NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, çeteyên Mihemed El Fatîh ên ser bi dewleta Tirk ve li gundê Miştenûrê 3 jinên Kurd revandin.
Jinên bi navê Ruqeye Mistefa, Hêvîn Hemîd Eltono û Henîfe Îbrahîm ên hatin revandin, aqûbeta wan nayê zanîn.
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê dewleta Tirk meha Hezîranê herî kêm 45 kes revandin.
Di şeş mehên destpêkê yên salê de dewleta Tirk 30 jê jin 346 kes revandin û 18 kes jî qetil kirin