NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Dahorandina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan…
Di her demên vesaziyên civakî de rastî vê rewşê hatin gengaze. Di sosyalîzma pêkhatî de bi destê netewa serdest a Rus em baş dizanin ristek wisa hatiye lîstin. Ev, tenê di netewperestiya xwe dispêre kapîtalîzmê de nîne. Sosyalîzma pêkhatî ya Rusan jî li ser pir gelan bandorek pir bihêz a şovenî kiriye û bûye sedema pêşketinek wisa. Eşkereye ku, li dijberî gelên din pêşketina netewa Rus li pêşe. Heta dem bi dem derketiye asta hêmanên emperyalîst. Herweha sedema herî mezin a hilweşîna wê jî çavkaniya xwe ji vê xisleta emperyalîst digire. Lenîn hîn berî bimre vê dibêje; “Gelo Stalîn dê bibe amûrê şovenîzma Rus? Herweha di roja me de derdikeve holê di vê fikara xwe de mafdar bûye. Rewşek hevşêwa ya Hz. Muhamed jî heye. Hz. Muhamed serdestiya Ereba dibîne. Ji ber vê jî dibêje; “Divê serdestiya Ereban li ser Ecema nebe” lê tevî vê jî ev serdestî pir diyare. Paşê ev çawa ber bi xwe belavkirinê û linavbirinê dibe vê zane. Ya dixwazim bêjim, bîrdoziyên rê ji şoreşên mezin re vekirine paşê emperyalîstbûna wan, ji emperyalîzmê re xizmetkirina wan ne bûyerek kêm tê dîtine. Ev, wek di netewperestiya kapîtalîst de di Îslamiyetê de heyî di sosyalîzma pêkhatî de jî rewşa ku hatiye serê şoreşên sosyalîste. Ev ji rêderketineke û yek ji gelê herî zêde nêzîkatiyên vê yên xeter jiyaye jî gelê Kurdistanê û rastiya wî ya netewî ye. Dem bi dem me ev nirxandin kir: Hinek pêvajoyên girîng ên dîrokî ya têkîliya Îslamiyetê bi rastiya me re, ne li ser binhega temsîlkirina cewhera şoreşgerî û dadperweriyê, berevajî li ser bingeha linavbirina rastiya me, rê ji newekhevî û bêdadiyê re vekirinê bûye. Bi rastî, ketina Îslamê ya nav mercên Kurdistanê, ji
aliyê xwe yê şoreşger wêdetir bi şêweya xwe ya emperyalîstî bûye. Hem ji aliyê bîrdozî, hem aborî, civakî û siyasî ve belavbûnên Îslamî, pir kêm cih dide pêşketina netewî ya Kurd. Beşek girîng ya van xalan ji holê rakiriye. Berpirsyarê vê yê sereke jî, çîna serdest a beşê Kurde. Hêjî dema em li wê çîna noker a roja me ya îro dinêrin ji qral bêtir qralparêze, beşên Îslamî, Tirk yan jî nizanim kîja beşan ji ber vê sedema dîrokî ye. Heman tişt dikare ji bo netewperestiya kapîtalîst jî bê gotin. Di bin serdestiya Tirkan de netewperestiya ji Rojava ve hat veguhestin di Kurdan de, netewîkirina Kurdan de bi qasî Îslamiyetê bibandor bûye. Yek ji sedemên herî girîng ê durûtiya netewbûna Tirkan netewperestiya kapîtalîste. Bîrdoziya netewperestiya kapîtalîst, di destê serdestên Tirkan de di netewbûnê de amûrê bîrdozî herî girîng ê duwemîne. Çawa ku Îslamiyet di hewldanên berterafkirina Kurdan û dîsa ji holê rakirina pir gelan de rista amûr lîstiye, di netewperestiya kapîtalîst de jî, bi taybet di sedsala dawî de li dijberî gelên din, mînak ji bo Ermen, Rûm û gelê Balkanan, veguheriye amûrê bi komkujiya linavbirinê. Di dema borî de netewperestiya Tirkan gel qetil dikirin û linav dibirin, niha jî vê bi netewperestiyê dikin. Li Anadolê bermahiyên van bi pergal paqij dike. Ji vê berfirehtir jî li ser Kurdan sepandiye. Bi taybet di dîroka komarê de netewperestiya kapîtalîst a Tirk, hewl dide tişta Îslamiyetê di 900 salî de kir temam bike. Dixwaze serdestiya Tirka bi rêya amûrê hişmendiya kapîtalîst temam bike û hewl dide bi yekkirina
herdukan bikeve êrîşê. Çawa derfeta Kurdbûnê ji Îslamê re nehatiye nasîn, ji Kurdbûna netewperestiyê re jî derfet nayê dayîn. Netewperestî li vir taybet a Tirka ye. Ev hişmendî ji aliyê wan ve esase. isilmantiya serwer tenê ayîdî Tirka ye. Bi êrîşên di roja me de di dîroka cîhanê de hewl didin Kurdistanê ji netewbûn û civakbûnê dûr bixin û vê ser bixin. Naxwe ji bo netewperestiya kapîtalîst di nav me de nebe bûyerek netewî, berevajî vê, di destê çîna serdest de bûyîna amûrê linavbirin û tinekirinê, rastiyek pir cidî ye. Dema nîqaşên netewperestiyê tên kirin divê mirov di vê mijarê de baldar be: Netewperestî bi aliyê xwe yê netewa serdest di nav netewa bindest yan jî di pêşketina wî ya netewî de rista xwe çiye? Pêwîste ev bitemamî bê ronîkirin. Em dikarin komînîzmê jî li ser vê zêde bikin. Bi destê Partiya Komînîst a Tirk komînîzma hat pêşxistin, wek şêweyê Netewperestiya Tirk pêş ketiye. Jixwe şovenîzma civakî, tê wateya veguherîna amûrê bîrdoziya komînîst yan jî sosyalîst a belavbûna şoveniya netewî. Di serî de dîroka Partiya Komînîst a Tirkiyê di vê wateyê de, di bin rûpoşê komînîstî de xistine bin xizmeta netewperestiya Tirk. Hîn berî damezrandina komarê daxwaza M. Kemal a damezrandina Partiya Komînîst, ji aliyê netewperestiya Tirk ve komînîzm çawa wek amûrekî xwestine bikar bînin derdikeve
holê. Zilam komînîzmê jî bi navê partiya komînîst wek rêxistinek netewî dixwaze di arasteya armancên xwe de bikar bîne. Ya rast dibe ku damezrandina partiyek komînîst bi niyetek baş jî be. Lê belê ji ber ku Partiya Komînîst a Tirkiyê wek partiyek komînîst ji netewa şoven, heta partiya komînîst a M. Kemal pê difikirî jî şoventir bû, wê di netewbûna Tirk de wek xalek balkêş bikar tîne. Herweha Partiya Komînîst a Tirkiyê ji partiya komînîst a M. Kemal zêdetir vediguhere partiyek komînîst a netewî, aliyê wê yê
şovenîzma Tirk li pêşe. Rastiya netewî ya Kurdan înkar dike û heta ji Kemalîstan zêdetir hov û başverû ye, divê bê çewsandin. Em dizanin ku M. Kemal wisa gotiye. Xulase di destê netewperestiya Tirk de komînîstî, erka bîrdoziya linavbirina netewî lîstiye. Em dizanin aliyê enternasyonal ê komînîzmê jî
heye. Tevî ku pêwîste komînîzm bi awayekî rast teysîna xwe li ser wekheviya netewî, dadperweriya netewî û wekheviya maf û pêşketinê netewî bike jî, -Mînak di Yekîtiya Sovyet de sînordar be jî rê ji sepandin û derxistina federasyona vê re vekiriye- di nav Tirkan de bitemamî ber bi encama Kurd nînin ve biriye. Eşkereye ku hinek bûyerên kêm nikarin qûralê giştî biguherin. Bi vî rengî em vê dibînin. Komînîzm jî, di destê netewperestiya Tirkan de amûrekî xizmet ji belavbûna netewî û serdestiya netewî re kiriye. Aliyê serwer ev e. Herweha dema em li dîroka çepgiriya li Tirkiyê dinêrin di her demê de bi helwestekî ji qral zêdetir qrale wê bê dîtin ku ber bi netewperestiya Tirk ve beziye.
Qonaxa derketina PKK’ê heye. Bi salane em di nav şovenîzma civakî de hewl didin têkoşîna xwe bi teşe bikin. Me xwe wek sosyalîst pêş xist, bi netewperestiyê û başverûtiyê re ne di nav şer de, berevajî li ser navê sosyalîzmê yên ketibûn rê û bibûn çavkaniya şovenîzma civakî em bi wan re ketin nav şer. Ev
ne tesadufî ye. Ji ber ku sosyalîzma di destê netewperestiya Tirk û netewperestiya di destê Partiya Komînîst a Tirkiyê de, di pêşketina netewan de, ji bo aliyê erênî yê di rêya rizgariya netewî de ji holê rake mîna erk bilîze ye. Nahêle û dibêje; “Ji bo Kurda sosyalîzm nabe. Dibêje; “Heta li Tirkiyê şoreş pêk neyê ji bo Kurda gotinek kirin jî xelete. Ger hûn bêjin hûn dê berevajî enternasyonalîzmê bikevin.” Tevî ew bi xwe netewperestiyek çar bi çar disepîne, ew berevajî vê enternasyonalîzmê nakeve, daxwaza me ya her tim pirsgirêka netewî bi sosyalîzmê çareserkirin dibe şovenîzm. Heman xapandin ji bo Îslamiyetê jî
derbasdare. Tê gotin; “ Di Îslamiyetê de nijarperestî nîne. Li ser vê bingehê nabe mirov bi Îslamiyetê bihizire.” Lê ya rast ên vê dibêjin di radeya yekem de şovenin; heta dawî Erebparêziyê dikin, Farsparêziyê dikin, Tirkparêziyê dikin, lê Îslamiyet di vê mijarê de ne astenge. Lê ji daxwaza netewekî çewsîner a maf, wekhevî û dadê re dibe asteng! Dema ji Kurdan re hinekî dadperwerî; ji zimanê wan, çand, aborî û ji hemû corê pêşketina civakî û netewî re hinekî azadî tê xwestin, ev dibe nijadperestî! Vaye şovenîzma çavsor bitemamî ev e. Ev, di dîrokê de jî, di roja me ya îro de jî pir bibandore. Ya hatiye serê komînîzmê ev e. Di vê mijarê de jixwe netewperestî, di nav şovenîzma ti sînoran nasnake de ye.
Naxwe, bi salane bi vê şovenîzma civakî re têkoşîn kirina me wateyek xwe heye. Şovenîzma civakî komînîzm yekalî girtiye dest; dibêje; “Ez vê naxim destê netewa bindest, ji netewê bindest tu kes bi çeka sosyalîzmê nikare bikeve nav mijara netewî, yekdestiya vê di destê min de ye, ger tu vê ji destê min bigirî ez dê te mahf bikim, ez dê giliyê te ji Moskova û Ewrûpa re bikim û herweha kir jî.
Bi zorê me karî em afirîneriya sosyalîzmê ango sosyalîzma serbixwe bisepînin. PKK di vê mijarê de bi rastî jî kariye nirxandina welatparêziya hevgirtî baş bike. Nirxandina sosyalîzm
çiye û sepandina wê ya li ser welat serkeftî kiriye. Ev bi têkoşînekdijwar gengaz bûye. Niha em dinêrin, dema têkoşîna me ya rizgarî dikeve qonaxa xwe ya herî encamgir, ji nişkê ve pêkhateyek bi navê
“Hizbûllah” derket holê. Di ronahiya van rastiyên dîrokî de ev pêkhateya di bin navê Hizbûllah de dixwazin bikin bela serê me çiye? Jixwe dema em ji aliyê dîrokî ve mijarê digirin dest jî, ji bo
ronîkirina vê ye. Di roja me de rewşek pir aloz derdikeve holê. Bi hilweşîna sosyalîzma pêkhatî ve hewl didin bi lez bi berçav bixin. Ya rast ezmûna Rus çiqas komînîste îro baştir tê dîtin, nîqaşkirin. Kengî dûrî komînîzmê ketiye? Kengî bûye emperyalîst? Yan jî xisletên wê yên emperyalîst çine? Ev tên nîqaşkirin. Îro sosyalîzma pêkhatî hinekî bandora xwe ji dest daye, bi taybet taxrîbatên bi destê Partiya Komînîst a Tirkiyê hatine kirin ji xeteriyê derketiye. Dîsa li dijberî şovenîzma civakî mafdariya têkoşînê hatiye fêmkirin û ev têkoşîn hatiye serxistin. Lewra xeteriyek ji vî baskî ve bê ne mijara gotinê ye. Ji ber ku têkoşîna vê baş hatiye dayîn û serxistin.
Dê bidome…