NAVENDA NÛÇEYAN –
Bi sedan salan e li kurdistanê li dijî kurdan, li dijî hebûn û nasnameya kurdan êrişek herî qirêj ê li ser ti civak û gelan nehatiye pêkanîn, tê meşandin. Şêwazên qetilkirina herî dij mirovî, şêwazê asîmilasyona herî zirav bi taybetî dû sed salên dawiyê ji aliyê hişmendiya faşîst û dewleta dagirker ku hebûna xwe li ser van qirkirinan daye avakirin ve li ser vê nasnameyê hat pêkanîn.
Dema ku li hemberî van pêkanînan kurd serî rakirin li Agirî beton rijandin ser ew bedenên wêrek ên ji bo azadî û mîsogeriya hebûna xwe serî rakirin û li ser wiha nivîsandin: ‘Kurdistana xeyalî li vê derê veşartiye’. Li geliyê Zîlan dema ku çem bi rojan rêngê sorê bixwîn diherikî pêyamekê dan vî gelî. Dema ku li Dersîmê ew bûyerên hov ên li dijî gel dihat pêkanîn pêyameke ji vê gelê re didan. Ev pêyamek bû ji bo hemû gelê Kurd ku digotin ‘vayê ger hûn li hemberî me serî hildin, wê hebûna we di bin vê betonê de be, an jî ewê çemê we bi xwîna we biherike’!
Vayê, faşîzm bi salan e vê pêyamê dixwaze bi me bide dûbarekirin.
Hemû cîhan bibe yek jî nikare li hemberî vê îradeya ji pola bisekine
Li hemberî vê pêyamê tevgera azadiya Kurdistanê, PKK bi pêşengtiya Rêber APO serî hilda. Di meşa azadiyê ya 50 salan zêdetir de, her roj û her kêlî li tevahî Kurdistanê derbên mezin li faşîzmê hat xistin. Ew faşîzma dewleta Tirk ku xwe li ser qirkirina gelan daye avakirin û bi van qirkirinan dixwest pêyamên zirav dida gelê Kurd, di vê 50 salî de nekariye tu tiştê bike.
Ji ber ku tevgera me PKK xwedî birdoziyek kûr e. Ev birdozî xwe dispêrê hêza ku mirov ji hebûn û nasnameya xwe digre. Ev birdozî ye ku li Werxelê, Tepê Sor û beriya wê li Garê û hêj beriya wê bi destana Zapê û gelek mînakên wekê vê gerîla hemû polîtîka û hişmendiya faşîzmê têk bir.
Gelek kes dibêjin ev çi hêz e ku dikare li hemberî teyareyan, her cûre teknîk û çekên kîmyewî dikare têbikoşe. Vayê, ev ew hêz e ku heqbûna xwe ji dîroka xwe digre, xwe dispêre dîroka xwe, hebûna xwe, birdozî û felsefeya Rêber APO ya ku li hemberî ti êrişan, ti daxwazê tinekirinan serî natewîne, têdikoşe û bi ser dikeve.
Lewra di vê nivîsa xwe de min vê dirûşmeyê destpê kir: An serkeftin, an serkeftin!. Gerîla her sihar beriya ku rojê pêşwazî bike bi vê diruşmeya serkeftinê dest bi roja xwe dike. Ev ne tenê dirûşmeyekî ye. Ev rihekî ye, gerîla ew e ku di her kêliyê jiyanê de serkeftinê di kesayeta xwe de ava dike û li hemberî faşîzmê jî bi vê awayê têdikoşe û bi ser dikeve. Lewra jî xwedî vîn û îradeyekî ji pola ya. Ne faşîzm dikare vê îradeyê bişkîne û ne jî hemû cîhan bibe yek nikare nikare li hemberî vê îradeyê bisekine.
Ji serkeftinê wêdetir ti rêyek cûda nîne!
Belê gerîla li berxwe dide, wê li ber xwe bide jî. Lê li vê derê ya girîng ew e, dê gelê kurd, bi ciwan, jin û tevahiya civakê çiqasî xwedî li gerîlayên xwe derbikeve? Dijminên me bi sedan salan e li hemberî me şer dike, li kû derê bibîne dixwaze li wir tine bike. Ji bo tine bike jî çi tiştê ji dest tê dike, bi milyonan pere di ber vê şerê de dide razandin. Ger ku ev dijmin li ku derê me bibîne li wir lê dide, wê demê ev mafekî me yê rawa ye ku em jî li kû derê bibînin li dijmin bidin. Çi li çiyê, çi li bajêr û deştan dijmin, dijmin e. Ev dijmin çi dewleta Tirk a faşîst e û çi jî rastiya xiyanet û hevkariyê ya ku li hemberî azadiya gelê kurd astengiya herî mezin dide avakirin e.
Divê ev rastî bi ti awayê neyê jibîrkirin. Her kî be bila be, yê ku li hemberî azadiya gel dibe astengî, dibe kelem ew kes ji ‘dijmin’ wêdetir pênaseya ti tiştekî din nake. Weke gelê Kurd jî di nav vê şerê de tiştekî ku em wenda bikin nîne û ji serkeftinê wêdetir ti rêyek me yê cûda jî nîne. Di nav vê şerê hebûnê de her kesek divê destê xwe bixwe bin kevir de. Ew Newroza ku pêyama azadiyê ji qadan bilind bû, divê bi hêza wê Newrozê dirûşmeyên azadî û sereftinê carekê din ji qadan bilind bibe. Dema dema xwedî derketina li erk û berpirsiyariyên xwe yên dîrokî ye. Çawa ku faşîzm li her derê ye, emê jî li her derê li faşîzmê bidin û têk bibin.
Lewra ez jî di dawiya vê nivîsa xwe de ev dirûşmeya ku di her gotinê de hêzek mezin dide min dûbare dikim:
AN SERKEFTIN, AN SERKETIN!
Ji pênûsa Nepen Stêrk