NAVENDA NÛÇEYAN – Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku li Rojavayê Kurdistanê bi pêşketî, ji bo tevahî mirovahiyê bûye hêviya nû ya azadiyê. Bi taybet ji bo jin şoreşa Rojava xwedî wate û girîngiyekî cuda ye, ji ber ku şoreşa 19’ê Tîrmehê ya ku li Rojavayê Kurdistanê, di encama keda 20 salan ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan de bi pêşketî, yekemîn şoreşa jinan ya sedsala 21’yemîn e.
Şoreşa Rojava ku bi pêşengtiya têkoşîna jinan ya di bin dirûşmeya “Jina Azad, Civaka Azade”, li hember hêzên herî teror wekî çeteyên DAIŞ û El-Nûsra, serkeftinên ku tu carî di dîroka mirovahiyê de nehatiye dîtin, bi dest xist. Îro bi projeya Neteweya Demokratîk a Rêberê Gelan Abdullah Ocalan baweriya bi xeyalên azadiyê û pêşeroja azad a mirovahiyê xurt dike. Şoreşa Rojava ne tenê bandor li Kurdistanê kir, li nava tevahiya gelên Rojhilata Navîn û cîhanê jî bandorekî mezin kir. Ji welatên cuda cuda mirov tevlî vê şoreşê dibin, azadiya xwe û pêşeroja xwe di nava şoreşa Rojava de dibînin.
Şoreşa Rojava ya ku bi pêşengiya jinên Kurd, Ereb, Ermen û Suryan pêk hatî, careke din şênber kir ku sedsala 21’ê sedsala azadiya jinê ye. Li ser vê bingehê yek ji jinên ciwan ya ji netewa Ereb ku cihê xwe di nava kar û xebatên rêxistinî ya şoreşê de digire, di 10’emîn salvegera şorea Rojava de, ji ajansa me re axivî.
Jina ciwan Şaza El-Elî ya ji bajarê Tebqayê ku cihê xwe di Yekîtiya Jinên Ciwan digire diyar kir ku, şoreşa Rojava ji bo guhertina jin û îspatkirina hêza jin ji tevahî civakê re rolekî girîng lîst. Heman demê de Şaza destnîşan kir ku wê sala 2022’an bi pêşengtiya jinê wê bibe sala serkeftinên mezin û azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û got; “Di 10’emîn salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê de, em dibêjin wê sala 2022’an bi hêz û têkoşîna jinan wê, bibe sala serkeftinê, heman demê de wê ji bo jinan jî bi xwe re serkeftinên mezin bîne. Ev sal wê bibe sala azadiya Rêber Apo.”
‘Jinana beriya şoreşa Rojava jiyanekî ku her îşkence lê dihat kirin, jiyan dikirin’
Şaza El-Elî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser ferq û cudahiya rewşa jinan ya beriya şoreşê û piştî şoreşê û wiha dest bi gotinên xwe kir; “Navê min Şaza El-Elî, ez ji bajarê Tebqayê me, cihê xwe di Yekîtiya Jinên Ciwan de digrim. Bi rast hatina salvegera şoreşa Rojava, di serî de ez tevahî jinên cîhanê û bi taybet jinên Sûriyê vê roja pîroz ku bi pêşengtiya jinê bi pêşketî pîroz dikim. Jinan di pêşxistina vê şoreşê de rolekî girîng di her qadê de lîstin. Jinan di vê şoreşê de karîbûn xwe bidin îspat kirin û kariye hemû qalibên ku li ser hatine ferz kirin, ku bi taybetî ji aliyê Rêjîma BAIS û DAIŞ’ê ve hatî pêşxistin jî bişkîne. Em wekî Yekîtiya Jinên Ciwan ên bajarê Tebqayê, bi rêxistinbûna xwe, bi dayîna semîner û bi çalakiyan hewl didin, vê fikirên şoreşê bigihînin her jinekî ciwan ya vê bajarê. Jinan di beriya şoreşê de, jiyanekî her îşkence lê dihat kirin jiyan dikirin. Lê belê piştî avabûna şoreşê di giştî civakê de guhertinekî mezin çêbû.”
‘Heya pêkanîna paradîgmaya Netewa Demoqratîk, emê xebatê xwe bidomînin’
Her wiha Şaza axaftina xwe domand û pêkanîna projeya Netewa Demoqratîk misoger kir û got; “Em jî wekî jinên ciwan ên vê şoreşê, emê ji bo mezinkirina nirxên şoreşê xebatê xwe hîn zêdetir bi pêş de bibin. Emê bi têkoşîna jinê ji her kesî re bidin diyarkirin ku jin avakarê şoreşan e. Heya pêkanîna Paradîgmaya Netewa Demoqratîk ya fikirên Rêber Abdullah Ocalan, emê xebatê xwe bê navber bidomînin. Wekî ku Rêber Abdullah Ocalan dibêje “Ji bo ku azadiya civakekê were naskirin, destpêkê azadiya jinê di nava vê civakê de divê were naskirin.”
‘Li hember zihniyeta şoven ku li ser jinê tê ferz kirin, emê têkoşîna xwe bilind bikin’
Şaza axaftina xwe bi vê rengî domand; “Divê em wekî jinên ciwan çalakiyên xwe yên li ser esasê azadiya jinê ku bi pêşdixînin bidomînin. Li hember zihniyeta şoven û olperestiyê ku jiyana kole li ser jinên ferz dike, em têkoşîna xwe bilind bikin. Em wekî Yekîtiya Jinên Ciwan li nava civakê digerin, dixwazin rola jin, hêza jin, îradeya jin ya di nava civakê de bi her kesî bidin fêr kirin. Heman demê de zextên ku li ser jinê tê meşandin çi li malê, çi li kolanan û çi jî li cihê kar, em ji civakê re raxin ber çavan. Jinan li rûxmî hemû zehmetiyan karîbûne bi îradeyekî polayî gavekî mezin bavêjin.”
‘Bi têkoşîna jinê, emê şoreşa Rojava ber bi serkeftinê ve bibin’
Herî dawî Şaza El-Elî bal kişand ser girîngiya têkoşîna jinê ji bo serkeftina şoreşê û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û got; “Di 10’emîn salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê de, em dibêjin wê sala 2022’an bi hêz û têkoşîna jinan wê, bibe sala serkeftinê, heman demê de wê ji bo jinan jî bi xwe re serkeftinên mezin bîne. Bi pêşengtiya jinê, ev sal wê bibe sala azadiya Rêber Apo.”
NC// Îlan Kobanê