BEHDÎNAN – Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayîk bi wesîleya salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmeha 1982’an li Zindana Amedê hate kirin, ji ANF’ê re axivî. Nirxandina Bayîk bi vî rengî ye.
“Di şexsê çalakvanên 14’ê Tîrmehê de hemû şehîdên azadiyê, demokrasiyê bi bîr tînim, minet û hurmetên xwe ji bo wan diyar dikim. Di meha Tîrmehê de gelek şoreşgerên mezin şehîd ketin. Li gel şoreşgeran gelek welatparêz jî şehîd ketin. Her wiha li ser gelê me yê Elewî komkujî kirin. Ji ber wê meha Tîrmehê meheke welê şehîdên mezin e. Ne tenê di meha Tîrmehê de şehadetên mezin çêbûne. Weke şoreşa Rojava şoreşeke mezin jî ji bo mirovahiyê pêk hat. Dema ku em behsa 14’ê Tîrmehê dikin hevalê Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf, Alî Çîçek hema tê bîra mirovan. Ji ber ku van hevalan çalakiyeke pir mezin kirin. Vê çalakiyê di dîroka tevgera me de û di dîroka gelê me de cihekî xwe yê taybet û rûmet heye. Vê çalakiyê ne tenê li ser partî, milîtanên partiyê, gelê Kurd tesîrek çêkir. Li gel wana li ser gelên Tirkiyeyê tevahî li ser tevahiya rejîma Tirkiyeyê, li ser gelên herêmê, li ser stratejiya NATO’yê bandor kir. Ji ber wê çalakiyeke dîrokî ye, çalakiyeke mezin e. Ew çalakiya di kîjan şertê de pêk hat? Ji bo çi pêk hat? Çi encam bi xwe re anîn? Di vê mirov ji her alî ve vê baş fêhm bike. Berî her kesî jî milîtanên PKK, PAJK’ê, mirovên welatparêz lazim e baş fêhm bikin. Rastiya vê çalakiyê, ruhê wê, hestê wê, armancên wê, pîvanên wê, kesayetiya wê baş fêhm bikin, ew ê di nava wan de guhertinên mezin çêbike. Kesayetiyên mezin bi pêş dixîne. Tê zanîn, NATO ji bo ku armancên xwe li Rojhilata Navîn bi taybetî pêk bîne, stratejiyeke daniye pêşiya xwe. Stratejiya Îslama Siyasî. Dixwest bi vê stratejiyê hem sosyalîzma Sowyetê dorpêç bike, hem jî karibe li ser Rojhilata Navîn hegemonya xwe pêş bixîne. Li ser wî esasî karibe li cîhanê hegemonya xwe xurtir bike, xwe bê alternatîf bike. Dewleta Tirkiyeyê jî dewleteke NATO’yê bû, wesfa ku NATO’yê da dewleta Tirkiyeyê li ser wê stratejiyê bû. Ji ber ku yê hem li Rojhilata Navîn vê stratejiyê bimeşîne, hem jî Sowyetê dorpêç bike di nava NATO’yê de bi esasî dewleta Tirkiyeyê ye. Ji ber wê li Tirkiyeyê bi Kenan Evren, bi generalan derbeke leşkerî kirin. Ji bo karibin stratejiya xwe pêk bînin, Tirkiye ji bo wê stratejiyê lazim e bihata birêxistinkirin. Eger nehata rêxistinkirin nikarîbûn ew stratejiya ku danîbûn pêşiya xwe bi cih bînin.
ARMANCA 12’Ê ÎLONÊ BÊBANDORKIRINA HÊZÊN DIJBERÊ NATOYÊ BÛ
Lewma armanca darbeya leşkerî ya Tirkiyeyê çi bû? Pêşî karibin tevgera Kurd a azadiyê tasfiye bikin, li Tirkiyeyê tevgera sosyalîst demokratîk tasfiye bikin, Tirkiyeyê li ser wê stratejiyê amade bikin, li ser wî esasî dewleta Tirkiyeyê li ser Rojhilata Navîn jî hêza ku li dijî NATO’yê hemûyan bêtesîr bike û Rojhilata Navîn li gorî wê stratejiyê amade bikin. Bi vî rengî karibin hem Sowyetê dorpêç bikin û têk bibin hem jî Rojhilata Navîn bi dest bixin û li ser wî esasî karibin li cîhanê armanca xwe pêk bînin. Ji bo wê generalên Tirkan li ser wan armancan li Tirkiyeyê hikumekî faşîst bi pêş xistin. Hem li dijî tevgera azadiyê ya Kurd hem jî li dijî tevgera sosyalîst demokratîk a li Tirkiyeyê. Tirkiye kirin zindanek. Hemû rêxistin, tevgerên azadî û demokrasiyê, edalet, wekhevî dixwestin çûne ser û xistin zindanan. Xistin binê êşkenceyê. Darve kirin, êşkence kirin, lînç kirin. Yanî li Tirkiyeyê, li Kurdistanê çi hêzên muxalîf li derve nehiştin. Yên girtin girtin, yên derketin derve derketin, yên din hemû xistin zindanan, li zindanan jî xwestin wan temamî teslîm werbigirin. Ji ber wê êşkenceyeke bêsînor kirin. Gelek zindan bi wî rengî temirandin, berxwedanên li wan deran hemû temirandin. Zindana ku li dijî hikumê 12’ê Îlonê disekinî zindana Diyarbekir bû. Zindana Diyarbekir ti carî li ber dewleta Tirkiyeyê stuyê xwe xwar nekir. Esat Oktay Yildiran anîn zindana Diyarbekir bi taybetî. Wî êşkenceyên taybet li zindanê kir. Xwest ku bi wî rengî îradeyê bişikînin, hemû şoreşgeran teslîm werbigirin, ku zindana Diyarbekir bikin qebristan hem ji bo PKK’ê hem ji bo gelê Kurd. Eger li zindana Diyarbekir ew armanc pêk anîn, li ti zindanê berxwedan namîne. Di nava civakê de jî li Tirkiyeyê ti berxwedan namîne. Wê demê karibin bi rehetî faşîzmê li Tirkiyeyê bidin rûniştandin. Wê wextê Tirkiye li gorî stratejiya NATO’yê dikare wesfa ku wergirtiye bi rehetî pêk bîne. Wer hesab dikirin ku di wê armancê de gavên mezin avêtine, wê karibin encamê werbigirin. Ji ber ku tevgera sosyalîst a demokratîk, azadî li derve bêdeng kiribûn. Hemû cihên wan, qestên wan, dengên wan girtibûn. Tiştek nehiştibû. Li zindanan jî gelek zindanan dest ji berxwedanê berdabûn.
LI AMEDÊ GOTIN ‘YA DEWLET YA JÎ PKK WÊ BI SER BIKEVIN’
Li tevahiya Tirkiyeyê Mamak mabû, hema hema berxwedana wê jî şikestibû. Tenê zindana Diyarbekir mabû. Bi hemû hêza xwe dihate ser zindana Diyarbekir. Eşkere digotin; ‘ya dewletê qezenç bike, ya PKK wê qezenç bike. Em dewlet in, îmkanên me hene, her tişt di destê me de ne, hûn jî di zindana me de ne, dinya jî li pişt me ye, alîkariya me dike, hûn nikarin encamê werbigirin. Hûn ê hêza dewleta Tirkiyeyê bibînin. Dewleta Tirkiyeyê wê qezenç bike. Hûn bê sebep li ber xwe didin. Dest ji vê berdin. Dest ji PKK, Rêber Apo, vê xetê, gelê Kurd, li nirxên mirovahiyê berdin. Xwe bikin Tirk, têkevin xizmeta dewleta Tirkiyeyê. Wê demê hûn dikarin bijîn. Wekî din ji bo we îmkanê jiyanê nîne’. Şerekî psîkolojîk, taybet li zindana Diyarbekirê dimeşandin. Li gel wê jî êşkence bêsînor dikirin. Ji birçîbûnê heta heqaret û lînçê, di nava laximan de hiştin, xwarina nebaş dayinê, ku çi tê aqlê mirovan ew dikirin. Welê fêhm dikirin ku di encamê de wê bigihêjin armanca xwe. Yanî çiqasî li ber xwe didin jî dawiya dawî wê dest jê berdin. Bi wê hêviyê diçû ser zindana Diyarbekir. Li zindana Diyarbekirê hevalên ku pêşengî ji têkoşînê re dikirin, hinek di navenda PKK’ê de cih girtibûn. Yanî hevalên pêşeng bûn. Çawa li derve kar kiribûn, li zindanê jî dîsa wesfê xwe pêk dianî, dîsa pêşengî dikirin ji bo hevalên li zindanê. Wextê ku hikumê faşîst li ser zindana Diyarbekir bi hemû îmkanên xwe disekinî ku her kes li derve bêdeng kiribû û wer hesab dikir ku êdî gihîştiye encamê, ji ber ku êdî li Tirkiye û Kurdistanê yên li dijî hikumê faşîst ê leşkerî berxwedaneke xurt nebû. Li Kurdistanê gelek berxwedan çêbû, şehadet çêbû. Bi esasî jî tevgera şoreşgerî sosyalîst, demokrat çi li Kurdistanê çi li Tirkiyeyê derketin derve. Bi giranî berê xwe dabûn qada Rojhilata Navîn, li gel tevgera Fîlîstînê. Ji ber ku hikumekî faşîst li Tirkiyeyê pêş ketibû, tevgera şoreşger jî li dijî wê şerekî, berxwedaneke xurt bi pêş nexistibû, derketibû derve, di gelek tevgeran de şikestin jî çêbû. Di kadroyên gelek tevgeran de şikestin, ketina moralê, bêbawerî û dudilî, li gel hinekan êdî berê xwe nedan Tirkiye, Kurdistanê, berê xwe dan Ewropayê çêbû.
XWESTIN BERÊ TEVGERA ME BIDIN EWROPAYÊ
Di nava tevgera sosyalîst demokrat û azadî de gelek pirsgirêkên giran li derve ve rû dabûn. Ne tenê li derveyî me di tevgerên din de ev pirsgirêk hebûn. Li ser tevgera me jî hinek zext hebûn. Hinek destwerdan hebûn. Dixwestin ku berê tevgerê jî bidin Ewropayê. Ji bo tevger careke din berê xwe nede welat. Karekî welê hinek dewletan jî dimeşand, hinek ên ji xwe re digotin em şoreşger in, wan jî dimeşand, di nava me de jî yên weke Semîr wana ew kar dimeşand. Rêber Apo ji bo pêşî li koçberiyê, tasfiyeyê bigire gelek kar kir. Bi şev û roj xebitî. Di nava şert û mercên giran û şer de, di nava bêderfetiyê de li ser kadro sekinî. Hem ji aliyê îdeolojîk ve bi rêxistin kir hem jî ji aliyê leşkerî ve. Pêşiya ew karê ku dixwestin berê tevgerê bidin Ewropayê û tasfiyeyê bikin, girt. Di kadro de kombûnek çêkir, careke din li ser armancên tevgerê, xeta tevgerê kadro ava kir. Û amade kir. Berê kadro da welat. Dema ku Rêber Apo ew kar dimeşand, li zindana Diyarbekir jî bi pêşengiya hevalên Xeyrî, Mazlûm wan de têkoşîneke bêhempa dihate kirin.
BERXWEDANA LI ZINDANÊ JI RÊBER APO RE BÛ ALÎKAR
Wê têkoşînê alîkariya Rêber Apo kir. Rêber Apo li têkoşîna li zindana Diyarbekirê sûd wergirt ku karibe pirsgirêkan bi hêsanî çareser bike, karibe tevgerê komî ser hev bike û berê tevgerê bide welat. Ew berxwedana li zindana Diyarbekir çêbû, berxwedana li Rojhilata Navîn çêbû hevdu temam kir. Li ser vê bingehê gerîla berê xwe da welat, Botan. Li ser wê pêngava 15’ê Tebaxê pêk hat. Eger li zindana Diyarbekir ew berxwedan nebûya, li qada Rojhilata Navîn jî ew karên ku Rêber Apo pêş dixist, wê bi zehmetî pêk bihata. Berxwedana zindana Diyarbekir, di wê berxwedanê de ew çalakiya 14’ê Tîrmehê pêşiya hemû ferasetên derveyî xeta PKK’ê ji holê rakir. Xizmet ji karên Rêber Apo kir. Ji ber wê ji xwe Rêber Apo di nirxandinê xwe de got, ‘Li welat heta ku me 15’ê Tebaxê bi pêş xist, zindana Diyarbekir têkoşîn dimeşand. Wêya PKK temsîl kir, gel temsîl kir, ji bo me derfet û firsend çêkir ku em karibin li Rojhilata Navîn xwe amade bikin û daxwazên wan pêk bînin’. Dijmin dixwest ku zindana Diyarbekir bike qebristan ji bo PKK ji bo gelê Kurd. Di şexsê PKK’ê de jî dixwest Tirkiye bike qebristan. Karekî welê dimeşand. Hevalên Mazlûm, Kemal, Xeyrî, Akîf, Alî Çîçek, Ferhat ewna ew fêhm kirin. Ji ber wê di destê wan de tiştek nebû, tenê îdeolojiya wan hebû û canê wan hebû. Bi vê li dijî dewleta Tirk a faşîst, dagirker qirker sekinîn.
HÊZA PKK’Ê Û KURDAN NÎŞANÎ ESAT OKTAY DAN
Esat Oktay digot, ‘Hûn ê hêza dewleta Tirkiyeyê bibînin’. Van hevalan jî hêza PKK’ê, gelê Kurd nîşan dan. Şerekî dewlet û PKK hate meşandin. Di wî şerî de PKK mezin qezenç kir, dewleta Tirkiyeyê winda kir. Temamî şerekî îradeyê li wir hate meşandin. PKK tevgereke ji xwe îradeyê bû. Destpêkirina xwe destpêkirina îradeyê ye. Rastiya vê tevgerê li ser wî esasî ye. Li zindana Diyarbekir jî şer li ser îradeyê hate meşandin. Şerekî îradeyê bû. Ji ber ku tenê îdeolojî û canê wan hebû. Bi vê li dijî dewleta Tirkiyeyê li zindana Diyarbekir şer kirin. Wekî din derfetên xwe nebû. Li dijî dewleta Tirkiyeyê ew şer li wê zindanê kirin. Negotin, derfetên me nîne, zindana Diyarbekir e, li ser me hovîtiyeke mezin tê kirin, tiştê ku em bikin nîne. Berevajî wê gotin, em ê li dijî vê zilmê bisekinin, em nahêlin ku ev dewlet vir bike qebristan ji bo PKK, ji bo gelê Kurd. Em ê vê derê bikin keleha berxwedanê. Ji ber wê çi gotin? Gotin, berxwedan jiyan e. Teslîmiyet jî xiyanet e. Ew ji bo xwe kirin esas. Di xwe de xiyanet bi temamî kuştin. Bi her alî ve berxwedan ji xwe re kirin esas. Berpirsyariyeke dîrokî dan ser milê xwe. Çareserî bi pêş xistin, ev yek ji xwe re kirin esas. Ji ber ku rastiya PKK’ê, rastiya milîtanên PKK’ê di her şert û mercî de wergirtina berpirsyariyê bû. Rastiya PKK, milîtanên PKK’ê di her şert û mercî de afirandina çareseriyê bû. Li gel wan serketin ji bo xwe wergirtin bû. Çalakvanên 14’ê Tîrmehê ew berpirsyarî, ew çareserî û serketin ji xwe re kirin esas. Ew çalakiya ku kirin ji bo wê pêk anîn. Ji bo ku li ser vê esasî çalakî kirin jî encameke mezin wergirtin û bi dewleta Tirk jî dan windakirin. Derba yekemîn li derbên leşkerî ket. Heta wê demê wer fêhm dikirin ku gihîştin armanca xwe. Lê belê bi çalakiya 14’ê Tîrmehê re dîtin ku ew karê ku kirin hemû bêencam e. PKK ew bêencam hiştin. Derî vekiribûn ji bo PKK, ji bo gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê, ji bo sosyalîst, demokratên Tirkiyeyê. Heta 12’ê Îlonê Demîrel, Ecevît jî xistibûn zindanê, hemû partî û sazî girtibûn. Wê çalakiyê ew derî hemû vekirin. Suleyman Demîrel, Ecevît ku paşê bûn reîsî cûmhûr, serokwezîr, ev hemû di encama wê çalakiyê de çêbûn. Rêber Apo, PKK, milîtanên PKK’ê ne tenê ji bo PKK, gelê Kurd xizmet kirin. Ji bo gelên Tirkiyeyê jî, partî û saziyên Tirkiyeyê jî xizmeteke welê mezin kirin. Nehiştin ku ew rejîma rûnê li serê gelan, li serê mirovahiyê bibe bela.
TENÊ CAN Û ÎDEOLOJIYA WAN HEBÛ
Çalakiya 14’ê Tîrmehê xeta Rêber Apo di şertê pir zor û zehmet de, di nava bêderfetiyê de xiste meriyetê. Ew pêk anî. Dema ku mirov xeta Rêber Apo baş fêhm bike, pêk bîne, mirov dikare encamên mezin çêbikin. Ev ne girêdayî ye bi derfetan. Eger mirov li îmkanan behs bike, di destê wan hevalan de ti îmkan tune bû. Tenê canê wan, îdeolojiya wan hebû. Bi îradeyeke xurt li dijî dijmin sekinîn. Hem jî li dijî dewleteke weke dewleta Tirkiyeyê sekinînin. Di nava bêderfetî, zor û zehmetiyê de derbên mezin li wê dewletê xistin û serketin bi dest xistin.
Eger tevgerek li zindanê xwe ispat neke, kes bi wê tevgerê bawer nake. Ji ber ku di nava civakê de yê ku ji bo civakê pêşengiyê dikin, digirin û dixin zindanan. Ku li zindanan ew teslîm wergirtin rehet dikarin civakê teslîm bigirin. Ji ber ku civak bêpêşeng dimîne. Yê ku pêşengiyê dikin, yên ku zane, yên ku ruh didin dixin zindanan. Eger ew teslîm wergirtin êdî li derve kes nikare li ber xwe bide. Eger ku li zindanê teslîm nebûn, ku li ber xwe dan, siyaseta desthilatdar û dijmin pûç kirin, wê demê civak bi wê tevgerê bawer dike. Eger ku civaka Kurd bi PKK, Rêber Apo bawer kir, sedema wê ew berxwedana li zindana Diyarbekir û serketî ye. Derbeke mezin li dagirkeriya Tirk xist. Ji ber wê gel bi tevgerê bawer kir, tê de cih girt û ji her alî ve lê xwedî derket. Ji ber wê got PKK em in. Eger ew berxwedan nebûya û ew berxwedan bi ser neketibûya ti carî gel alîkar nedikir, di vê tevgerê de cih negirt, ev tevger bi pêş nediket.
14’Ê TÎRMEHÊ PÎVANA PARTÎBÛNÊ XURT KIR
Çalakiya 14’ê Tîrmehê pîvana partîbûnê, pîvanê welatparêziyê xurtir kir, bilind kir. Ruhek di partiyê de, li nava kadro û milîtanan û gel çêkir. Bi her kesî ev da fêhmkirin; şert çi dibe bila bibe, derfet çi dibe bila bibe eger ku mirov xwe di azadiyê de kilît bike, mirov dikare dijminê pir mezin bisekine û encamê werbigire. Ev yek bi her kesî da fêhmkirin. Yanî karaktera şoreşa Kurdistanê çi ye, karaktera dewleta Tirkiyeyê çi ye, li dijî vê dewletê divê mirov çawa bisekine ku karibe encamê bi dest bixe, rastiya wê, pîvana wê bi her kesî da fêhmkirin. Ji ber wê ew ruhê ku Rêber Apo bi pêş xist wê çalakiyê mezintir kir, gihand asteke bilind. Êdî ji wê nizmtir, ne partîtî dibe ne welatparêzî dibe. Ev bi her kesî da fêhmkirin.
XEYRÎ DÛRMÛŞ KÊLIYEKÊ JÎ JI BO ŞEXSÊ XWE NEJIYA
Xeyrî Dûrmûş çi got? Got, dema ku ez şehîd ketim hûn dikarin li ser qebrê min binivîsînin, deyndar e. Halbûkî vî hevalî dema ku li derve jî bû, dema li zindanê jî bû ti carî qisûrek nekir, temamiya jiyana xwe xist xizmeta gelê xwe, azadî û demokrasiyê, xist xizmeta hevaltiyê. Ji bo xwe kêliyekê jî nejiya. Jiyana xwe xist xizmeta partî, hevaltî, şehîdan, gel, mirovahiyê. Yanî mirov nikare bêje deyndar e. Eger ku wî hevalî ji bo xwe got, ez deyndar im, yên ku piştî wê di tevgerê de cih girtin, di partiyê de cih girtin lazim e xwe hîn bêhtir deyndar bibînin. Her welatparêzek divê xwe hîn bêhtir deyndar bibîne. Hevalê Xeyrî Dûrmûş bi vê pîvanek danî. Yanî ku tuyê partîtiyê, welatparêziyê bike, êdî pîvan ev e, ji vê nizmtir pîvan nabe. Ew da pêşiya her kesî. Ew pîvana ku Rêber Apo destnîşan kir, yek jî çi bû? Tu çi bike, tu yê bes nebîne, tu yê têr nebîne, tu yê timî kêm bibîne, tu yê zêdetir, baştir, xweştir bike. Hevalê Xeyrî Dûrmûş ew pîvana partîbûnê danî pêşiya her kesî. Ji ber wê got, ez deyndar im wer bibîne.
KEMAL PÎR PÎVANA NÊZÎKATIYA LI JIYANÊ DIYAR KIR
Hevalê Kemal Pîr got, ne ku em dixwazin ji vê êşkenceyê rojek beriya rojekê xilas bibin, em mirinê didin pêş çavên xwe. Em ji bo ku jiyaneke azad qezenç bikin em jiyana xwe didin. Jiyana me xizmeta vê dike, em ji bo vê dikin. Em ji jiyanê pir hez dikin. Ji bo em jiyanê qezenç bikin em vê dikin. Ev jî pîvaneke Rêber Apo ye. Rêber Apo çi got? Got, ya em ê bi azadî bijîn ya jî jiyana ku me ji holê radike em ti carî weke jiyanê nabînin, em wê li xwe heram dikin, em qebûl nakin. Eger jiyanek wê hebe, wê li ser azadiyê be. Hevalê Kemal Pîr jî ew pîvana partîbûnê danî pêşiya her kesî. Yanî her kes wê jiyanê bi vî rengî fêhm bike, bi vî rengî nêzî jiyanê bibe, wê çawa li Kurdistanê jiyana azad biafirîne, wê xwe di wê de kilît bike, ji bo wê bijî, têbikoşe. Eger mirinek jî hebe li ser wê esasê bû.
HEVALÊ AKÎF GOT ‘EZ NE BI MALBATA XWE LÊ BI PARTIYA XWE VE GIRÊDAYÎ ME’
Hevalê Akîf, dîsa pîvanên vê tevgerê danî pêşiya her kesî. Dema ku dikeve çalakiya 14’ê Tîrmehê dewlet ji bo dest ji wê çalakiyê berde, meseleya malbatê jî tînin pêşiya wî. Ew heval red dike. Yanî ez ne girêdayî malbatê me, meseleyeke min ew nîne, li pêş min, di armanca min de ne malbat heye, welat heye, partiya min heye, serokatiya min heye, gelê min, hevalên min hene. Ez ji bo wê têdikoşim. Têkoşîna min li ser vî esasî ye, hûn nikarin tiştekî din bidin pêşiya min. Red dike.
ALÎ ÇÎÇEK DIJMIN RED KIR
Alî Çîçek ciwanek e. Di temenê xwe yê ciwantî de tevlî tevgerê bû. Têkoşiya, hate girtin, li zindanê jî ti carî stuyê xwe li ber wan dananî. Di hemû çalakiyan de cih girt. Çalakiya weke ya 14’ê Tîrmehê de bi cesaret, bi biryar cih girt. Dijmin çiqasî xwest ku nekeve wê çalakiyê, dijmin bi destê xwe da bin lingê xwe.
Yanî van çalakvanan pîvanên tevgerê danîn pêşiya her kesî. Bilind kirin. Ji ber wê Rêber Apo got, van hevalan rêya şoreşa me ronahî kirin. Û pîvanê wê ji bo me danîn. Êdî ji bo her kesî pîvan ew in, kes nikare li wan nizmtir pîvanekê bide pêşiya we. Ji ber wê xizmeta ku ji bo partî, milîtanên partiyê kirin pir mezin e. Em deyndarê wan e, îro jî em dixwazin deynê xwe ji bo wan hevalan bidin. Li ser wî esasî em dimeşin.
14’Ê TÎRMEHÊ RUHÊ RABÛNA LI BER XIYANETÊ YE
Ruhê 14’ê Tîrmehê ruhê azadî û demokrasiyê ye. Ruhê serketinê ye, ruhê li dijî desthilatdariyê, koletiyê, xiyanetê, teslîmiyetê disekine. Ruhê ku ti carî rêya rehet, îmkanan nade pêşiya xwe. Şert çiqas zor dibe jî, îmkan çiqasî kêm jî be têkoşîn esas wergirtin, di wê de jî serketin esas wergirtin heye. Di wî ruhî de, di her şertî de rabûna bi berpirsyariyê heye. Di her şert û mercî de afirandina çareseriyê ye. Berpirsyarî û çareseriyê bi ser dixîne. Di wî ruhî de îradeyek, dilekî pir mezin heye. Di wî ruhî de, di hevaltiyê de xwe kilîtkirin, ji bo hevaltiyê jiyankirin, ti carî li hevalê xwe xiyanetnekirin, timî hevalê xwe ji xwe mezintdîtin, hurmeta li hevalên xwe heye. Timî hêza çareseriyê bi pêş dixîne. Di wî ruhî de rabûna li ber desthilatdarî û koletiyê heye. Xwe di azadiyê de kilît de dike. Azadiyê jî di azadiya jinê de dibîne. Wê dike bingeha azadiyê. Di wî ruhî de hezkirina li welat, gel, mirovahî û xwezayê heye. Ti carî welatê xwe, xaka xwe naterikîne, gelê xwe naterikîne. Di her şertî de ji bo wan têdikoşe. Têkoşîna ku xizmetê ji gel, însaniyetê, azadiyê, demokrasiyê û welat nake ti carî qebûl nake. Di wî ruhî de ji bo xwe rojekê, kêliyekê jî najî. Xwe ji her alî ve dixe xizmeta gelê xwe, mirovahiyê, partî, hevaltî, Rêber Apo. Vê yekê ji xwe re dike esas û tê de israr dike. Ti carî bi pêşketina razî nabe, bes nabîne. Ji bo xwe sînor danîne. Timî sînoran radike hem ji bo xwe hem ji bo hevalên xwe hem jî ji bo gelê xwe. Ev esas in. Timî di vî ruhî de xweperwerdekirin, nûkirin û paqijkirin heye. Yanî rexne û rexnedayîn esas e. Rûyekî paqij e. Ti carî bêedaletiyê, neheqiyê qebûl nake. Gemariyê qebûl nake. Kêmasî, şaşitiyê, windakirinê qebûl nake. Ruhekî welê ye ku bi temamî bi serketinê ve girêdayî ye. Ev ruh ruhê Rêber Apo ye. Ruhê ku Rêber Apo di nava PKK, PAJK û milîtanên wan de afirandiye. Ji ber ku li derveyî vî ruhî tiştek nabe bersiv ji bo gelê Kurd. Gelê Kurd ji mirinê dernaxe, nade jiyankirin, paşeroja wî gelî nake garantiyê. Rêber Apo ji ber ku rastiya dijmin, rastiya civaka me baş fêhm kiriye li ser wî esasî ev ruh afirandiye. Kes nikare wî ruhî teslîm werbigire. Ew ruh timî ji bo xwe hêzê çêdike. Hêza azadiyê, demokrasiyê, serketinê çêdike. Ji ber wê kes nikare wî ruhî teslîm werbigire. Ew ruh ên ku dixwaze teslîm werbigire bêtesîr dike. Ev jî di jiyanê de derketiye û her kes wê dibîne. Ji ber ku ev tevger tevgereke jin û ciwanan e, li ser taybetmendiyên wan, ruhê wan hatiye avakirin, li ser wê taybetmendî û ruhî dimeşe, ji ber wê bi pêş dikeve, bi ser dikeve.
DIVÊ HER KES DEYNÊ XWE YÊ JI BO HEVALA DÎDAR BIDE
Dixwazim mînaka hevala Dîdar bidim. Van rojana di şerê Zapê de li Metîna şehîd ket. Di televîzyonan de her kesî guhdarî kir. Li Elmanyayê mezin bûbû. Li Elmanyayê xwendibû. Piştre çûbû li Emerîkayê xwendibû. Paşê ew jiyana wan deran hemû da aliyekî, berê xwe da Kurdistanê. Hat tevlî nava refên gerîla bû. Birayê wê jî beriya wê şehîd bûbû. Ne got, birayê min şehîd bûye, ez neçim. Negot, jiyana min baş e, derfetên min baş e, ez neçim. Ew derfetên Ewropa, Emerîka hemû danî aliyekî. Dikarîbû li wir jiyaneke rehet bijiya, di nava derfetan de bijiya. Zor û zehmetî jiyan nekiribûya. Lê belê wê welatê xwe, gelê xwe û têkoşîna ku ji bo gelê Kurdistanê, mirovahiyê tê kirin ji bo xwe kir esas. Eger ku hevaleke weke Dîdar li Ewropa berê xwe daye hatiye welat û cihê xwe di nava gerîla de girtiye, ku ji bo gelê xwe têkoşiya ye, li wir şehîd ketiye hemû ciwanên gelê Kurdistanê, hemû jinên gelê Kurdistanê dikarin ji vê yekê ji bo xwe encamê werbigirin. Lazim e jî derbixe. Ya ku layiqî wan e, kesayetiya hevala Dîdar e. Eger ku wê hevalê ew rêya daniye pêşiya xwe, her ciwanek, her jineke Kurd lazim e wê bide pêşiya xwe. Kurdîtî jî ew e, sosyalîzm jî ew e, demokratîkbûn jî ew e, mirovbûn jî ew e. Wekî din ti carî mirov nebêje ez welatparêz im, ez şoreşger im, ez sosyalîst im. Çawa şoreşgerên 14’ê Tîrmehê pîvan danîn, wê hevalê jî pîvan danî. Ne tenê ji bo ciwanan, jinan, ji bo tevahiya civakê danî. Yanî ku tu dixwaze bi azadî bijî, rêya wê ew e. Wekî din rê nîne. Wer berê xwe dayin Ewropa, Emerîka, cihên din, li dû hin derfetên madiyatê bezîn te nade jiyankirin. Ku tu dixwaze bijî rêya wê ew e ku tu berê xwe bide welatê xwe. Tu yê di welatê xwe, gelê xwe, şehîdên xwe, têkoşîna xwe de xwe timî kilît bike. Ew te dide jiyankirin. Hevala Dîdar ew bi her kesî da fêhmkirin. Ji ber wê em deyndarê wê hevalê ne. Divê em deynê xwe bidin.
BI RUHÊ HATIYE AFIRANDIN DIVÊ TÊKOŞÎN BÊ MEŞANDIN
Çawa li zindana Diyarbekir Xeyrî, Kemal, Mazlûman, Akîf, Alî Çîçek, Ferhat wana têkoşîneke bêhempa bi pêş xistin, pelekî nû vekirin, pîvanê welatparêziyê, partîbûnê, milîtanbûnê bilind kirin, îro jî em dibînin li Zap, Metîna Avaşînê vê xetê, vî ruhî di asteke bilind de tê jiyankirin. Çawa çalakvanê 14’ê Tîrmehê ruhê gelê Kurd, hêviya gelê Kurd mezin kirin, hêza gelê Kurd li dijî dewleta Tirk diyar kirin, hêza PKK’ê nîşan da hem jî di şertên weke zindana Diyarbekirê de, îro ew milîtanên li Zap, Avaşîn û Metînayê têkoşînê dikin, fedaîtiyê dikin, dîrokê dinivîsînin jî weke wana ne tenê ruh didin gelê Kurdistanê, ruh didin mirovahiyê. Hêzên demokrasî û azadiyê, bi têkoşîna wan û hêviya xwe metintir dikin. Encama ku ew têkoşîna çêdike, li ser vî esasî ye. Di vê têkoşînê de jinên Kurd hene, ciwanên Kurd hene. Vana ti carî ji bo xwe wê têkoşînê nakin. Çawa li zindana Diyarbekirê wan hevalan li nava zor û zehmetiyê de, li nava bêderfetiyê de şerekî îradeyê kirin, tenê bi îdeolojî û canê xwe ew şer qezenç kirin, yên ku niha li Zap, Avaşîn û Metînayê wê têkoşînê dikin jî heman weke wan di şertên pir zor û zehmet de, di nava derfetên pir kêm de û li dijî dijminekî weke NATO de hêza duyemîn e, disekinin. Li dijî hemû balafir, top, tank, fuzeyan, kîmyasalan, çekên taktîk ên nukleer, bombeyên pir mezin disekinin. Bi coş disekinin û canê xwe didin. Lehengiyên mezin, dîrokiyeke mezin didin jiyankirin. Hêza PKK’ê, gelê Kurd bi her kesî dide naskirin, dide fêhmkirin. Şerekî mezin tê kirin. Eger îro li wan herêman ew şer di asteke bilind de tê kirin, ku derbên mezin li dijmin dixin, ew ruhê ku Rêber Apo afirandiye, ew ruhê Xeyrî, Kemal, Mazlûman, Akîfan wergirtiye, di zindana Diyarbekir de di asta bilind de pêk aniye. Zîlan bêhtir asta wê bilind kir. Îro qehremanên, fedaiyên Metîna, Zap, Avaşînê jî ew bilindtir kirine. Ji wan pîvanan nizimtir milîtanî nabe, welatparêzî nabe. Li pêş çavên her kesî fedaîtiyê dikin, bi gelê Kurd didin qezençkirin, bi mirovahiyê didin qezençkirin. Yên ku hevalên wan bin, yên ku dixwazin bi wan re hevaltiyê bikin, ew pîvanên ku wan danîne wê ji bo xwe bikin esas. Gelê Kurd, gelên li Kurdistanê, yên ku li dijî dagirkerî, qirkerî faşîzmê ne, wê van pîvanan, nirxên ku ew diafirînin ji bo xwe bikin esas. Baweriya min ew e ku ne tenê gelê Kurd li her çar parçeyan, gelên Rojhilata Navîn jî, sosyalîst, hêzên demokrasî û azadiyê jî wê li ser wî esasî têkoşîna xwe bi pêş bixînin. Û her ku diçe jî paradîgmaya Rêber Apo, xeta Rêber Apo, ew ruhê ku ji bo mirovahiyê afirandiye, pîvanên daniye, exlaqa ku afirandiye ji bo xwe esas werdigirin. Li ser wî esasî pêngavan diavêjin, kes êdî nikare pêşî li wê bigire. Êdî Rêber Apo, PKK, milîtanên PKK, jinên PKK’î, ciwanên PKK’î, gelê PKK’î hatiye naskirin. Di ruhê her kesî de cih girtiye, her ku diçe wê hîn mezintir cihê xwe bigirin.”