NAVENDA NÛÇEYAN – Çêbûna zêhniyeta civakî bi çalakiya perwerdeyê pêk tê, bi çalakiya perwerdeyê re aqlê civakî xwe li gorî şert û mercên şênber ji nû ve ava dike bi vî awayî xwe saz dike. Ji ber vê sedemê karê perwerdekirina civakê berpirsyariyeke xwezayî ye û divê ev berpirsyarî peywireke ku bêyî bi xema hin kesan ve bê hiştin divê bê pêkanîn. Civakên ku nikarin xwedî li ciwan û zarokên xwe derkevin, nikarin hebûna xwe bidin berdewam kirin. Aqil û hişê civakî di encama danehevên dîrokî yên civakekê de çêdibe û pêş dikeve.
Bi taybet di qadên şoreş û xweseriya demoqratîk de perwerde xwedî girîngiyekî cuda ye. Di nava şoreşa Rojava şoreşa gelan de, perwerde bi mafê netewî tê dîtin. Li ser vê bingehê endama Desteya Perwerde û Fêrkirinê Nisrîn di derbarê girîngiya perwerdê û guhertinên ku şoreşa Rojava bi xwe re anî ye, ji ajansa me re axivî. Nisrîn diyar kir ku perwerde di nava şoreşê de wateyekî xwe ya taybet heye, her kes dikare bi mafê xwe ya netewî di nava vê şoreşê de perwerdeya xwe bibîne.
Nisrîn di serî de bal kişand ser guhertinên ku şoreşê bi xwe re çêkirine û wiha destpêkir; “Navê min Nisrîne, endama Desteya Perwerde û Fêrkirinê ye. Ji dema ku Şoreşa Rojava destpêkirî, heya roja îro, hem ji aliyê zimanê Kurdî, û hem jî ji aliyê jinê de gelek guhertin çêbûn. Ev pêşketinên ku çêbûne hemû, ji li ser esasê fikir û felsefeya Rêber Apo ye. Me jinan berê nedikarî serê xwe derbixin derve, em îro dibînin jin çawa cihê xwe di qadên şer de digirin, jin bûye pêşengê her qadê. Îro em derbasî kîjan saziyê dibin piraniya wan jinin. Ev yek jî asta pêşketina jinê nîşan dide. Hemû pêşketinên ku jin jiyan dike, li ser esasê fikir û felsefeya Rêber Apo ye. Li ruxmî hemû zehmetiyên heyî dîsa jin gavên xwe davêjin, ji ber ku xwedî vînekî xurtin, li hember hemû zehmetiyan têkoşîn dikin.”
‘Di nava Şoreşê de perwerde wateyekî xwe ya cuda heye’
Nisrîn bi rola perwerdeyê ya di nava şoreşê de axaftina xwe bi dawî kir û got; “Di nava şoreşê de perwerde wateyekî xwe ya cuda heye. Di nava şoreşê de her netewek bi zimanê xwe dixwîne, mafê her kesî heye ku zimanê xwe biparêze û mezin bike. Li ser vê bingehê em perwerdeyên xwe bi zimanên Kurdî, Erebî û Sûriyanî didin. Me êdî asta dibistanan derbaskirî, me li vê derê hem zanîngeh û hem jî peymangeh vekirine, ev ji bo me pêşketinên girîngin. Perwerdeyên me li ser esasê Netewa Demoqratîkin, ji ber vê her kes dikare xwe di nav de bibîne.”
NC// Îlan Kobanê