Gerîlayên jin hêdî hêdî li tevahî erdnîgariya welat belav dibin. Em wek yekîneya hevalên jin li ser sînor bicih bûne. Em her kêlî li bendê ne ku rêxistin me bi cihekî ve bişîne. Her yek ji me bi hezaran xeyal di serê xwe de ava dike…
Cîhana hevalan ya fikir û xeyalê ewqas firehe ku hinek diçin Botanê, hinek diçin Dêrsimê, hinek diçin Garzanê, hinek jî diçin Amed û Serhedê. Her hevalekê ji xwe re cihek diyar kiriye. Belê her yek ji wan di cîhana xwe ya xeyalan de çûn serê çiyayekî Kurdistanê, lê hemî vê jî dibêjin; her çiqasî xwesteka me pêk neyê, cardin em amade ne rêxistin me kuve bişîne emê biçin. Lê wexta ez diçim cem wan, hemî bi mereqek mezin li derdor min kom dibin û dibêjin; heval Çîçek ma hunê kengî vesazîbûna me çêbikin. Ez jî ji wan re dibêjim; bibin milîtanê rêxistinê, rêxistin kengî ji were bêje, hunê wê demê biçin.
Lê ya rastîn, ez bi xwe jî gelek dixwazim rêxistin min bişîne qadên hundir. Ez di wê baweriyê de me ku ezê di qadên hundir de gelek xebat bidim meşandin.
Me hevalekî xwe yê din jî winda kir
Hevalên me yên ku çûbûn biryargehê vegeriyan. Ciwanên nû ji me re anîn. Lê min agahiyek bihîst û ev agahî min gelek êşand, barê min gelek giran kir. Hevala Zozan ji min re got; hevalê Rojhat ketiye ava zapê û şehîd ketiye…
Ev agahî ez gelek êşandim û niha jî di pênase kirina hestên xwe de zorahî dikşînim. Ji ber ku ev bû neh salin, hevalê Rojhat di nava şer de ye. Diviyabû gernasî û şehadeta wî ewqas ne hêsan baya. Pir caran dihizirim, ger ez nikaribim bersiva şehîdan bidim, ezê çawa jiyan bikim. Lê ew soza ku min daye gelê xwe, Serokatî û şehîdên şoreşê, wê her demî xwe di ruh û mejiyê min de zindî bihêle. Bi vê wesîlê cardin soza xwe di huzurê we de nû dikim û dixwazim hun bizanin ku, emê xeyalên we yên azadiyê bighînin serkeftinê.
Dola Şîvê
Em grûbek hevalên jin (ez, hevala Fîdan, Xelat û Sozdar) ji bo dîtina cihekî nû çûn biryargeha YAJK’ê. Me cihekî pir xweş dît. Cihê ku me keşif kirî, di Dola Şîvê de ye. Dixwazim xweşikbûna vê evraziyê pênase bikim. Lê nizanim, çawa bînim ser ziman…
Noqta ku emê tê de bicih bibana jora wê kevirên bilind hebûn û jêre wê jî çemê avê diherike. Ev ava ku diherike, pişt re tevlî ava Zapê dibe. Li kêleka avê jî gelek bostan hene. Di wan bostanan de jî gelek darên fêkiyê yên mîna sêv, tirî, hinar û gozan hene. Di bin siya van daran de bayek wisa hênik heye ku hema mirov dixwaze navberekê bidê û hinek xew ve biçe. Her wiha di binya darên gozê de, xaniyên gel henin. Lê mixabin, dijminê ku para xwe ji mirovahiyê negirtiye bi awayekî hovane êrîşê van gundan kiriye û şêniyên gund wêran kiriye. Dayîk, zarok û bavên me ji van xakan koçber kirine.
Baweriya min xurtir dibe
Ev bû demek dirêj di nava partiyê de me. Di van salan de di perwerdeyên gelek bi hêz de derbas bûm. Di Çile’yê sala 1996’an de derbasî qada Rêbertiya partiyê bûm. Nêzî heşt mehan, li qada Rêbertî mam. Min gelek rastî nas kirin. Piştî ewqas derfetên perwerdehiyê, li qada welat derbasî ser wezîfeyê bûm. Ez gelek ji xwe bawer bûm. Min ev hêz û bawerî ji Rêbertî girtibû.
Lê min di asta feraset de zêde xwe kûr nekir. Gelek tecrûbeyên min hebûn û ji partiyê fêr bûbûm wate û giraniya erk girtinê. Pir kesên ku dixwazin ferasetên xwe yên şexsî di nava partiyê de serwer bikin henin. Min destpêkê ev rastî zêde ji hevdû dernedixist. Min bi taybetî di sala 96’an de gelek zehmetiyên şerê çînî kişand. Niha jî van zehmetiyan dikşînim. Ji ber ez nû hêdî hêdî dikevim ferqa vî şerî de. Çeka li hemberî van ferasetan, ew e ku divê em xwe bighînin sekn û feraseta partîbûyînê. Mayîna min a nêzî navendê û ya li qada Zapê hişt ku ez rastiyên van ferasetan baş bibînim û nas bikim. Niha fêm dikim ku şerê PKK’ê yê li dijî dijmin gelek ji şerê hundirîn rihetire. Ji ber dijminê ji derve şêweyê êrîşên wî diyarin. Lê belê ewqas leyîstokên kirêt li ser civaka me ya Kurd hatiye meşandin ku pir caran dikare van kirêtiyan li dijî xwe bi xwe bikar bîne. Paqij kirina van kirêtiyan jî gelek zehmete. Lê dikarim bêjim ku di warê wijdanî de pir rihet im. Ji ber ez nebûme hevkara van ferasetan û ti carî qebûl ne kiriye. Her ku dikevim ferqa zehmetiyên şoreşê, baweriya min a bi partî û serkeftinê xurtir dibe.
Ji Pênûsa fermandar Ş. Çîcek Kiçi