NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên Gulîstan Akgol ên HBDH’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di 7’ê Tîrmehê saet di 04:30’an de li Stenbol/Avcilarê li dijî bendergeha ku keştiya seyranê û keştiyên luks lê hene çalakiyeke sabotajê li dar xistine.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li herêma Ambarliyê îskele ji aliyê milîsên me ve hatiye hedefgirtin û di encamê de 7 keştî û keştiyeka seyranê bi temamî hatine rûxandin. Her wiha derb li gelek botên behrê jî hatine xistin.”
Daxuyaniyê wiha dewam kir:
“Yên tên çewisandin li dijî buhabûna jiyanê, birçîbûn, xizanî, tacîzkar û her cure pêkanînên faşîzma AKP-MHP’ê li kolanan in. Karker çalakiyan li dar dixin, jin kolanan naterikînin, gelê Kurd xwedî li vîna xwe derdikeve, Elewî semaya xwe ya azadiyê didomînin, bijîşk û parêzer dirûşmeyên li dijî şîdet-mirin berz dikin… Li hemberî vê pêla berxwedanê, hêzên faşîzmê bi hemû hêza xwe êrîş dike. Em Henîfî Zengîn ê ku di êrîşên li dijî têkoşîna bindestan a li kolanan de rola xizmetkarê herî dilsoz ê faşîzmê dilîze dibînin. Û, em vî kesî û yên wekî wî hişyar dikin. Ger hûn xizmeta êrîş, çewisandin û faşîzmê bidomînin, hûn ê jî mîna şewata van keştiyan, şewita wesayit, mal û milkê xwe temaşe bikin. Ger hûn careke din berdewam bikin, hûn ê berdêlek giran bidin.
Em bi ruhê fedayî yê Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê tên. Em ê bi ruhê fedaî yê Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê li hedefên dijmin ên aborî, siyasî û leşkerî bidin û çalakiyên xwe berdewam bikin.”