NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan…..
Wek me diyar kir, zarokek jî nehiştin. Tev mîna ku wan kor bikin, kesayetên fanatîk ji wan derxistin. Rejîm piştî van teva dike û şûn de ji pêngavek nû bawer kir. Bi vî rengî xencerek din li dilê mirova da.
Ya rast şoreşa Îranê şoreşek piştî sala 1880’ê ye. Îran, li beramberî serdestiya bêgane ya Îslamê hinek taybetmendî bikaranî û helwest pêş xist. Bi vê jî xwest nûnertiya rista bindestan bike. Îranê bi vê helwesta xwe şoreş kir. Bi şoreşê heta dawî Rojhilata Navîn bandor kir; Tirkî jî bandor kir. Di pêwendiyên xwe yên bi Tirkiyê re aliyê nakok girantir bû. Pêvajoya heta salê 1990’î di pêwendiyên bi Ozal re nakokiyên dijwar hebûn. Gişt astek wisa, nûnerên Îranê gotin; “Em naçin Anitkabîrê, em dê serdana Mewlana bikin” û ev jî kirin. Hem jî ev di asta serok wezîr de kirin. Tirkî naçar bû vê tevgerînê qebûl bike. Wer tê fêmkirin, dema bi van aliyan ve hinek tawîzan dide Îranê, hesabê hinek tiştan hêdî hêdî di Kurdistanê de kir. Dibe ku xwestibe vê bêje: “Rizgarîxwaziya netewa Kurd ji bo te jî, ji bo min jî xeteriyeke. Şoreşa Îslamê li dijberî netewperestiya Tirk û Kemalîzmê ye, lê belê ger Rizgariya Netewî ya Kurd di Kurdistanê de pêş bikeve dê ji bo Îranê jî xeterî be. Ev xeterî tenê ne ji bo min e, ji bo we jî xeteriye.” Tirkiye vê ji Ereban re jî dibêje: “Rizgariya Netewî ya Kurdan dijberî berjewendiyê me hemûyane” Dema nûnerê KT’yê çûn Sûrî ev jî gotin. Tirkiye di vê mijarê de her tim bi Iraqê re di nav tifaqê de ye. KT’yê di pêwendiyên xwe yên bi Îranê re, bi şoreşa Îranê re rewş nirxand û hewl da rewşek biguman ava neke. Lê Îran, ji ber hêzek şoreşger bû, dest bi dîtin û berê xwe dayîna hinek pêwendiyan kir. Çawa rewşa rejîma Tirk a ji tawîzdayînê re nêzîk dît nedît, zêdetir ew ber bi xwe ve kişand. KT’yê nûnerên Îranê, ji bo nûnerên Îranê serdena fîlozofê herî mezin ê Fars Mewlana bikin di wateyek siyasî de qebûl kir. Gotin; “Hûn dikarin neçin ser qebra Ataturk, Kemalîzmê nepejirînin” û tawîz li ser tawîza
dan. Heta vê rewşê li Tirkiyê rê li ber nîqaşek mezin vekir. Ev nakokî û pêwendî piştî demekê şûn de, bi taybet êdî dest bi hejandin û darbekirina bandorên, kesayetên nokerî kirine, şêx, axa û reîsên eşîretê di Kurdistanê de dike. Ev bi rastiya di naverastê de rûbirû mayînê dijîn, vaye di vê demê de dikevin nav
berê xwe dayîna KT’yê. Ev derdor berê jî nokerê rejîmên mêtinger bûn, zilamê wan bûn. Teqez tengav bibûn û ji bo parastinê li çareseriyê digeriyan. Paşê di oxira berdêlê xiyanetên xwe giran dayînê de jî, tê zanîn êrîşî tarîqatan kirin. Çareserî himêzkirina ol de dîtin. Jixwe ev çek ji sedê salan bû bikar tanîn. Heta dema hatin welatên Ereba, Sûrî, van nokeran gotin; “Em nûnertiya Erebtiyê dikin.” Heta niha jî diçin Iraqê, qala nirxên kevn ê dîrokî yê Îranê dikin. Ji ber ku hejmarek zêde Azerî li Îranê hene, Şîatî heye. Li ser vê bingehê bi hezaran xwendevan rêxistin kirin û şandin Îranê. Yên şandine hema bêje pêwendiyê hemûyan bi polîsan re heye. Qaşo ji Bakur gelik mirovên Elewî û mezheb Şîa dişînin. Xulase xebatekî rêxistinkirinê meşandin. Li Başûr jî Naqşîbendî birêxistin kirin. Tevgera van a hevgirtî, bi
taybet dema berjewendiyê wan ên darayî zirar dît, ketin tevgerê. Ya rast ev rewş girînge. Her roj nûçeyên nû tên hene. Dibêjin; “PKK, ewqas çek ji me dixwaze, ewqas pere ji me dixwaze, em nikarin bidin.” Hema paşê pêwendiya van ya bi oldariyê re, pêwendiya bi hizbûllah re rengê xwe diyar dike. Vê wek garantî û amûrekî parastinê digirin dest. Bi vî rengî pêdiviya parastina berjewendiyên xwe yên kirêt
dibînin. Ev bi caran hatiye nirxandin. Bêguman şoreşa Îslamî ya Îranê, dixwaze rewşa xwe ya bîrdozî bidomîne. Sînordar be jî dij emperyalîstiya gelê Îranê heye. Hêjî dixwaze şoreşa xwe belav bike. Ya rast hem aliyê vê yê erênî, hem jî aliyên neyênî hene. Lê Îran tevî van hemûyan jî, li gorî çanda xwe ya netewî bi şêweyek guncaw şoreşa Îslamê ji bo pêşketina xwe ya netewî, wek amûrê pêşketina xwe ya mezhebî bikar tîne. Di serî de Kurd, pêşketinê hemû netewên din li berçav nagire. Ji ber ku piraniya Kurda ji mezhebê sûnî ne, rê li ber serwer bikaranîna hêza Şîatiyê vedike. Ji ber vê di naverastê de nakokiyek heye. Netewperestiya Tirk vê nakokiyê bi taybet dixwaze li beramberî PKK’ê bikar bîne. Wê çiqasî bikare vê bikarbîne ne diyare yan jî dikare bêgotin di derbarê çawa bikartîne de zêde delîl nînin. Lê eşkereye ku Hizbûllah bi baskekî xwe ve dixwaze xwe bispêre Îranê. Mirov bêje bi temamî bi Îranê ve girêdayî ye ew jî ne raste. Ji rastiyên di salên dawî de derketine holê tê fêmkirin ku, hizbûllahparêzî bi navendên polîsan, navendê tarîqatên xwecihî û di serî de jî bi rêveberiyên walîtiyên Herêmên Rewşa Awarte re
pêwendiyên xwe hene. Xulase em dibînin bi saziyên rejîma mêtinger a Tirk, saziyên emniyetê ve girêdayîne. Dibe ku Îranê wek amûrê belavkirinê xwestibe bandora wan bikar bîne, lê belê ev rewşa wî ne diyarkere. Dibe ku xwestibin Îranê bikar bînin. Di vê mijarê de pêdivî bi rast tespîtkirina rastiyan heye. Têkiliyên Hizbûllah bi derdorên nokerên xwecihî re pir şênbere. Hema vê jî diyar bikim, ji bo Hizbûllah pênaseya herî zêde derbasdar ev e: Ji aliyê dîrokî ya ber bi înkarê ve dibe aliyên neyênî yên
Îslamparêziya serwer, bi hejandina berjewendiyên çînên serdest ê Kurd ku bi aliyên xwe yên bêgane ji çînên serdest re xulamtî û nokeriyê dikin ve, netewperestiya Tirk yan jî bi bandora şovenîzma civakî ya di rûpoşa Komînîzmê de bi qasî bandora xwe ji dest didin, wek çekek êrîşa nû ya bîrdozî tarîqarparêziyê,
mezhebparêziyê mîna fikrek nû derxistin holê. Li dijberî PKK’ê ev heta dawî bi çek kirin li ser bingehê kuştinê bi rêxistin kirin, ji bo bi zemînê civakî yê kevn ku nokerin karê xwe bidin kirin pêkhateyek nû ye. Dibe ku li ser bingehekî dîrokî yê wisa xwestibin Îranê bikar bînin. Nokerên Kurd jî, heta dawî ji PKK’ê zirar dîtine yan jî PKK’ê wek dijminê xwe yê çînî dibînin, heta ji aliyê netewî ve jî yên xulamtiya çîna serdest dikin û ji beşên ji çîna serdest bêtir xwe serdest dibînine. Ango yên xiyanet li Kurdîtiyê kirine, hêviya dawî ya derdorên nokerên serwer û yên herî diyarker rêveberiyên Herêmên Rewşa Awarte di salek du salên dawî de, şerekî taybet ê bi gîrîngî ji aliyê wan ve hatiye rêxistinkirin û teşebusek kontra
ye. Bêguman, di nav vê Hizbûllahiyê de yên bi awayekî jidil misilmanin, beşên ji şoreşa Îslamî bawer dikin jî hene. Mîna ku di nav Partiya Komînîst a Tirkiyê de hebûna komînîstên jidil, yên
şoreşa Îslamê dixwazin jî hene. Hîkmet Kivilcimli jî endamê Partiya Komînîst a Tirkiyê bû. Kivilcimli di salên 1930’yî de li ser Kurdistanê nivîsî. Lê ev îstîsna ye, çawaniya şoveniya civakî ya Partiya Komînîst a Tirkiyê ji holê ranekir. Naxwe heman tişt, ango hebûna misilmanên durist di bin fermana şerê taybet de
bûyîna amûr a Hizbûllah ji holê ranake. Niha wê hinek Hizbûllahparêz bêjin, ma ewqas neheqî dikare li me bê kirin? Gelo em ewqas xelet dikarin bên nirxandin? Ji ber ku hinekî ji rastiya objektîf dûrin em van dibêjin: raman û darêzên we yên ji rê derketî û pir xeyalî hene. Di nav me de jî gelik mirovên wisa hene. Divê mirov ji wan re vê bêje: Gelo hûn dîroka ol dizanin? Hûn pêwendiya netewî bi ol re dizanin? Hûn
zanin ol li ser Kurdîtiyê çiqasî hatiye bikaranîn? Rastiya Kurdan a tarîqat û mezheban çiye hûn zanin? Bi rejîmê, dewletê re pêwendiya ol çiye hûn zanin? Bi rastiya netewê serdest, pêwendiya wê bi mêtingeriyê re dizanin? Bixwe cewherê şoreşa Îslamê dizanin? Piştî we ev pirs hemû bersivandin, misilmanên
durist dikarin bersivên nêzîkî rastiyê bibînin. Wê demê wê fêm bikin ji çi re bûne amûr û çawa hatine bikaranîn. Em ji bîr nekin piraniya kesên êrîşkar û kujer bikar tînin zarokin. Di van demên dawî de temenê hemû kesên ji pişt ve gule li wan direşînin li derdora 15-20’î ye. Mêjiyê wan şuştine.
Mizgîniya teqez a buhiştê dane hemûyan. Têra xwe dolar xistine bêrîkê wan. Gelo gengaze ku ev di vî temenî de misilmantiyê ji bingeh ve fêr bibin? Ev çarçoveya em vedibêjin jî wê zarokekî temen 15-20 salî misilmantiyê li ku derê fêr bibe? Ev zarok jixwe bêkare, betal û etale, di Kurdistanê de bêkariyek pir mezin heye. Jixwe dewletê bi xwe got; “Em ê kar bidin 15 hezar kesî.” Vaye karê ku da! Karê daye kesên bêkar, beşên tolaz! Lê belê ji bo afirandina hêza lêdanê Misilmantiyê bi şêwazê; “Tu bikujî, tu mucahîdî, bimre jî şehîdî, buhişt li benda te ye” xapandine. Hatiye gotin ku; “Li cîhanê pere li benda te ye.” Camêr dinêre, hem dema bimire cihê xwe xweşe, hem jî cihê wî yê di vê cîhanê de başe. Ya din jî polîs pê re dibe alîkar, çek jî didiyê. Kesayetiyê berê ji rêzê, perê pakêtek cixare bidest nediket, dema alîkariya
çekê û parastina polîs bibîne ma wê di cihê xwe de raweste? Ranaweste û dema jê re bê gotin; “Ji te re biçe bikuje” dê biçe û bikuje. Jixwe her roj, bi destê yên wisa hejmarek zêde welatparêz tên kuştin. Buyer ev e, Misilmantî jî di vê de bitemamî qilifeke. Dema borî li ser bingehê bîrdozî êrîş dikirin. Bandora
şovenîzma civakî dem bi dem berê xwe da tundiyê. Me jî bi tundiyê ew bersivandin. Vê rê ji nîqaşên mezin re vekir. Dîsa jî, netewperestiya seretayî bi me re di nav têkoşînek bîrdozî de bû. Ev jî dem bi dem veguherî tundiyê. Wek di mînaka Rizgarvanên Netewa Kurdistanê de bûyî, me jî bi tundiyê ew bersivandin. Di van mezheb û tarîqatên sexte de jî têkoşîna me, ya rast demek dirêj bû di asta bîrdozî de dimeşiya. Lê belê niha van serî li çekê da. Wer diyare bi tundî bersivandin dê hêjî bidome. Divê mirov
pir baş çawaniya kar li berçav bigire. Hizbûllahiya vê çekê bikar tîne îca çiye? Hizbûllahî çiye? Dema em li vê rastiyê dinêrin, Hizbûllaha vê çekê bikartîne, ango ciwanê di nav xebatan de cih digire wateya peyva Hizbûllah çiye jî nizane. Ji ber ku peyvek Erebî ye. Ya wê kêliyê wî eleqeder dike perê girtiye, çek, îtîbara
bidest xistiye, piştevanî û parastine. Lewra pêdivî bi ronîbûnek pir mezin jî heye. Xefkek mezin, lîstokek mezin danîne holê. Di nav de jî zarokên ji heft saliya xwe ve mêjiyê wan hatiye şuştin bicih kirine. Di asta herî jor de jî zilamên oldar ên di bin fermana MÎT’ê û pergala şerê taybet de hene. Ma yên di tevahiya dîrokê de rênîşanderê Siltanê Osmaniyan bûn ne oldar bûn? Niha jî rênîşanderên êrîşên KT’yê û oldarên wê hene. Mînak ew melleyên sexte Ednan çawa derxistin holê? Bi taybet zarokê dewlemenda tevizandi. Di demên dawî de li Kurdistanê hemû şêxên Neqşî yên xistine tevgerê perwerde kirine û li gorî xwe
zana ne. Her tiştî dizanin, lê belê bi qasî xwe di oxirê de bidin kuştin bi berjewendiyê xwe ve girêdayîne.
Di asta jêr de ciwanên hatine xapandin, li asta jor de jî qaşo oldar, reîsên tarîqatan hev girtine tevgerek wisa ya êrîşa bîrdozî, veguhertine tevgera êrîşên çekdarî. Dibe ku hêza wan sînordar be. Welê zêde bibandor jî nebin. Lê dîsa jî li pişta wan piştevaniyek wîsa ya dîrokî, bingehekî civakî û ya herî girîng jî Rêveberiya Herêmên Rewşa Awarte û şerê taybet bixwe heye. Tê gotin; “Bikuje ez ê te biparêzim.” Herweha heta niha ev li Sîlwanê, Êlihê û Amedê bi polîsan re mil di milê hev de dimeşin. Eşkereye
ku rêveberiya şerê taybet van dikire û dema tên girtin garantiya “Dema tu hatî girtin ez ê te veşêrim” dide. Jixwe di nêvengek bêkariya mîna aşûtê de mezinbûyî de kesên dikarin bi pere bên kirîn, gelik kesên bi taybet hatine perwerdekirin hene. Rûreşên nû ku dixwazin birêxistin bikin, ango tevgera faşîst li ser vê bingehê ye. Tenê xwe di bin bikaranîna navê “Partiya xwedê” de û rêgezên gel jê bawer dike de veşartine. Ev di her demê de wisa bûye. Ev hêz navên herî xweşik li xwe dikin, teoriya herî baş a kar dikin, lê berevajî vê dikin. Her tim di bin navên herî baş de karê herî xirab hatine kirin. Ya ku ev dikin jî xapêneriyek wisa ye.
Dê bidome….