NAVENDA NÛÇEYAN –
Di destpêkê de zilamê qurnaz:
Di civaka xwezayî de civakbûyînê debara xwe bi komkirina giya û nêçîrvaniyê ve dikir, yê ku bi komkirina giya re mijûl dibû jin bû û yê ku bi nîçîrvaniyê re mijûl dibû zilam bû, ji ber wê mirov dikare bêje her karê ku dikirin bandorî li ser jiyana wan jî dikir. Ji bo wê mirov dikare bêje ji ber ku zilam hertim nêçîrvantî kiriye, hêdî hêdî çandek ji derveyî çanda klanê an jî ji derveyî pîvanên civakê bi pêş dikevin, yanê çav berdan keda jinê û xwastin ku wê bixin û êdî ji bo vê her kar kirin û çanda qurnaztiyê di xwe de dan pêş. Destpêkê xwe têrkirina jiyana klanê de tevkariyekî wan a pir bi sînor heye. Ji bo vê neçîrvaniya ku berê tenê wek xebatê kemîn dayîna ber lawirên kovî û kuştina wan pêşket, di pêvajoyên piştre wê bigihije di serî de nêçîrkirina jin ber bi pêvajoya desteserkirina wê. Di klanê û civaka Neolotîkê de rola jinê ya sereke bû, ji ber ku jin bi xwezayê re mijûl dibû hertim jiyan ji nû de diafirand, ji ber vê jî jin pîroz dihate dîtin, lê ji ber ku zilam bi kuştina lawrian re mijûl dibû, ji bo wê li şûna ku zilam jiyanê nû bike xirab dikir, ev jî dibe sedem ku zilam ji civakbûyanê dûrbikeve, ber bi desthildarî ve biçe, û armanca xwe ya sereke şikandina jinê bû û ev zihniyet xwe heya roja me ya îro berdewam dike û armancên xwe hîna kûrtir jî kiriye.
Zilam jî wek xebatên kuştin û rih girtinê wê mêjiyê xwe yê pevxistî bi kemîn û komployan pêş bixe. Ji ber vê zilamê neçîrvan; wê wek zordest û qurnaz kesayet bidest bixe. Di civaka Neolîtîkê de jî jin him tovan kêdî dike, çandiniyê pêş dixe û him jî bi kedîkirina ajalan di bingehê xwedîkirina lawiran de xebatên aboriyê pêşdixe. Lê zilamê nêçîran wê kuştina lawiran berdewam bike. Di navbera çanda dayîk-jin û çanda neçîrvaniyê de bi vê rengê ferqekî kûr heye. Lê çanda neolîtîkê wek çandekî ku jiyanê diafirîne ewqas bihêz e ku zilamê neçîrvan hîna ne bi bandor e. Di teoriya Marksîzmê de dema behsa civaka komînal a seretayî tê kirin, tê gotin ku seferên nêçîrvaniyê yê zilam zanebûna zilam hîn bêhtir pêşxistiye, ji lewra jî ev yek wek îzahata di civakê de her ku diçe rista diyarker lîstina zilam hatiye berpêşkirin. Mêyzekirinekî erênî ji bo çanda nêçîrvaniyê heye. Dîsa bi pêşxistina nêrîna ku jina komker ji bo xwedîkirin û jiyankirina zarokên xwe li malê mayê, komkeriyê kiriye û ji ber vê jî bi qasî zilaman neçûye cihên dûr û bi vê awayê hewil dane ku teoriya paşketina civaka dayîksalarî ya di bingehê jinê de îzah bikin. Lê li vê derê em dibînin ku civaka xwezayî kêm û şaş hatiye ser ziman. Bi rêxistiniya zilamê qurnaz û zordest civaka xwezayî çawa hatiye talakirin û berhemên civakî çawa hatine bindestkirin nehatine ser ziman. Komkerî û çandinî ya pêvajoya wê ya pêşdetir û kêdîkirina lawiran weke berhemên jin ku taybetmendiyên herî mezin ên civaka xwezayî pêşxistiye girîngiya ku maf dike nehatiye dayîn.
Rastiya jinê bi vê çandê re hat înkar kirin:
Divê bandorên ku pêvajoya şaristaniyê li ser ferasetan ava kiriye divê were dîtin û bidestgirtin. Tenê bi hejmarekê zêde zarok anînê re nikare were pênasekirin. Çima derbasbûna şaristaniyê pêk hat, çima bajar hatin avakirin û jinê wenda kir? Ger em vana bi tendurist dahorandin nekin, em nikarin pêşeroja xwe jî bi tendurist ava bikin û wê demê emê dûbarebûnê jiyan bikin. Emê nekevin ferqa heqîqet û dîroka ku hatiya xetmandin.
Di nava mîtolojî de hemû rastî derdikevin pêş û bi taybet rastiya ku jin aniye vê rojê. Em nikarin mîtolojiyê weke çîrokên fîşal bigrin dest. Mîtolojî, bi rêya xweda û xwedawendan, bi îlahkirinê rêbazê vegotina rastiya ku civak dijî ye. Ger em bi awayekî sosyolojîk li mîtolojiyê mêyze bikin û bi rastiya civakê re li hev bînin, rastiya civakê ya ku di wê demê de hatiye jiyîn jî wê derbikeve holê.
Êrîşên ku ji derve pêk tên û mezinbûna nifûsê avabûna bajaran jî bi xwe re tîne. Li hîn cihan ji bo parastina xwe û çanda xwe xwe dikşînin çiyayan, li hîn cihan jî însan bi hatina gel hev xwestine xwe biparêzin. Di vê wateyê de avakirina bajarên destpêkê li ser esasê parastinê ye, di serî de rista pêşengtiyê jin pêk tîne lê piştre rista pêşengtiyê jê tê girtin û yê ku pê re dikeve pevçûnê bûye zilam. Belê, çima jin wenda kir? Dibe ku gelek sedemên wê hebe. Ev mijar, mijarekî ku lêkolîn û tehlîlekî kûr dixwaze ye. Di serî de em dixwazin vêya bi girîngî bêjin ku pêvajoya Neolîtîkê li Mezopotamya jorîn hatiye jiyîn, şaristanî û bajar bi halê xwe yê tê zanîn destpêkê li Mezopotamya jêrîn hatiye jiyîn. Li cihê ku Neolîtîk lê jîn bûye, bajarbûn pêşneketiye. Şaristanî li gor Neolîtîkê ne pêşketiye, berovajî rastiyekî ku berhemên jinê didize û bi li hev anîna pergala xwe û guhartina naveroka wê pêşkeş dike, jiyan dike. Avabûna bajaran ne bi niyetekî xirab, berovajî ji ber pêdîviyekî çavkaniya xwe digre. Zêdebûna êrişan û pêwistiya bazirganiyê avabûna bajar pêk tîne, ji aliyê zilamên ku li hemberî van êrişan dest bi parastinê kirinê ve xwe kirina desthilatdar jî di çanda jiyanê de guhartinê bi xwe re aniye. Ceribandina êrişê yê ku zilam ji nêçîrvaniyê fêr bûye, li hemberî êrişan wî bihêz kiriye û vê hêza xwe kiriye amûrekê xwe li ser civakê dîtinê. Yek ji xalên esasî yê jin lê kêm maye jî di warê hêza parastinê de tebatî mayîna wê ye. Ji ber vê ye ku di roja me de aliyê ku herî zêde em bal dikşînin ser, parastina xwe bi xwe pêkanîn û teqez parastina giştî ji zilam re nehiştina jinê ye. Di her derfetê ku em hêza xwe ya parastinê ava nekin de emê bi wendakirinê re rû bi rû bimînin. Ceribandinê şer ê bi zilam re pêşketiye, wî biriye xwe serwerkirinê, qûrnazbûnê, qomplo avakirinê. Bê guman dikaribû vêya neke. Dikaribû ceribandinên xwe yê şer ji bo xwe serwer kirinê, hêzbûnê û îxanetkirina kokên xwe bikar nêyne, lê nebû çima? Çima li jina ku wî ava kiriye û daye jiyîn îxanetê kir? Bi zilamê ku xwe ji rîsta rahîpbûnê re amade kir de, têr nebûn pêş ket. Çavbirçîbûn a bûyîna xwediyê her tiştê… Aliyê ku jin lê kêm ma nedîtina vê û li hemberî vê tedbîr negirtin e. Ji hêla jinê ve baweriya zêde ya li hemberî xwe û afirînên xwe, li hemberî pêşketinan wê bê parastin hiştiye. Nexwe rewşên ku pêşdiketin rêbazên nû û hewildanan pêwist dikir. Dema Enkî Me’yên ku berhemên jinê ne jê didize, Înanna van Me’yan dîsa jê digire, lê li hemberî dûbare dizîna vana tû tedbîrekî nagire. Li hemberî hîn rewşan Enkî bi ceza dike, lê efû dike. Efûkirin dilpakiyekê girîng e, lê ger ya li pêşber ji kêmahiyên xwe bawer bike. Enkî yê weke qûrnaz û rovî tê pênasekirin dîsa bi avakirina qomployan êriş dike.
Malbat û Malbatgerî:
Malbat ew saziye ku ji têkiliya di navbera herdu cinsan, zarok û xizmên wan de hatî avakirin û pênasekirin. Ev sazî xwedî dîrokek kevnar e û bi pêşketina pergala hiyararşîk a di nava civakê de derketî holê. Despêkê ji komên mirovan ên hinekî mezin re malbat dihat gotin, wê demê têkilyên malbatê ne li ser esasê berdewama neslê mêr bû. Ji komên nêzî hevdu, mirovên hevdu yên bi hevdu re tevdigerin pêk dihat. Paşê bi demê re ev şiklê malbatê hat guhartin û bû malbata li ser esasê serweriya cinsê mêr. Dibe mirov malbat û malbatgerî ji hevdu cuda bigrê dest. Malbatgerî ji avahî zêdetir aliyê wê yê têgîn li pêş e. Malbatgerî ji milê pergalê ve hatiye îcadkirin û di navbera jin û mêr de hatî sînordarkirin. Ew şikle malbatgerî hîn bêhtir li ser esasê serwerya mêr hatî avakirin.
Gerdûn bi awayekî giştî weke Rêber APO dibêje “mîna ku armanca gerdûnê azadî be, daîma di nava lêgerînê de ye. Tevgera wan weke enerjiyek bê sînor diherikin ew azadî bi xwe ye hemû hebûnên di gerdûnê de, zindî, xweza, erd û asîman, derya û zerya bi awayekî hevsengî bi hevdu re di nav têkiliyê de ne. Lê civak parçeyê xwezayê yê herî zekî ye, zekaya xwe di pêş de ye. Li vir jî Rêbertî dibêje; “qadên li wir zeka komkirî zêde be, ew qad ji bo azadiyê hîn bêhtir hesas in”. Ango azadî di gerdûnê de ne tenê armanca civaka mirovan e, armanca hemû hebûn, zindî û herikînên di nava gerdûnê ye. Li cem mirovan mêjiyekî nerm, zekî û qayîşokî heye, ev him di aliye erênî de him jî di aliyê neyînî de dikare bandora xwe çêke û bê guhartin. Ji bo wê di dîroka gerdûnê de guhartin û veguhartina fîzîkî û hîsî pir bi lez çêbûye. Lê çawa cinsê mirov pêşdikeve û evrîma xwe bidawî dike, guhartin hêdî hêdî çêdibin, li şûna wê aliyê çandî û aqilê mirovan de pêşketin bi lez dibe. Civaka însan weke parçekî xwezayê dema xwe ya sosyolojîk a herî dirêj ji %98 weke civaka xwezayî li derdora jin-dayîkê avabûye û jiyan dike. Serdemên herî dirêj ên weke Mezolotîk, Peolotîk, Neolotîk bi zor û zehemtiyên herî mezin jiyankirine. Di van hemû serdeman de wekî hemû zindiyan li ser esasê (xwe bi cihkirin, têrkirin û xwe zêdekirinê) tekoşînek bê hempa dane meşandin. Lê ji ber cinsê mirovan di nava hemû zindiyan de hebûna herî lawaz e, nikare weke şexs bi tenê jiyan bikin. Car din weke cinsê mirov li gor zindiyên din di nav xwezayê de hêza wan a xweparastinê ji felaketên xwezayî û lawirên mezin nîne, tenê ew weke kom dikarin xwe biparêzin. Ev taybetmendiya mirov dihêle ku mirov bi awayekî komî jiyan bikin û hebûna xwe berdewam bikin. Wê demê tu ferqa navbera cinsan û çînan de nebû.
Hezkirin, wekhevî, edalet, bereket, ked, parvekirin di jina dayîk de weke taybetmendiyên xwezayî ne. Ji ber van sedeman her kes li dora jina dayîk kom dibe û civakbûn jî li ser vê esasê pêş dikeve. Bê guman ev rewşa civakbûna xwezayî weke me li jor jî aniye ziman, dema herî dirêj jiyan dike. Li van taybetmendiyên xwezayî pir tiştên din jî zêde dibin. Zekaya civakê her ku diçe zêde dibe, li nêzî çemên avê û erdên bi bereket bi cih dibin, mal tên avakirin amûrên çandinî û pêdiviyên jiyanê ji milê jinê ve tên îcadkirin, li wir dest bi çandinî dikin, dema îstiqrar çêdibe ew dikarin xwe biparêzin. Divê wateyê de Rêbertî dibêje ‘’guhartinên di dema neolotîkê de çêdibin di asta şoreşê de ne, heta çend şoreş di hundurê hevdu de tên jiyankirin.” Şoreşa ziman, şoreşa gundvanî û şoreşa çandinî çêdibin. Ev hemû bi hevdu re weke şoreşa çandê tên dîtin, çanda dayîk a xwedawend. Yanê him civakbûn çêbûye, him ziman pêşketiye, him bi cihbûn him jî çandinî dikin. Êdî ji rewşa koçberî derdikevin, îstiqrar çêdibe, him baweriya anîmîzim heye û derbasî toteman dibin. Ev hemû bi xwe re çandekê ava dikin. Ev çand û ev guhartin hemû ji ber di pêşengtiya jinê de pêşdikeve her kes bi awayekî ji dil beşdarî vê pergalê dibe. Bi hezaran salan e ev pergal didome. Her çiqas dîroka nivîskî qala vê serdema civaka mirovahî nake, an jî weke dema komînala hov pênase dike jî, nayê wê wateyê ku nîne, an jî weke ew dibêjin nîne. Niha asta zanist û lêkolînên zanistî ên arkolojîk gihîştiye, dîsa hîn vedîtinên li şûnwaran ku komên mirovan lê jiyankirine de hatine dîtin vê yekê pişt rast dike. Mirovahî bi hemû temenê xwe deyndarê vê dema zor a klanên wê demê jiyankirine ye. Her wiha di esasê xwe de derketina hiyareşî heya roja me ya îro tiştek li dîroka mirovahî weke nirx zêde nekirine. Berovajî wê hemû nirxên civaka xwezayî kirine bin serwerî û yekdestiya xwe û li ser wê kedê rûnişitine. Niha tenê çînek, an jî komek mirovan ji vê yekê sudwerdigrê û piraniya gelan û civakan di sînorê birçîbûnê de jiyan dikin û weke koleyan di xizmeta vê pergalê de dixebitin.
Bê guman malbatgerî jî berhemek pergala hîyarerşiyê ye. Divê mirov malbat û malbatgerî ji hevdu cuda bike. Peyva malbat weke pênase ji koman re hatiye gotin. Bi zimanê Erebî aîle, bi zimanê İngilîzî family tê gotin. Zindiyên ji heman cureyî bin, komên ji heman cureyî ên nêr û mê re malbat tê gotin. Malbata mirovan heye, yanê her zindiyê ku jiyan dike xwedî malbate. Civaka Neolotîk de komên mirovan cara yekem bi navê klan tevger kirine, paşê jî weke malbat tevgeriyane. Ev şêwazê malbata civaka xwezayî demên dirêj jiyan kirine, wê demê weke sazî neyînî nebû. Klan hinekî di aliyê hejmar de ji malbatê mezintir e, malbat hîn biçûk e û tevgera xwe siviktir e. Heya dema Hîtîtan jî malbat dayiksalarî ye, jin û mêr bi hevdu re jiyanê bi rêve dibin, hîn li wir hiyareşî û milkbûnî tune ye, mêr ne sermiyane, ne serwere.
Di civaka ku hatiye berovajî kirin de malbatbûn nayê jiyîn:
Serê mirovatî û xwezayê piştî bidawîbûna serdema Neolîtîkê ji belayê xelas nebû ye. Bajaran, desthilatdariyê, şaristaniyê, dewletê xwe mîna ewrekî reş bi ser civakê de hatiye. Newekhevî, bêexlaqî, serdestî, metîngehî, zilm, şer, pevçûn, bindestî, koletî, hwd. li serê jiyanê mîna çarenûsekê bûne bela. Civaka xwezayî ya di nav de jixwe berî wekhevî, azadî, exlaq, demokrasî hebû hat parçekirin. Jiyana li derdora jina dayîk hatibû sazkirin ji aliyê zilamên hesûd, xapînok û qurnaz ve hat tarumarkirin.. Herçiqasî jinan her dem bi rê û rêbazên cihêreng xwestin çanda jina dayîk biparêzin jî lê nikarîbûn pêşiya zilamên desthilatdar bigrin û li cîhanê êdî aştî û aramî hat wendakirin. Lê lêgerîna azadî, aştî û wekheviyê tu car bi dawî nebû. Yek ji pirsa herî girîng jiyana hatî wendakirin wê carek din çawa were bidestxistin e. Bi rêbaz û dahûrandinên şaş yên civakê çiqasî wê nirxên hatine wendakirin carek bibin bingehê exlaqê civakê.
Heta ku peywendiyên di nav jin û mêr yên ku çavkaniya hemû newekhevî, desthilatdarî, milîtarîzm, faşîzm, çînayetiyê ye neyê çareserkirin, wê lêgerîna li jiyanek rast jî tenê di xeyalan de bimîne. Ji ber ku bi destê zilaman sîstemek hatiye avakirin û di hemû qadên jiyanê de nêrîna wan ya serdest bibandor e. Ji bo sîstema wan têk neçe jî saziya malbatê avakirin e. Zilam di malbatê de weke despotekî xwe li ser her tiştî ferz kir. Ev sîstema hiyereşîk ya di nava malbatê de weke rêbazên xwedayî bi rêya rêzik û qanûnan bi civakê dan qebûlkirin.
Di serî de jin û zarok weke malekî hatin dîtin û ji wan hat xwestin ku her daxwazên zilam bicih bînin. Ev belaya mezin bû sedem ku kêfxweşî û kelecaniya jiyanê were wendakirin. Jina ku bû malê mêr di heman demê de bû karkera bêheqdest, koleya malê, pêkhênera daxwazên cinsî yên zilam. Zilam jî hemû jiyan di kesayeta xwe de fetisand û mafê xwe dît ku di gerdûnê de çi hebe bike xizmeta xwe, bikar bîne, talan bike, xera bike. Saziya herî bingehîn ku dibe sedem sîstema zilam her dem xwe li ser piyan bigire bêguman saziya malbatê ye. Mixabin kesên dixwazin malbatekê avabikin ji bo xwe li tu riyên din nafikirin û nakevin nav lêpirsînekê. Jiyana bi êş ji bo xwe mîna çarenûsekê qebûl dikin. Qaşo hinek ji wan bi eşqên mezin dizewicin lê di demek kin de jiyan ji bo wan dibe mîna zîndanekê. Evîn û Eşq. Kes wateyek kûr nade evîna xwe. Nêzîkatiyên wiha li evînê tê kirin ku evînê dikuje. Ma ji xwe evîn tenê bi jiyana azad pêkane ye. Lê di nav jiyana kole de bi navê evînê tu tiştek nema ye. Jin û mêr eşqa derewîn, xapînok û sexte ve jiyan dikin.
Niha di nav saziya malbatê de tevlîhevî, alozî û pêxirtengiyek mezin heye. Malbata ku li ser hîmê rast nehatiye avakirin serberjêr diçe. Piraniya wan li kêleka latekê dijîn. Hinek ji wan dikevin xwarê û parçe parçe dibin. Her roj şer û şîdet, heqaret lihev kirin, bêrêzî dibe parçeyekî ji jiyana ku di serî de şaş hatiye avakirin. Jin û mêr him dibin dergevanê zindana jiyana xwe û him jî hikumxarê wê. Heta dawiya temenê xwe li hev îşkence tê kirin. Wateya jiyanê tê wendakirin. Mîna temaşevanekî li hember ruxandina jiyanê bêhelwest in. Bawer nakin ku dema hewl bidin wê karibin xwe ji wê zîndanê rizgar bikin. Êdî bihêle bi kesayetên heyî jiyanek demokratîk were avakirin, jiyanek ji rêzê jî xwe ji têkçûnê nikare rizgar bike. Yên dikevin nav hewldanê jî nikarin guhertinên bingehîn pêk bînin.
Başe civak û malbata nû wê çawa were avakirin. Yên xwe nasnekin wê çawa jiyanê fêm bikin. Kî dikare îdîa bike ku vê jiyana şaş hatiye avakirin wê bikaribe rast bijî. Jiyana li ser derewan hatiye avakirin wê çawa xwe bigihîne wateya xwe ya rast. Eger li cihekî tevlîhevî û pêxirtengî hebe ew der ji guhertinê re jî vekiriye. Lê bi zanabûna seranser wê kes nikaribe xwe ji têkçûnê rizgar bike.
Ji bo guhertin çêbibe jî bêguman divê her ferdê malbatê di serî de dîroka avakirina malbatê lê bikole. Ji lewra her tişt di dîrokê de veşartiye û mirov li cihê ku xwe lê wendakiriye careke din dikare xwe bibîne. Ev lêpirsîn û encamên derbikeve holê wê bike ku jiyana heyî jî rast were pênasekirin. Eger desthilatdariya zilam neyê hilweşandin û ji bo vê tekoşînek bênavber neyê dayîn, ne gengaze ku hevjiyana azadiya jin û mêr jî were avakirin. Saziya zewacê a dike jin weke malekî were dîtin divê têkeve ber lêpirsînê û rola jinê a di nav civakê de were diyarkirin. Di serî de divê jin weke amûreke zarokanînê neyê dîtin. Tê zanîn ku mêr bi êrîşa li ser jinê di rastî de erîşî civakê û jiyanê dike. Ji bo jiyanek azad û wekhev ya li ser bingehê cudatiyan were avakirin li hember serweriya mêr tekoşînek bênavber ji bo jiyanek azad nebe nabe ye.
Jiyan lê hatiye heram kirin:
Di roja me de kesê ku herî zêde di rastiyê malbatê de hatiye perçiqandin jine û bi taybet jî jinên ciwanin. Mirov dikare bi kurtasî bêje hebûna wê ya di malê de weke nasnameya jinekê nayê dîtin, wekî nasnameya xortekî tê dîtin an jî qet nayê dîtin. Ev rastiya roja me ya îro, dema ku mirov dîsa ji dîroka avabûna desthildaran binêre û şiroveya wê bike, bi xwe were fêm kirin jin xistine çi halê. Weke mînak dema em ji civaka koledar de bigirin di wê pêvajoyê de jin hêdî hêdî dihat şikandin û dihat xebtandin. Piştî wê dema pêvajoyê oldaran de jin hate bi xwaşî hate bin ax kirin yanê jiyan li wê heram kirin. Di heman pêvajoyê de bi destê H.Z Mihemed jin ji bin erd derket û kete nava çar dîwaran de. Yanê çiqas bêje hebûna wê ya di nava çar dîwaran de ji tunebûna wê baştir bû. Li dûv wê pêvajoya ku em niha jiyan dikine, pêvajoya herî xerab û xeter serdema modernîteya Kapîtalîste. Di vê serdemê de jin ji tevahî cewhera xwe dûrketî êdî gihîştiye wê astê kî jin ji ber jinatiya xwe şerm dike. Yanê em dikarin bi kurtasî wisa behsa vê serdeman bikin, lê belê ev mijareke kûr û dûre pêwîste ku mirov li ser wê lêkolînên taybet çêbike. Armanca me ji hewldanên wê ewe ku em bidin diyar kirin, ji piştî ku pêvajoya Neolotîkê jinê xwe winda kir.
Di civaka kurd hin kesayetên wisa weke ku demoqratin xwe nîşan didin û dibêjin me jiyan hemû daye keça xwe ew çawa dike dizane û hin malbatên girtî jî hene dibêjin emê heya dawiyê keça xwe biparêzin. Bi rastî jî ev tiştekî bi nakoke, yanê her du jî li ser heman ferastê tevdigerin û biryara jiyanê ji wê jinê ciwan re nahêlin, gelek mînakê ku mirov bide hene.
Di jinên ciwan de bawerî nadin avakirin, ji ber ku ger ev jin zana bibe wê hin tiştan ferq bike û li hember wê têkoşîn bike, ji bo negihêje vê astê bi her rêbazê rê li digirin û dixin bin serweriya xwe de. Carana em dibînin jinek ciwanek bi serbestî derdikeve derve her kes şoqê de dimîne çawa ev wisa derketî. Her kes bandor dibe û bi şekilekî guneh lê meyîze dikin, di rastiyê de cewhera wê vala bûye û feraseta kapîtalîst ew li gor xwe amadekiriye. Her jinek ciwan îro vê rastiyê jiyan dike raste ne di ferqa wê de ne, lê belê dikin.
Di rastiyê de ger daxwaza jinek ciwan ya têkoşîn û jiyanê ve hebe dikare di felsefe û xeta apoyî de vê daxwaza xwe bi dest bixwe. Ji bilî fikir û îdeolojiya azad tişt nabe dermanê nexwaşiya jinên ciwan. Ji bo vê yekê divê bi isararek mezin di vê xetê de israr bikin û xwe di vê rastiyê de bidin jiyan kirin. Bila her bizanibe bê têkoşîn kes nikare jiyanê bi destbixe. Jiyan ji xwe berê nayê ber destê me, emê bi bedêl wê bînin. Her tişt bi temen tê qezenc kirin. Ji bo vê yekê di vê me li hember sîstema modernîteya kapîtalîst hişyar bin, bi hêsanî neyên xapandin, ev hemû lîstokin. Dijminê me ji bo ku jiyanê li me bike mirin û berxwedanê li me bike teslîmiyat şer dike. Emê heya dawiyê di xeta xwe a apoyî de têkoşîn bikin.
Nûcan Serdoz Nivîsandiye…..