NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji dahûrandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan……
Di her demên vesaziyên civakî de rastî vê rewşê hatin gengaze. Di sosyalîzma pêkhatî de bi destê netewa serdest a Rus em baş dizanin ristek wisa hatiye lîstin. Ev, tenê di netewperestiya xwe dispêre kapîtalîzmê de nîne. Sosyalîzma pêkhatî ya Rusan jî li ser pir gelan bandorek pir bihêz a şovenî kiriye û bûye sedema pêşketinek wisa. Eşkereye ku, li dijberî gelên din pêşketina netewa Rus li pêşe. Heta dem bi dem derketiye asta hêmanên emperyalîst. Herweha sedema herî mezin a hilweşîna wê jî çavkaniya xwe ji vê xisleta emperyalîst digire. Lenîn hîn berî bimre vê dibêje; “Gelo Stalîn dê bibe amûrê şovenîzma Rus? Herweha di roja me de derdikeve holê di vê fikara xwe de mafdar bûye. Rewşek hevşêwa ya Hz. Muhamed jî heye. Hz. Muhamed serdestiya Ereba dibîne. Ji ber vê jî dibêje; “Divê serdestiya Ereban li ser Ecema nebe” lê tevî vê jî ev serdestî pir diyare. Paşê ev çawa ber bi xwe belavkirinê û linavbirinê dibe vê zane. Ya dixwazim bêjim, bîrdoziyên rê ji şoreşên mezin re vekirine paşê emperyalîstbûna wan, ji emperyalîzmê re xizmetkirina wan ne bûyerek kêm tê dîtine. Ev, wek di netewperestiya kapîtalîst de di Îslamiyetê de heyî di sosyalîzma pêkhatî de jî rewşa ku hatiye serê şoreşên sosyalîste. Ev ji rêderketineke û yek ji gelê herî zêde nêzîkatiyên vê yên xeter jiyaye jî gelê Kurdistanê û rastiya wî ya netewî ye.
Dem bi dem me ev nirxandin kir: Hinek pêvajoyên girîng ên dîrokî ya têkîliya Îslamiyetê bi rastiya me re, ne li ser binhega temsîlkirina cewhera şoreşgerî û dadperweriyê, berevajî li ser bingeha linavbirina rastiya me, rê ji newekhevî û bêdadiyê re vekirinê bûye. Bi rastî, ketina Îslamê ya nav mercên Kurdistanê, ji aliyê xwe yê şoreşger wêdetir bi şêweya xwe ya emperyalîstî bûye. Hem ji aliyê bîrdozî, hem aborî, civakî û siyasî ve belavbûnên Îslamî, pir kêm cih dide pêşketina netewî ya Kurd. Beşek girîng ya van xalan ji holê rakiriye. Berpirsyarê vê yê sereke jî, çîna serdest a beşê Kurde. Hêjî dema em li wê çîna noker a roja me ya îro dinêrin ji qral bêtir qralparêze, beşên Îslamî, Tirk yan jî nizanim kîja beşan ji ber vê sedema dîrokî ye. Heman tişt dikare ji bo netewperestiya kapîtalîst jî bê gotin. Di bin serdestiya Tirkan de netewperestiya ji Rojava ve hat veguhestin di Kurdan de, netewîkirina Kurdan de bi qasî Îslamiyetê bibandor bûye. Yek ji sedemên herî girîng ê durûtiya netewbûna Tirkan netewperestiya kapîtalîste. Bîrdoziya netewperestiya kapîtalîst, di destê serdestên Tirkan de di netewbûnê de amûrê bîrdozî herî girîng ê duwemîne. Çawa ku Îslamiyet di hewldanên berterafkirina Kurdan û dîsa ji holê rakirina pir gelan de rista amûr lîstiye, di netewperestiya kapîtalîst de jî, bi taybet di sedsala dawî de li dijberî gelên din, mînak ji bo Ermen, Rûm û gelê Balkanan, veguheriye amûrê bi komkujiya linavbirinê. Di dema borî de netewperestiya Tirkan gel qetil dikirin û linav dibirin, niha jî vê bi netewperestiyê dikin. Li Anadolê bermahiyên van bi pergal paqij dike. Ji vê berfirehtir jî li ser Kurdan sepandiye. Bi taybet di dîroka komarê de netewperestiya kapîtalîst a Tirk, hewl dide tişta Îslamiyetê di 900 salî de kir temam bike. Dixwaze serdestiya Tirka bi rêya amûrê hişmendiya kapîtalîst temam bike û hewl dide bi yekkirina herdukan bikeve êrîşê. Çawa derfeta Kurdbûnê ji Îslamê re nehatiye nasîn, ji Kurdbûna netewperestiyê re jî derfet nayê dayîn. Netewperestî li vir taybet a Tirka ye. Ev hişmendî ji aliyê wan ve esase.
Misilmantiya serwer tenê ayîdî Tirka ye. Bi êrîşên di roja me de di dîroka cîhanê de hewl didin Kurdistanê ji netewbûn û civakbûnê dûr bixin û vê ser bixin. Naxwe ji bo netewperestiya kapîtalîst di nav me de nebe bûyerek netewî, berevajî vê, di destê çîna serdest de bûyîna amûrê linavbirin û tinekirinê, rastiyek pir cidî ye. Dema nîqaşên netewperestiyê tên kirin divê mirov di vê mijarê de baldar be: Netewperestî bi aliyê xwe yê netewa serdest di nav netewa bindest yan jî di pêşketina wî ya netewî de rista xwe çiye? Pêwîste ev bitemamî bê ronîkirin. Em dikarin komînîzmê jî li ser vê zêde bikin. Bi destê Partiya Komînîst a Tirk komînîzma hat pêşxistin, wek şêweyê Netewperestiya Tirk pêş ketiye. Jixwe şovenîzma civakî, tê wateya veguherîna amûrê bîrdoziya komînîst yan jî sosyalîst a belavbûna şoveniya netewî. Di serî de dîroka Partiya Komînîst a Tirkiyê di vê wateyê de, di bin rûpoşê komînîstî de xistine bin xizmeta netewperestiya Tirk. Hîn berî damezrandina komarê daxwaza M. Kemal a damezrandina Partiya Komînîst, ji aliyê netewperestiya Tirk ve komînîzm çawa wek amûrekî xwestine bikar bînin derdikeve holê. Zilam komînîzmê jî bi navê partiya komînîst wek rêxistinek netewî dixwaze di arasteya armancên xwe de bikar bîne. Ya rast dibe ku damezrandina partiyek komînîst bi niyetek baş jî be. Lê belê ji ber ku Partiya Komînîst a Tirkiyê wek partiyek komînîst ji netewa şoven, heta partiya komînîst a M. Kemal pê difikirî jî şoventir bû, wê di netewbûna Tirk de wek xalek balkêş bikar tîne. Herweha Partiya Komînîst a Tirkiyê ji partiya komînîst a M. Kemal zêdetir vediguhere partiyek komînîst a netewî, aliyê wê yê şovenîzma Tirk li pêşe. Rastiya netewî ya Kurdan înkar dike û heta ji Kemalîstan zêdetir hov û başverû ye, divê bê çewsandin. Em dizanin ku M. Kemal wisa gotiye. Xulase di destê netewperestiya Tirk de komînîstî, erka bîrdoziya linavbirina netewî lîstiye. Em dizanin aliyê enternasyonal ê komînîzmê jî heye. Tevî ku pêwîste komînîzm bi awayekî rast teysîna xwe li ser wekheviya netewî, dadperweriya netewî û wekheviya maf û pêşketinê netewî bike jî, -Mînak di Yekîtiya Sovyet de sînordar be jî rê ji sepandin û derxistina federasyona vê re vekiriye- di nav Tirkan de bitemamî ber bi encama Kurd nînin ve biriye. Eşkereye ku hinek bûyerên kêm nikarin qûralê giştî biguherin. Bi vî rengî em vê dibînin. Komînîzm jî, di destê netewperestiya Tirkan de amûrekî xizmet ji belavbûna netewî û serdestiya netewî re kiriye. Aliyê serwer ev e. Herweha dema em li dîroka çepgiriya li Tirkiyê dinêrin di her demê de bi helwestekî ji qral zêdetir qrale wê bê dîtin ku ber bi netewperestiya Tirk ve beziye.
Qonaxa derketina PKK’ê heye. Bi salane em di nav şovenîzma civakî de hewl didin têkoşîna xwe bi teşe bikin. Me xwe wek sosyalîst pêş xist, bi netewperestiyê û başverûtiyê re ne di nav şer de, berevajî li ser navê sosyalîzmê yên ketibûn rê û bibûn çavkaniya şovenîzma civakî em bi wan re ketin nav şer. Ev ne tesadufî ye. Ji ber ku sosyalîzma di destê netewperestiya Tirk û netewperestiya di destê Partiya Komînîst a Tirkiyê de, di pêşketina netewan de, ji bo aliyê erênî yê di rêya rizgariya netewî de ji holê rake mîna erk bilîze ye. Nahêle û dibêje; “Ji bo Kurda sosyalîzm nabe. Dibêje; “Heta li Tirkiyê şoreş pêk neyê ji bo Kurda gotinek kirin jî xelete. Ger hûn bêjin hûn dê berevajî enternasyonalîzmê bikevin.” Tevî ew bi xwe netewperestiyek çar bi çar disepîne, ew berevajî vê enternasyonalîzmê nakeve, daxwaza me ya her tim pirsgirêka netewî bi sosyalîzmê çareserkirin dibe şovenîzm. Heman xapandin ji bo Îslamiyetê jî derbasdare. Tê gotin; “ Di Îslamiyetê de nijarperestî nîne. Li ser vê bingehê nabe mirov bi Îslamiyetê bihizire.” Lê ya rast ên vê dibêjin di radeya yekem de şovenin; heta dawî Erebparêziyê dikin, Farsparêziyê dikin, Tirkparêziyê dikin, lê Îslamiyet di vê mijarê de ne astenge. Lê ji daxwaza netewekî çewsîner a maf, wekhevî û dadê re dibe asteng! Dema ji Kurdan re hinekî dadperwerî; ji zimanê wan, çand, aborî û ji hemû corê pêşketina civakî û netewî re hinekî azadî tê xwestin, ev dibe nijadperestî!
Vaye şovenîzma çavsor bitemamî ev e. Ev, di dîrokê de jî, di roja me ya îro de jî pir bibandore. Ya hatiye serê komînîzmê ev e. Di vê mijarê de jixwe netewperestî, di nav şovenîzma ti sînoran nasnake de ye.
Naxwe, bi salane bi vê şovenîzma civakî re têkoşîn kirina me wateyek xwe heye. Şovenîzma civakî komînîzm yekalî girtiye dest; dibêje; “Ez vê naxim destê netewa bindest, ji netewê bindest tu kes bi çeka sosyalîzmê nikare bikeve nav mijara netewî, yekdestiya vê di destê min de ye, ger tu vê ji destê min bigirî ez dê te mahf bikim, ez dê giliyê te ji Moskova û Ewrûpa re bikim û herweha kir jî.
Bi zorê me karî em afirîneriya sosyalîzmê ango sosyalîzma serbixwe bisepînin. PKK di vê mijarê de bi rastî jî kariye nirxandina welatparêziya hevgirtî baş bike. Nirxandina sosyalîzm çiye û sepandina wê ya li ser welat serkeftî kiriye. Ev bi têkoşînek dijwar gengaz bûye. Niha em dinêrin, dema têkoşîna me ya rizgarî dikeve qonaxa xwe ya herî encamgir, ji nişkê ve pêkhateyek bi navê “Hizbûllah” derket holê. Di ronahiya van rastiyên dîrokî de ev pêkhateya di bin navê Hizbûllah de dixwazin bikin bela serê me çiye? Jixwe dema em ji aliyê dîrokî ve mijarê digirin dest jî, ji bo ronîkirina vê ye. Di roja me de rewşek pir aloz derdikeve holê. Bi hilweşîna sosyalîzma pêkhatî ve hewl didin bi lez bi berçav bixin.
Ya rast ezmûna Rus çiqas komînîste îro baştir tê dîtin, nîqaşkirin. Kengî dûrî komînîzmê ketiye? Kengî bûye emperyalîst? Yan jî xisletên wê yên emperyalîst çine? Ev tên nîqaşkirin. Îro sosyalîzma pêkhatî hinekî bandora xwe ji dest daye, bi taybet taxrîbatên bi destê Partiya Komînîst a Tirkiyê hatine kirin ji xeteriyê derketiye. Dîsa li dijberî şovenîzma civakî mafdariya têkoşînê hatiye fêmkirin û ev têkoşîn hatiye serxistin. Lewra xeteriyek ji vî baskî ve bê ne mijara gotinê ye. Ji ber ku têkoşîna vê baş hatiye dayîn û serxistin. Ev ji bo netewperestiya paşketî jî wisa ye. Em baş dizanin ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê ve netewperestiya paşketî ya tê ferzkirin PDK ya bi MÎT’ê re hev girtiye. Hîn di salên 1970’ê de xwestin bi destê hinek komeleyên Kurd ferz bikin. Bi destê gelek komên Kurd ên mîna Komelaya Çandê ya Şoreşgerên Demokrat, Rizgarîxwazên Netewa Kurdistanê, Rêya Azadiyê û hwd xwestin neteperestiya paşketî wisa ferz bikin. Hîn jî bi destê Talabanî û Barzanî mêtingeriya Tirk, dixwaze netewparêziyek paşketî ya wisa serwer bike. Lê belê di şoreşa Kurdistanê de netevperestiya paşketî jî hatiye teşîr û tecrîdkirin. Ev bîst sale li dijberî van me têkoşînek berfireh meşand. Gelik bizavên van ên cuda derketin holê, lê dîsa hêza wan a sereke Talabanî bû. Rêya Azadiyê ya xwe dispêre Barzanî jî xwe wek partiya sosyalîst bi nav dike. Ev bizav ew bihêz kir. Mêtingeriyê di bin navê Rizgarî, Ala Rizgarî, Partiya Demokrat a Kurdistanê, Rizgarîxwazên Netewa Kurdistanê; Pêşeng, Kawa û navên hwd. de xwest bi bandor bibe, lê bingeha vê ya esasî hêzên feodal û eşîretparêz bûn. Herwiha ev bi netewperestiya Tirk re di nav pêwendiyê de bûn, bi taybet jî bi MÎT’ê Tirkan re. Van teva bi hev re dixwestin welatparêziya hevgirtî, pêşketina welatparêziya şoreşgerî bifetisînin. Partiya me PKK’ê li beramberî van têkoşînek hevgirtî meşand. Ji ber ku ev ji komên axa, şêx û eşîretparêziyê pêk dihatin, ji aliyê din ve jî bingehê civakî û kedkariya vî bingehî ji nîvê salên 1970’ê û şûn de em ber bi asanî ronîkirina gel û tecrîdkirina van ve birin. Xulase me di têkoşînek dubendiyê de hem netewperestiya Tirk û hem jî netewperestiya Kurd di nav gelê Kurdistanê de heta dawî teşîr û tecrîd kir. Wek tê zanîn, serdestiya bîrdozî ya PKK’ê di encama vê têkoşînê de hat diyarkirin. Di heman demê de ketina PKK’ê ya arasteyek bihêz a bîrdozî jî li ser esasê serxistina vê têkoşînê pêk hat. Lewra piştî salên 1980’î, dema me berê xwe da vekirinên leşkerî yên gêrîla, li beramberî xwe çi şovenîzma civakî, çi jî bila netewperestiya paşketî be, gelik şêwazên netewperestiya Tirk bersiva xwe girtibû û me wan paşve xistibû. Bi vî rengî me gav avêt nav pêvajoyê. Pêngava 15’ê Tebaxê, xeta me li ser bingehê serkeftina bîrdozî û siyasî ya beramberî van bizavan ve pêk hat. Bêguman ev pêngava dîrokî di heman demê de berhemê hewldanên dine, lê heta ev serkeftina bîrdozî nehata bidestxistin xwe gihandina pêngava 15’ê Tebaxê ne gengaz bû. Ango serkeftina xeta bîrdozî-siyasî derfet ji vebûnê re vekir. Li ser vê bingehê şer dema em ber bi salên 1990’î ve hatin bû mînaka herî bijare ya sosyalîzma afirîner. Sosyalîzma afirîner hem Başûr pir bandor kir, hem jî herêm. Di heman demê de bû pêşketina mînakek bijare ya ku netewperestiya burjuwa û hemû komên netewparêzên paşketî ku xwe dispartin vê bi erdê re bike yek. Dîsa pêngava 15’ê Tebaxê, komên şovenên civakî, bi taybet jî komên xwe dispartin netewperestiya Tirk bi erdê re dike yek. Li beramberî netewperestiya burjuwaziya Tirk dema ti raqîb neman, pêdivî bi amûrekî êrîşkirina nû dibînin. Lê belê di destê netewperestiya Tirk yan jî rêjîma wî ya herî hov faşîzma 12’ê Îlonê de, ev çek tev bêbandor man. Bêguman ji ber vê pêdivî bi çekên nû heye. Netewa serdest a burjuwa li ser vê bingehê şerê taybet dijwar dike. Faşîzma 12’ê Îlonê, bi taybet êrîşên wê yên di eniya vekirî de bi dijwarî meşand. Rêjîma 12’ê Îlonê ket ferqê ku şerê taybet ê li Kurdistanê dimeşîne tenê bi amûrê leşkerî nikare bê meşandin, şerê heyî têr nake, pêdivî bi şêwazên bîrdozî-siyasî jî heye. Li aliyê din, fêm kir PKK netewperestiya paşketî bê bandor hiştiyê. Di bin rûpoşê sosyalîzmê de dît komên şovenîstên civakî yên nêvengê şîlo dikin jî bê bandor kiriye. Baş dizane êdî bi van çekên xwe nikare li beramberî PKK’ê şer bike yan jî li beramberî şerê Rizgariya Netewî ya Kurdistanê bi xwe sipartina van ber bi pêş ve biçe.
Başe, li şûn ve çi di dest de ma? Dubare çeka kevnar! Dîsa dor hat vê çeka hezaran salî! Dîsa wek çekek bîrdozî ev bikaranîn!.. Xisletên paşketî yên civaka Kurd û berdewamkirina rista vê ya neyênî; bi taybet bi destê tarîqatan pir alî parçebûna gelê Kurd; civak ji asta pêşketina netewî dûr girtin, ya çeka kevnî
netewperestiya Tirk, heta çeka hemû Siltan û pergalên serdest a Tirka ol anî bîra wan. Gotin em careke din ol bikar bînin. Jixwe tarîqatgeriya Ozal, Olgeriya Evren ji ber vê ne bêwateye. Bi vî rengî dixwazin pêngavekê bi Tirkbûnê bidin qezenckirin. Ev tê wateya dest avêtina çekên kevn. Di encam de wek em dizanin, di dema 12’ê Îlonê de li beramberî tarîqatan eleqeyek mezin hat nîşandan. Mûçe dan gelik kesên qaşo oldar bûn. Navendên bajarên mîna Elih, Amed, Riha û Sîlwanê yên tên naskirin, bi hêlînên tarîqata dagirtin. Ev kar çawa tê kirin? Zarokên heft salî digirin pansiyona. Bi şev û roj dogmayan bi wan didin jiberkirin, ji bo rastiya wan a netewî civakî bidin jibîrkirin ya ji dest tê dikin. Ne ciwan, ne jî zarokekî dihêlin. Hema mîna dema serdema Osmaniyan di Ocaxên Yenîçeriyan de çawa zarokên heft salî yên Xirîstiyan digirin bi zorê û taybet digirin, dikin misilman û dixin bin emrê Siltan, di vê demê de jî hemû zarokê Kurdan digirin, wisa bi destê tarîqatan li beramberî rastiya xwe ya netewî-civakî xiyanetê bi wan didin kirin û mîna xayînekî mezin dikin. Ev berê di dema komkujiya Dersimê de kirin. Wê demê Kemalîzmê ji bo Tirkbûnek resen ev kir. Hemû zarok girtin, di perwerdeyek pir baş a Tirkî re derbas kirin. Piştî komkujiya Dersimê, bi sepandinek Ocaxên Yenîçeriya jî li şûn xwe dihêle zarokên hatin komkirin ji Tirkan baştir wek Tirk hatin mezinkirin. Heta îro jî hinek ji wan wezîrin, generalin. Tirkên çar bi çarin. Vaye ev tev piştî linavbirinê di dibistanan de wek berhemê bişavtinê hatin pêkanîn.
Bêguman li cihên din wê Tirkitiyek wisa îro ser negirta. Bi taybet di qadên berfireh ên Kurdistanê de, bi taybet qadên PKK’ê hişyar kirine, zanîna netewî tê de pêş xistiye, di nêvenga şiyariyê de wek li Dersimê bûyî ma wê Tirkitiyek çar bi çar bikariya ser bikeve? Vê carê ne bi çeka netewperestiya Tirk, bi rêbazên Îslamî yên berevajî rastiya xwe ya netewî-civakî dikeve, tarîqatên ji rê hatine derxistin û rêbazên mezhebî yên li şûn de mane helandin, bi şêweyên cuda Tirk kirin û xistina bin emrê Tirkîtiyê hat hizirîn.
Niha hinek bizavên olî derketine holê û ev gelik kovara çap dikin. Navê van bizava ne girînge.
Dê bidome..