NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji dahûrandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan…..
Yek ji mijarên ku em dixwazin ronî bikin, her ku diçe rûyê navxweyî derdikeve derve û mirovên me yên welatparêz bêbextî ji pişt ve dikuje, pir xeter û qaşo îda dike li ser navê xwedê şer dike, koma navê Hizbulah lê hatiye kirin. Ji ber vê jî em dixwazin taxtîkên nû yê ji aliyê paşverûtiyê di bin navê Hizbulah de xistine meriyetê û li beramberî vê em jî li ser erkên me rawestin. Dîsa dema em li dîrokê dinêrin, li beramberî pêşketina netewî ya gelê Kurd êrîşên li ser navê Îslamiyetê hatine kirin û komkujiyên pir zêde hatine kirin mirov dikare bibîne. Her çiqas derketin û di bingehê xwe de bi dijmintiyek taybet re rê neketibe jî, şîrova rastgir a Îslamiyetê, bi taybet saltanata Emewî û pişt re jî ya Abbasiyan rejîmên hevşêwe yên siltaniyê – jixwe Selçûqî û Osmanî jî di nav vê de ne- êrîşek bi temamî Îslamiyeta di dest de cewhera xwe ya şoreşgerî ji dest daye, vediguhere amûrekî zordestiya emperyalîst. Ev jî tê zanîn.
Emewiyên rejîmek siltaniyê bûn, Îslamiyet bikaranîn, teqez serî bi gelan dan tewandin, li ser çand û pêşketinên wan ên netewî serwerî avakirin û her ku çû heta bişavtinê jî ev birin. Di serdema Hz. Muhamed de tevî tê gotin wê ti serweriyek netewa Ereb li ser netewên din nebe jî, Emewiyan bi awayekî vekirî pêşengatî dan qewmê Ereban. Di gel serweriyek Ereba ya serdestiyek diyar hebû, xwe pir berz dikin. Mamela koleya li netewên din dikin û ev her ku diçe rewşa gela ya ketina asta duwem û sêyem zelal dike. Ev rewş di hemû siltanên paşê tên de jî domdar dibe. Bi vî rengî Îslamiyet di navbera netewan, ya rast di navbera miletan de di pêşketine de ne wekhev, heta di mêtingerkirinê de dixwaze mîna kirasekî bê bikaranîn. Herweha paşê em dibînin Îslamiyet di destê şovenîzma Ereba de xebitîna amûrê desthilatiyê dilîze. Hema her kes di bin navê Îslamiyetê de xweziya xwe bi serdestiya Ereban tîne. Serî ji serdestiya Ereban re ditewîne, xulamiyê jê re dike, Îslamiyet mîna amûrekî tê bikaranîn û bi vî
rengî dixwazin serdestiya wê derbasdar bikin. Lewra her kes, bi taybetî jî hêzên feodal li derdora vê serdestiyê dikevin nav pêşbirkê. Ji şayanî xwe dîtina navên Erebî em bigirin, heta çawa ji nifşê pêxember hatine, ev di nav pêşbirkekê de ne.
Berjewendiyên feodal û nokerî di astek girîng de rûpoşekî bîrdozî yê wisa bi dest xwe dixe. Bêguman, gel jî bi vî rengî bi qasî çêwsîneriya wan a netewî, rûbirûyî bişavtinê dibin. Piştî ji aliyê Tirkan ve pêşengtiya Îslamiyetê hat bidestxistin û şûn de, ev neyênî bileztir dibe. Dema Selçûqî tên ser desthilatiyê, belavbûna Îslamiyetê ya ji Abbasiyan wergirtibûn bi qasî ber bi Anadolê ve pêşxistin, li dijberî gelan çewsandin û bişavtin jî bilez dibe. Em baş dizanin hejmarek zêde gelên Anadolê yan bi şûr yan jî bi bişavtinê hatin guhertin û ev heta roja me ya îro jî didome. Hêjî bermahiyên ji gelan şûn de mane nikarin xwe ji Tirkmenbûn û Îslamîbûnê rizgar bikin. Pevçûnên di roja îro de li Bosna-Hersek tên jiyîn jî encamê vê nêzîkatiyê ne, ango nêzîkatiya bi zorê misilmankirinê bibandore. Ev rastiya emperyalîst, mêtinger û bişavtinger îro jî rê ji şer re vedike. Îslamiyet di destê împaratoriya Îranê de jî, di bin navê mezhebekî din de heman rist lîstiye. Mezhebê şîa, ji xwe şopên netewperestiya Îranê li ser xwe digerîne. Bi taybet li beramberî şovenîzma Ereba ya Emewî û Abbasiya zêdetir xwecihî bûye, heta di wateyekê de bi netewbûnê ve berhema veguherîna bertekê ye. Şîatî, qismî be jî em bêjin Elewîtî, îro jî hêjî di nav Kurdan de hinekî heye. Îraniyan hinekî wisa teşe guhertiye, hinekî jî bi misilmaniya rê ji netewperestiyê re vedike hewl didin pêşketina netewî ya civaka xwe pêk bînin. Gelên misilman yên din jî, piraniya xwe bi sûnnîtiya şêwazê serwer ê Îslamê ye xwestine belav bibin. Kurd jî di navbera herdu mezheban de mane. Di nav Kurdan de mezhebekî Îslamî bi netewbûnê neyatiye avakirin. Sûnîtiya Tirkan heta radeyekê ji Tirkbûnê re xizmet kiriye. Bi taybet ji ber ku Tirk ji Ereban dûr dikevin nav pêşketinekê û bicîhana Xirîstiyanan re rûbirû ne, ew jî dixwazin bibin Îslam, jixwe ev jî tê wateya Tirkbûnê. Bandorek diyar a Îslamiyeta di destê Tirka de li ser pêşketina netewî ya Tirk heye. Îslamiyeta Tirka teqez divê mirov wek olekî nehizire. Wateya senteza TirkÎslam jî ev e. Di Tirkan de Îslamiyet, pêşxistina netewbûna Tirk a heta roja me ya îro hatiye pêşxistine. Ger Îslamiyet nebûya, ne gengaz bû Tirk di Rojhilata Navîn de peşketinek netewî bijîn. Serdestên Tirkan encax û encax karîne bi Îslamiyetê belav bibin, xwe li ser piya bigirin. Ev jî di bin navê nizanim; “Bûyîna şûrê Îslamê, nizanim Îslam ber bi ku derê ve veguhestinê” xwestine bersivek bîrdozî bidinê. Di vê wateyê de, Îslambûna Tirkan şêweyê belavbûnek netewî ye. Divê ev baş bê dîtin. Ji ber ku îro li Tirkiyê hêjî îslamiyetekê serê xwe girtiye û diçe. Bi hinekî li bingehê dîrokî nerînê em, dikarin vê wek şêweyê şovenîzma Tirk binirxînin.
Ne bawerim Tirk ji cewherê Îslamiyetê tiştekî fêm dikin. Hemû zanyariyên Tirkan ên di derbarê Îslamiyetê de, fêrî Erebî dibin, lê tu kes jî ji Erebî fêm nake. Îslamiyeta Tirka xwe dispêre jiberkirinê, rûpoşiyê. Lê tevî vê jî pêdiviyek pir girîng pêşwazî dike û ew jî, vaye li Anadola mozayîka çanda gela ye, dîsa li Balkana dibe bidestxistina serdestiya netewê Tirk. Ev rûpoşa bîrdozî ku bûye amûra serdestiyê bi vê xwe li ser navê xwedê xwediyê Balkana, xwediyê Anadolê, xwediyê Kafkasan û heta yê Rojhilata Navîn nîşan dane. Vaye Osmanîparêzî, Selçûqparêzî ev e. Di nezera xwedê de sî û heta di vê wateyê de wek nûnerê xwedê li gorî xwe têdigihînin ew xwediyê axê ne, lewra her tişt ji wan tê pirsîn. Ev tê vê wateyê: Hemû mîrnişînê Tirkan xwediyê van axa ne. Pêwîste ev ax ji gawira bê sitendin, bidin misilmana; ango divê ev ax ji destê gelên niştecihên hezaran sal ên van axan bê girtin, bidin mîrnişînê êrîşkar ên Tirkên serdest. Niha di heman demê de em dizanin ev bûyerek cudabûna çîna ye. Bi taybetî divê ev bê fêmkirin. Dema mîrnişînê Tirk ber bi cudabûna çînî ve diçin, çînên xwe yên çêwsîner jî ber bi çiyayan ve dahf didin. Vaye cewherê Îslama wan ev e. Raveya Elewîtiyê jî li vir bi wate dibe. Şêweyekî zirarmend ê Îslamê jî vaye di destê wan de wisa bi wate dibe. Ev şêweyê serdestiya bîrdozî, bitemamî şêweyekî êrîşkare, şêweyekî emperyalîste û li ser vî bingehî bi gelan xwîn didin verşandin. Bêguman gelê Kurd jî para xwe ji vê digire.
Li vir vê dibînim: Bîrdoziya Îslamê hem di cudabûna emperyalîst, hem jî di ya çînî de dibe amûrakî êrîşê û ev mijara gotinê ye. Mezhebê serdest ê Îslamê yan jî pergala siyasî xwedî naverokek wisa ye. Di pêşketina wê ya ber bi roja me ve de divê ti carî ev cewherê bingehîn neyê paşçavkirin. Şêweya fermî ya îslamiyetê di çewsandinê de bi tundî tê bikaranîn. Vaye komkujiyên bê hejmar ên ji aliyê Kuyucu Mûrat Paşa çil hezarElewî avêtine bîra! Ya din jî aliyê wê yê bi armanca emperyalîstî bikaranînê heye. Di bin navê “Cîhadê” de, “Şerê li dijberî Kafiran” de ev, heta naverastê Ewrûpayan wek çekek êrîşê hat bikaranîn. Naxwe ol, di destê Tirka de bitemamî netewperestiye, bitemamî şovenîzme. Hem wek amûrekî bîrdozî yê emperyalîst kar dibîne, hem jî li beramberî çînê bindest wek amûrekî êrîşê tê bikaranîn. Lewra şovenîzma civakî li Tirkiyê divê mirov wek çawaniya komên komînîst yan jî sosyalîst ne hizire. Wê demê, tenê tarîqatparêziya bingeha xwe ji Îslama roja me digire û ne hemû derketinên çavkaniya xwe ji bizavên Îslamî digirin, şovenîzma civakî ya di hemû derketinên mezhebî yên dîrokî û asta wan a êrîşkar baş bibîne. Me çawaniya netewî ya mezhebê Şîa ya Îranê vegot. Çanda Fars a bihêz, çanda siyasî ya Fars li şûna bi gelemperî Îslamê bigire dijberî xwe, aligiriya Hz. Elî yê piştevaniya bindesta dike pejirand. Bi vî rengî li beramberî şêweya bîrdoziya serdest a Emewî, Abbasî û heta şêweya serdestiya Osmaniyan bi vê çekê dibersivîne. Hêjî ev çek bi awayekî bandorker tê bikaranîn. Lê belê ev jî li beramberî gelên din vediguherînin amûrekî şovenîst û em baş dizanin dem bi dem vê xebitînê bandorker didomîne.
Bi taybet dema em li şênberiya Kurdistanê dinêrin, di Kurdan de Îslamiyet ji ber sedemên cor bi cor xwe nagihîne mezhebekî netewî. Lê belê ev rewş di nav gelên din de cuda pêş ketiye. Mînak; li Ewrûpa, mezhebê protestanî yê di serdema pêşketina netewî de ye, lezek pir mezin bi netewbûnê daye qezenckirin. Li Almanya ezmûna Martîn Lûther balkêşe. Ma çima gelik kenîse bûne dibistanê pêşketina netewî? Dîsa netewperestiya li Balkana di bingehê xwe de çavkaniya xwe ji kenîsê digire. Li Îranê jî pêşketinek hevşêwe heye. Di Tirka de jî ev şênbere. Lê belê dema Kurd dibin mijara gotinê, mezhebekî Kurd-Îslam pêşneketiye û xizmet ji pêşketina xwe ya netewî re nekiriye. Hema diyar bikim, di Ereban de Îslamiyet jixwe Erebe. Yek ji hêza sereke ya Ereban radike ser piya ye. Bingeha vê ya dîrokî Îslamiyete. Lê Kurdan di vê mijarê de rewşek yom jiyan kirine. Bi bîrdoziya îslamiyetê yan jî di bin bandora Îslamiyetê de feodaliya Kurda ji reîstiya eşîretê veguheriye feodalîteyê, lê ev, bitemamî li ser bingehê înkarkirina netewa xwe pêk hatiye. Eşîretparêziya misilman bûye, axatî û çînên hevşêwe yên serdest yan xwe bi Tirkbûnê, yan Eberbûnê, yan jî Farsbûnê re hevta girtine. Ango kurdan, bi qasî dev ji Kurdîtiyê berdane Îslamî bûne. Di nav me de Îslamîbûn ne bi temamî be jî, bi taybet di çîna serdest de, çîna noker de înkarkirina netewî bilez dike. Bêguman ji aliyê çîna serdest ve înkarkirin bi rûpoşa Îslamiyetê pêş xistin bi awayekî xirab teysîna xwe li ser gel dike. Bi vî rengî bi lez ber bi qonaxa înkarkirina netewî ve çûyîn mijara gotinê ye. Her çiqas di medreseyan de raveya Îslamiyetê bi kurdî hatibe fikirîn jî bandora vê sînordare.
Îro li derdora Bîdlîsê hêjî hinek pêşketinên di çarçoveya netewî de tên dîtin. Mînak Seîdê Nûrsî. Ya rast berhema çanda medresê ye, lê Seîdê Nûrsî di rewşa çeka herî bihêz a şovenîzma civakî ya Tirkan de ye. Ango nekariye xwe di destê şovenîzma Tirkan de ji bûyîna amûr rizgar bike. Naxwe di Kurdan de Îslamiyet ne amûrekî pêşketina netewî, rista înkarkirina netewî, bi taybet jî bi destê çîna nokerê Kurd hatiye lîstin. Ev rastiyek girîng a dîrokî ye. Dema nîqaşên Îslamî dibin mijara gotinê dikevin nav kêmasiyek pir tê jiyîn. Ew jî ev e: Weke ku ti pêwendiya Îslamiyetê bi pêşketinên netewî re nîne tê nirxandin. Ger bê gotin Îslamiyet pêşketina netewî ya Ereba ye, wê ketina tevgerê ya gelên din jî bibe mijara gotinê. Dîsa ger bê gotin Şîatî, Farsî pêşketina netewî ye, yê li beramberî wê ye dê rê ji pêşketinek netewî re veke. Di Tirka de Îslamiyetê ji Tirkitiyê re xizmet kiriye û ger bê gotin amûra sereke ya belavbûna Tirke, wê ketina tevgerê ya netewên din bibe mijara gotinê. Ji ber vê nîqaşên di derbarê Îslamiyetê de, mîna di navbera pêşketina netewî û Îslamiyetê de ti pêwendî nîne tevdigerin. Ya rast ev berevajîkirinek pir cidî ye. Bi van berevajîkirina ser rastiya hatiye girtin. Teqez aliyê em dê li ser nîqaşê Îslamî serwer bikin hene. Cihê Îslamiyetê di netewperestiya Ereban de, di neteweperestiya Tirkan, ya Farsan de çiye? Pêwendiya di navbera Kurdîtî û Îslamiyetê de çiye? Ev pêwendî di tevahiya dîrokê de çawa ye? Herêm bi herêm, eşîret bi eşîret pêwendiya Îslamiyet û Kurdîtiyê
di nav pêşveçûnek çawa de bûye? Pêwîste mirov van rewşan bi taybet binirxîne.
Rastî di nav pirbêjiyek mezin de hatine fetisandin. Qaşo gelik şêxên ji nav Kurdan derketine, zilamên oldar ên mîna ewliyayan, bi gelemperî ev mijar ji nedîtî ve hatine. Dîsa, gelik zanyarên netewên serdest ên oldar pêdiviya li ser vê mijarê rawestînê jî nedîtine. Lê ji vê bawerim, erka wan a sereke (berzkirina Îslamiyetê, rêya xwedîbûna xwe her roj dubare bikin jî) li ser rastiya netewî û civakî şovenîzmek dijwar ferz dikin. Dîrok bi hewldanên vê yên bê hempa dagirtîne. Erka oldarên di nav Kurda de jî ji vê wêdetir nîne. Çawa ku di bin bandora çepgiriya Tirk de çepgiriya Kurd bêbandor, kesayet, ji şexsiyetê bê par maye, oldarên Kurdan jî di tevahiya dîrokê de di bin bandora bîrdoziya netewên serdest de bêbandor, texlîdgerê qopya mane, dîsa em baş dizanin xwe negihandine nasnameyekê. Ya rast em nabêjin teqez di cewhera Îslamiyetê de ev heye, lê rastî bitemamî wiha pêş ketine. Wek di her bîrdoziyê de heyî pêşketinek çêbûye.