COLEMÊRG – Cerdevanên ku ji nava êrîşên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastina Medyayê vegeriyane, diyar kirin ku ji 3’ê tîrmehê û vir ve li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna şerên dijwar diqewimin û li herêmê gelek leşkerên mirî û birîndar hene. Hate hînbûn ku di heman pevçûnan û di nava 4 rojan de, 19 cenaze anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê û 8 cenaze jî anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.
Hate diyarkirin ku piştî karûbarên otopsiyê yên cenazeyên leşkerên mirî, bi 3 balafirên leşkerî yên kargo û yên ku pêdiviyên leşkerî yên tibî, xwarin û amûr tîne Balafirgeha Sellahattîn Eyûbî ya Geverê, cenazeyên wan şandine bajarên wan.
Li gorî agahiyên ku ji cerdevan û çavkaniyên herêmî yên ku beşdarî êrîşên dagirkeriyê yên li herêmê bûne hatin bi destxistin, bi taybetî li herêma Zapê şerê dijwar diqewime û li nexweşxaneyên Sahra û depoyên sar ên li nava herêmê hatine avakirin cih nemaye. Hate hînbûn ku tedawiya nêzî 150 leşkerên birîndar ên li Tugaya Dag Komando ya Colemêrgê didome.
LEŞKER HEWL DIDIN KU RAPOR BIGIRIN Û NEÇIN ŞER
Hate hînbûn ku dema di şer de pêşketin çênabe, leşker raporan werdigirin û hewl didin neçin tevlî êrîşan nebin. Her wiha hat zanîn ku cerdevanan jî hewl daye ku heman tiştî bikin û heke ev pêk neyê dê dest ji cerdevaniyê berdin.