide seknandin. Dixwastin hertim di nava ciwanan de ajanên xwe bidin pêşxistin. Qet qebûl nedikirin ku ciwanên Kurd ji netewên din ciwanan tevlî xwe bikin, bi taybet jî ciwanên Tirk.”
‘HEMÛ KESÊN KU ENDAMÊN YPG Û YPJ’Ê BÛN, ENDAMÊ CIWANAN BÛN’
“Bi dehan heval yên ku me bi hev re kar kiribûn weke hevalê Baran, şehîd Seydo, şehîd Serhed û şehîd Lawend evna hemû hevalên ciwanan bûn. Hemû kesên ku endamê YPG û YPJ’ê bûn endamê ciwanan bûn. Ciwan bi taybet dihatin perwerde kirin û zana kirin, derbarê pêvajoyê de ji her kesî re nîqaş dihate kirin, ji ber her kesî nikarîbû pêvajoyê fêm bike. Ji xwe di wan deman de li Rojavayê Kurdistanê perçebûnek hebû, her kesekî xwe bi partiyekî ve girêda bû. Ji ber vê yekê ji ciwanan hate xwastin ku têkildarî vê rewşê bibin û rê li pêşiya vê polîtîkayê bigrin. Ji ber kesên ku tevlî nava van partiyan dibûn, bê zanebûn bû, tenê wisa fikar dikirin ku wê Beşar El-Esed biçe û li şûna wî kesekî demoqrat were. Lê pêvajo tam berovajî wê bû, dijberên Sûriyeyê (Mûxalîf-Mûarêd) çûn aliyê dewleta Tirk, wekî dîtir hêzên wê yên din jî xwe dan aliyê hêzekî cuda, yanê dîsa berê şerê wan zivirî ser Kurdan.”
‘GER CIWANÊN ŞOREŞGER BI DAWÎ BIBE, DÊ TEVAHÎ ŞOREŞ BI DAWÎ BIBE’
“Hevalên me heya karîbûn ciwanan bi rêxistin bikin, gelek zehmetî kêşan, ji ber ku ciwanan nikarîbûn zû bi zû pêvajoyê fam bikin û tevlî wê bibin. Êdî her dem derbas bû, gavên me mezin bûn, ya wan jî biçûk bû. Raste me hertişt kir ciwan zana bûn, perwerde bûn û fêrî pêvajoyê jî bûn, lê belê nizanîbûn şer bikin. Vê carê wekî erkekî din derket divê ciwan di aliyê leşkerî de werin perwerde kirin. Ji ber ku ciwan ji bo şerê li bajaran dihatin amade kirin, ji ber ku wê li hember Artêşa Azad (Cêş Al-Hur) şer bikin, Artêşa Azad jî aliyê leşkerî û teknîk de gelekî xort bû. Ji ber perwerdeyên 10-15 roj hatin vekirin. Yekbûn û hezkirin hebû, lê wekî leşkerekî çawa şer bike di nava ciwanan de zanabûna bi vê rengî nîn bû. Piştî wê ji pêvajoya ciwanên şoreşger derbasî pêvajoya avabûna YPG’ê bû. Ji ber vê yekê ciwan hertim di rojeva dijmin û PDK’ê de bû. Ger ku ciwanên şoreşger bi dawî bibin, dê şoreş bi tevahî bi dawî bibe. Yê ku dest bi şoreşa Rojava kirî, ew parastî û heya roja îro aniye ciwanên şoreşger bûn. Di bin vê koma ciwanan de gelek fermandar û qehreman jî derketin, piraniya wan jî îro bûne şehîdên Kurdistanê.”
‘HEVAL BARAN HEVALEKÎ FEDAYÎ, DILNIZM Û ZANA BÛ’
“Hin hevalên ciwanan ku em bi hevre jî mane hene. Van hemû hevalan bi sekna xwe ciwan bandor dikirin, rihê wan her zindî bû, di nava civakê de zû dihatin hezkirin. Ez û heval Baran bi hevdu re nêzî mehekê man, em çar bira bûn û ew jî çend heval bûn. Rihê heval Baran rihê ciwantiyê bû, xizmetkar bû. Wekî bejn ez ji wî mezintir bûm min dikarîbû ji wî zêdetir tiştan rakim ser milê xwe, lê heval Baran nedihêşt. Her wekî mêvan li mêze dikir û pir nirx dida me. Hertim barên giran digirt ser milê xwe. Bi dehan heval wê derê de hebûn, lê sekna heval Baran cuda bû, hevalekî fedayî, dilnizm û zana bû.”
NC// Îlan Kobanê