NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji dahorandinên Rêbrê Gelan Abdullah Ocalan…..
Ev ji bo netewperestiya paşketî jî wisa ye. Em baş dizanin ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê ve netewperestiya paşketî ya tê ferzkirin PDK ya bi MÎT’ê re hev girtiye. Hîn di salên 1970’ê de xwestin bi destê hinek komeleyên Kurd ferz bikin. Bi destê gelek komên Kurd ên mîna Komelaya Çandê ya Şoreşgerên Demokrat, Rizgarîxwazên Netewa Kurdistanê, Rêya Azadiyê û hwd xwestin neteperestiya paşketî wisa ferz bikin. Hîn jî bi destê Talabanî û Barzanî mêtingeriya Tirk, dixwaze netewparêziyekpaşketî ya wisa serwer bike. Lê belê di şoreşa Kurdistanê de netevperestiya paşketî jî hatiye teşîr û tecrîdkirin. Ev bîst sale li dijberî van me têkoşînek berfireh meşand. Gelik bizavên van ên cuda derketin holê, lê dîsa hêza wan a sereke Talabanî bû. Rêya Azadiyê ya xwe dispêre Barzanî jî xwe wek partiya sosyalîst bi nav dike. Ev bizav ew bihêz kir. Mêtingeriyê di bin navê Rizgarî, Ala Rizgarî, Partiya Demokrat a Kurdistanê, Rizgarîxwazên Netewa Kurdistanê; Pêşeng, Kawa û navên hwd. de xwest bi bandor bibe, lê bingeha vê ya esasî hêzên feodal û eşîretparêz bûn. Herwiha ev bi netewperestiya Tirk re di nav pêwendiyê de bûn, bi taybet jî bi MÎT’ê Tirkan re. Van teva bi hev re dixwestin welatparêziya hevgirtî, pêşketina welatparêziya şoreşgerî bifetisînin. Partiya me PKK’ê li beramberî van têkoşînek hevgirtî meşand. Ji ber ku ev ji komên axa, şêx û eşîretparêziyê pêk dihatin, ji aliyê din ve jî bingehê civakî û kedkariya vî bingehî ji nîvê salên 1970’ê û şûn de em ber bi asanî ronîkirina gel û tecrîdkirina van ve birin. Xulase me di têkoşînek dubendiyê de hem netewperestiya Tirk û hem jî netewperestiya Kurd di nav gelê Kurdistanê de heta dawî teşîr û tecrîd kir. Wek tê zanîn, serdestiya bîrdozî ya PKK’ê di encama vê têkoşînê de hat diyarkirin. Di heman demê de ketina PKK’ê ya arasteyek bihêz a bîrdozî jî li ser esasê serxistina vê têkoşînê pêk hat. Lewra piştî salên 1980’î, dema me berê xwe da vekirinên leşkerî yên gêrîla, li beramberî xwe çi şovenîzma civakî, çi jî bila netewperestiya paşketî be, gelik şêwazên netewperestiya Tirk bersiva xwe girtibû û me wan paşve xistibû. Bi vî rengî me gav avêt nav pêvajoyê.
Pêngava 15’ê Tebaxê, xeta me li ser bingehê serkeftina bîrdozî û siyasî ya beramberî van bizavan ve pêk hat. Bêguman ev pêngava dîrokî di heman demê de berhemê hewldanên dine, lê heta ev serkeftina bîrdozî nehata bidestxistin xwe gihandina pêngava 15’ê Tebaxê ne gengaz bû. Ango serkeftina xeta bîrdozî-siyasî derfet ji vebûnê re vekir. Li ser vê bingehê şer dema em ber bi salên 1990’î ve hatin bû mînaka herî bijare ya sosyalîzma afirîner. Sosyalîzma afirîner hem Başûr pir bandor kir, hem jî herêm. Di heman demê de bû pêşketina mînakek bijare ya ku netewperestiya burjuwa û hemû komên netewparêzên paşketî ku xwe dispartin vê bi erdê re bike yek. Dîsa pêngava 15’ê Tebaxê, komên şovenên civakî, bi taybet jî komên xwe dispartin netewperestiya Tirk bi erdê re dike yek. Li beramberî netewperestiya burjuwaziya Tirk dema ti raqîb neman, pêdivî bi amûrekî êrîşkirina nû dibînin. Lê belê di destê netewperestiya Tirk yan jî rêjîma wî ya herî hov faşîzma 12’ê Îlonê de, ev çek tev bêbandor man. Bêguman ji ber vê pêdivî bi çekên nû heye. Netewa serdest a burjuwa li ser vê bingehê şerê taybet dijwar dike. Faşîzma 12’ê Îlonê, bi taybet êrîşên wê yên di eniya vekirî de bi dijwarî meşand. Rêjîma 12’ê Îlonê ket ferqê ku şerê taybet ê li Kurdistanê dimeşîne tenê bi amûrê leşkerî nikare bê meşandin, şerê heyî têr nake, pêdivî bi şêwazên bîrdozî-siyasî jî heye. Li aliyê din, fêm kir PKK netewperestiya paşketî bê bandor hiştiyê. Di bin rûpoşê sosyalîzmê de dît komên şovenîstên civakî yên nêvengê şîlo dikin jî bê bandor kiriye. Baş dizane êdî bi van çekên xwe nikare li beramberî PKK’ê şer bike yan jî li beramberî şerê Rizgariya Netewî ya Kurdistanê bi xwe sipartina van ber bi pêş ve biçe. Başe, li şûn ve çi di dest de ma? Dubare çeka kevnar! Dîsa dor hat vê çeka hezaran salî! Dîsa wek çekek bîrdozî ev bikaranîn!.. Xisletên paşketî yên civaka Kurd û berdewamkirina rista vê ya neyênî; bi taybet bi destê tarîqatan pir alî parçebûna gelê Kurd; civak ji asta pêşketina netewî dûr girtin, ya çeka kevnî netewperestiya Tirk, heta çeka hemû Siltan û pergalên serdest a Tirka ol anî bîra wan.
Gotin em careke din ol bikar bînin. Jixwe tarîqatgeriya Ozal, Olgeriya Evren ji ber vê ne bêwateye. Bi vî rengî dixwazin pêngavekê bi Tirkbûnê idin qezenckirin. Ev tê wateya dest avêtina çekên kevn. Di encam de wek em dizanin, di dema 12’ê Îlonê de li beramberî tarîqatan eleqeyek mezin hat nîşandan. Mûçe dan gelik kesên qaşo oldar bûn. Navendên bajarên mîna Elih, Amed, Riha û Sîlwanê yên tên naskirin, bi hêlînên tarîqata dagirtin. Ev kar çawa tê kirin? Zarokên heft salî digirin pansiyona. Bi şev û roj dogmayan bi wan didin jiberkirin, ji bo rastiya wan a netewî civakî bidin jibîrkirin ya ji dest tê dikin. Ne ciwan, ne jî zarokekî dihêlin. Hema mîna dema serdema Osmaniyan di Ocaxên Yenîçeriyan de çawa zarokên heft salî yên Xirîstiyan digirin bi zorê û taybet digirin, dikin misilman û dixin bin emrê Siltan, di vê demê de jî hemû zarokê Kurdan digirin, wisa bi destê tarîqatan li beramberî rastiya xwe ya netewî-civakî xiyanetê bi wan didin kirin û mîna xayînekî mezin dikin. Ev berê di dema komkujiya Dersimê de kirin. Wê demê Kemalîzmê ji bo Tirkbûnek resen ev kir. Hemû zarok girtin, di perwerdeyek pir baş a Tirkî re derbas kirin. Piştî komkujiya Dersimê, bi sepandinek Ocaxên Yenîçeriya jî li şûn xwe dihêle zarokên hatin komkirin ji Tirkan baştir wek Tirk hatin mezinkirin. Heta îro jî hinek ji wan wezîrin, generalin. Tirkên çar bi çarin. Vaye ev tev piştî linavbirinê di dibistanan de wek berhemê bişavtinê hatin pêkanîn. Bêguman li cihên din wê Tirkitiyek wisa îro ser negirta. Bi taybet di qadên berfireh ên Kurdistanê de, bi taybet qadên PKK’ê hişyar kirine, zanîna netewî tê de pêş xistiye, di nêvenga şiyariyê de wek li Dersimê bûyî ma wê Tirkitiyek çar bi çar bikariya ser bikeve? Vê carê ne bi çeka netewperestiya Tirk, bi rêbazên Îslamî yên berevajî rastiya xwe ya netewî-civakî dikeve, tarîqatên ji rê hatine derxistin û rêbazên mezhebî yên li şûn de mane helandin, bi şêweyên cuda Tirk kirin û xistina bin emrê Tirkîtiyê hat hizirîn. Niha hinek bizavên olî derketine holê û ev gelik kovara çap dikin. Navê van bizava ne girînge. Li aliyê din bûyera Hizbûllah ya rêxistina herî çavsor heye. Qaşo di Îslamiyetê de nijadperestî nîne, ferqa netewî jî nîne û wisa dibêjin. Dibe ku ji bo wan netew jî nebe, lê em ji van kujer ango çavsoran vê bipirsin: Tu bi kîja zimanî êrîş dikî? Perê te ji ku derê tê? Jiyana te çawa û li ku derê tê rêxistinkirin? Tu di çarçoveya kîja netewî de van bi dest dixî? Bi vê êrîşkariya xwe, mûçeyê xwe, vê jiyana xwe ya çandî-civakî, bi wî ziman û rastiyên xwe yên din tu di kîja çarçoveya netewî de yî? Ser de jî tu dibêjî nijarperestî! Nijadperestiya herî mezin tu dikî! Belê, em bi nijarperestiya ji ya şovenîzma civakî mezintir, nijadperestiya Hîtler a çavsortir re rûbirû ne. Demekê li Rusya nijadperestiya rûreşan hebû. Em dê vê nijadperestiya rûreşî ya Hizbûllah biselmînin, rastiya wan bi zelalî deynin holê. Em nikarin bêjin di nav tarîqatan de jî yên di asta rûreşiyê de ne û ev jî rêxistinên nijadperestên Tirkin. Ji ber ku înkargeriya van jî ya netewî pir çavsorane ye. Rewşa wan naşibe ronakbîrên Kemalîst. Mînak, ronakbîrê Kemalîst şovene, lê hinekî jî zana ye. Îlhan Selçûk Kemalîste, lê belê, pêdivî bitemamî înkar kirina Kurdan nabîne. Lê em li van tarîqat, tarîqatên şoven binêrin: Çar bi çar Tirkparêzin. Her yek ji wan Tirkparêzekî hare. Kurdîtiyê nagirin ser devê xwe jî. Tirkîtiyê bi çavsorî dikin, hem jî bêy ku gotina Tirkbûnê bibîr bînin vê dikin. Dema tu dibêjî Kurd dibêjin; “Ev nijadperestiye.” Bêy ku pîvanekê li berçav bigirin hema qiyametê radikin. Vaye nijadperestiya çavsorî wisa dibe. Naxwe li şûna em ji van tarîqatan re bêjin tarîqatên Îslamî, divê em bêjin çavsorên di bin rûpoşa Îslamî, rûreş yan jî ew bi xwe re, xulase rêxistinên rûreşên şovenîzma Tirk. Ev, bi rastî jî wisa ye.
Faşîzma 12’ê Îlonê, gelo rejîmek giyan-xwîn û pere dide van tarîqata ye? Rejîma wan rêxistin dike ye? Belê. Wê demê çavkaniya Naqşîbendî, Suleymanparêz û Nûrciyan ne diyare? Çavkaniya pere ya hemûyan ma ne ev rejîm yan jî hêzên tarî ne? Ger Tirk bin, Tirk, Ereb bin Ereb, Fars bin Îran yan jî ger çepgir bin nizanim kîja hêz çima van pereyan dide? Gelo pir alîgirê dadperweriyê ne? Di naverastê de îşkence hene, wêrankirina welatekî heye; em ji ziman, ol û çanda gelekî bigirin qirkirina hemû corê çandan heye. Çima ji vê re pere nîne? Çima alîkarî ji vê re nîne, ji înkarkirina netewî, ji pêşketinê xayînên netewî re pere heye? Tu yê bi zimanê Ereba serdestiyê bikî, tu yê bi zimanê Farsa serdestiya mezin bikî, tu yê bi zimanê Tirk netewperestiyê û vê wek pêşketinekê bijî, lê dema Kurd bibin mijara gotinê tu yê bêjî ev nijadperestiye! Bikaranîna ol hinekî wisa tê pêşxistin û rejîma 12’ê Îlonê di vê mijarê de gavek din da avêtin. Evren û Ozal bi xwe ji vê re pêşengtî kirin, tarîqat derxistin holê. Hejmarek zêde tarîqatparêzên sexte û pîr derxistin holê. Ev tenê ne ji bo Sûnîtiyê, ji bo Elewîtiyê jî wisa kirin. Hejmarek zêde Pîrên Elewî û komele, hejmarek zêde tarîqatên sûnî yên Neqşî ji aliyê van bi xwe ve li dervî welat hatin birêxistinkirin. Ya hemû vekirî dibêjin wisa ye: Dibêjin; “Em¸ ji bo pêngava rizgariya netewî ya PKK’ê biçewsînin li Başûr tarîqatê Neqşîbendî, li Bakur Elewîtiyê birêxistin bikin. Me ji Başûr qut nekir, ji Bakur qut bikin; me li Bakur asteng nekir, li Başûr asteng bikin.” Di vê mijarê de wezareta taybet jî ava kirin. Di demê Ozal de Neqşiyên herî mezin, malbata Abdûlkadîr Aksû û derdora silala wî bû. Ew kirin wezîrê karê navxweyî. Îro jî ji demokratên çepgir û yê bi eslê xwe ji Dersimê Mehmet Moxûltay kirin wezîr. Demokratên civakî di cewherê xwe de, yê li heq û hiqûqê kedkaran digerine, lê Mehmet Moxûltay bandora Elewîtiya sexte di serî de li Stenbolê û ji bo li Anadolê pêş bixin, ango ji bo bandora kedkarên di nav refên Elewiya de îstîsmar bikin ew kirin wezîr. Di asta herî jor de, gelik şebekeyên berjewendparêz xistin tevgerê. Ji bo li ser rizgariya netewî ya şoreşger, li ser şerê demokrasiyê şovenîzmê serwer bikin, çi ji destê wan tê wê dikin. Lê belê di dema 12’ê Îlonê de dema ev vekirî dihat kirin jî me, ew zêde cidî negirtin. Tarîqatên di destê wan de çiye, Elewîtî çiye? Ger cewherekî şoreşger ê Elewitiyê heye, yê herî baş wê temsîl dike em in. Ger cewherekî şoreşger ê Îslamê heye, wê jî yê herî baş temsîl dikin em in. Du gotinên ji aliyê ti mezheb û tarîqatan ve bikin nîne. Ew di vê mijarê de nikarin bibin parêzvanê du gotina jî. Ji ber ku van teriqat, van mezheban gelê Kurd li ser piştê û bi tenê hiştine.
Heta endamên hejar ên mezheban, endamên herî hejar ên tarîqatan di nav mercên herî zahmet ên jiyanî de hatine arastekirin û hatine perwerdekirin. Lewra tenê gotinek wan a ji wan re bêjin jî nîne. Ji despêkê ve îdaya me ev bû û li ser vê bingehê bê dirêjkirina gotinê em bi ser wan de diçûn. Ji ber vê jî ji her tarîqatê, mirovên ji van mezheban; hemû mirovên ji rê nehatine derxistin; bi pergalê ve nehatine girêdan me bi lez ber bi refên xwe ve kişandin û em bi zahmetiyên cidî re rûbirû neman. Bi taybet heta salên 1990’î wisa pêş ket. Bi serhildanên piştî salên 1990’î û hinekî pêşketina gêrîla re, rewş jî hatin guhertin. Kurdistan bi gelemperî ber bûyîna qada serweriya PKK’ê ve çû. Van ev dîtin: Bi sedên sale bi xapandina gel, li ser navê mezheparêziyê, siltanî, komarparêzî û tarîqatparêziyê berjewendiyên mezin bidest xistin. Hinek Şêxên Naqşiyan heta vir hatin. Çêkerek wisa avakirine, tê gotin ku xwedî hejmara sedhezaran endamin. Perê ji her endamekî bigirin mîlyara dike. Belê, pênc-deh endam parlemenê wan hene, çen jî wezîr. Ya rast ev şirîkiya dewletê ye. Ger li beramberî wan helwest bigirin, weke ku wê ev deskeft ji dest wan biçe, dikevin nav fikaran. Li aliyê din jî Elewîtî Ewrûpa dorpêç dike. Berjewendiyê gelik seyîd, dede û pîran ji ber helwesta dijber dihejin. Ev bizav bi alîkariya dewletê heta ber bi wan deran ve tê veguhestin. Gelik tarîqatên din hene. Her herêm, her wîlayet ber bi bandora tarîqatekî ve tê kêşandin. Van gelik mirov girtine derdora xwe. Afyon û jahrê bi wan didin vexwarin û ser de jî ev ne di ferqê de ne çi dikişînin. Ji ya vedixwun re dibêjin ava buhiştê. Hêzên serdest bitemamî ev kes ji ser hişê xwe çûne xistine rewşek neyên naskirin. Di rastiyê de avên şuştinê yên herî qirêj jî bi wan nadin vexwarin. Çiye, kerameta şêxe! Vaye ewqas riswabûnê şayanî wan dibînin.
Dê bidome…