Pergala modernîteya kapîtalîst bi hemû şaneyên civakê dilîze. Civakê ji cewherê wê qut dike, ji naverokê dûr dixe û wisa bi rêve dibe. Ev polîtîkaya desthilatdaran di pêvajoyeke dûr û dirêj de pêk tê. Hin caran bi amurên leşkerî û rêbazên mîlîtarîst bi ser civakê de diçe, qadên jiyana civakê dagir dike û civakê dixe bin desthilatdariya xwe. Gelek caran jî bi amûr û rêbazên pergala xwe ya desthilatdar xwe di nava civakê de bi cîh dike. Jiyana civakê serû bin dike, hebûna xwe di hemu waran de pêk tîne. Rê û rêbaza sereke jî ewê ku civakbûnê ji hev belav dike. Civakê dadixe asta ferdan û ferdên bê civak, bê nasname û bê parastin hebin dorpêç dike. Takekesên ji civaka xwe dûr ketine hedefa yekemîn ya desthilatdariyê ne.
Modernîteya kapîtalîst herî zêde bi çanda xwe hewl dide encam bigre. Ev jî çanda populîzmê ye ku xwe di hemû waran de bi awayekî berfireh li hemû erdnîgariya cîhanê belav dike. Ji bo belavkirinê sînoran nas nake. Divê ev rêbazê pergal li dijî gelan bi kar tîne û çanda civakan ji holê radike di civakê de yek rengî dide avakirin em baş nas bikin da ku em bikaribin vala derxin, civakan ji vê xetereyê rizgar bikin.
Têgîna populîzmê despêkê di sedsala 19’an de li çend welatan tê bikar anîn û bi giştî ji bo saziyên mafê cotkaran diparêze tê bilêvkirin. Her wiha populizm weke hevok jî latînî hevoka popularis tê. Wateya wê jî civakparêzî (halkçılık) ye. Hevoka ku despêkê li ser bingeha berjewendiyên gel parastinê derketibe jî desthilatdaran wateya wê guherandine û ji bo berjewendiyên xwe yên aborî û îdeolojîk bi kar anîne. Desthilatdar ji bo pergala xwe ya aborî mezin bikin û fikrên xwe yên hegemonîk li ser gel ferz bikin û bidin qebûlkirin vê çandê bi awayekî birêxistinkirî di nava civakê de li hemû cîhanê belav dikin.
Çanda polûlîzmê xwe li ser tinekirina çanda resên a gel ava dike. Di aliyê çand-hunerê de dibe dûbareyêk xirab ya çanda resên. Wê teqlît dike ji hundirê wê vala dike û dixe amureke ku ji bo bikaranîna bi hestên civakê lîstinê, bi vî awayî civakê li du xwe dikîşîne, heyanî ku dighîne bê wate jiyankirinê. Di aliyê li xwekirina, cil û bergan de jî wisa ye. Di bin navê modayê de her demsal xwe nû dike. Di aliyê muzîkê de gelek destanên lehengiyê ku çîroka serî hildana gel a li dijî desthilatdariyê vedibêje bi çanda popûler re ji holê radike. Ji bo xwarin û vexwarinê jî civakê ji jiyana bi tendûrist dûr dixe û wêke ku gelek hilbijêrkan (seçenek) dide mirovan lê ne wisa ye. Xwarin û vexwarinên pêşkêş dike heman tiştin ku dikeve nava xwîna mirovan û wan bê tendûrist dike. Ji ber wê jî di pergala kapîtalîzmê de hejmara kesên obez (qelew) ku li ser jiyana mirovan bandoreke neyînî mezin dike gelek zêde ne.
Çanda populîzmê di civakê de wate û zewqa hişmendiya xwe dide avakirin û di çend merhelayan de xwe dighîne gel. Ev merhele despêkê bi fikrên desthilatdar bi rêxistinkirina berhemê ye. Ev çand xwe dispêre şêwazê hilberîn, bazarkirin, belavkirin û xerckirina malê kapîtalîstî ku li derdora beşekî berfireh yê kar hatiye avakirin e. Eger ev şêwaz nebe ango zêdebûna teknolojîk, hilberîna bi lez, amûrên ragihandinê, TV, rojname, kovar û hemû torên înternetê nebe wê nikaribe xwe ewqasî bi lez û berfereh bighîne civakê.
Ev çand ne mayindeye bi awayekî pir bi lez xwe digûherîne. Bi gûhertina dayîmî xwe berdewamkirina sermaye û pergala sermaye tê pêkanîn. Mînak di cil û bergan de gûhertinên bi lez, di nav sitranbêjên cîhanê de şexsan wekî sitar derdixe pêş, heta di xwarin û vexwarinê de herkes mecbûrê heman tiştan bike, ji heman taman hez bike. Ji ber ku çanda zû bikar anîn û lez xerc kirinê ye. Çanda popîler xwe herî zêde di van qadan de nîşan dide: endûstriya mûzîkê, endustûriya moda yê, amûrê ragihandinê yên girseyê û hwd. Ji ber ku ev qad ji çanda civakê dûrin û bi vî awayî derfetên civak bertek nîşan bide li hemberî wan xwe biparêze ji holê radike.
Tişta ku populîzmê ava dike hêza îdeolojîk û aborî ye. Ji ber ku di serî de di zîhniyetê de xwe ava dike. Yên ku vê çandê qebûl nekin, li gor vê çandê jiyan nekin, marqayên wê yên cil û bergan li xwe nekin, xwarinên wê nexwin, mûzîka wê gûhdar nekin biçûk û paşde tên dîtin. Kesên ku van pêk tînin jî xwe bi rûmet û azad hîs dikin. Ji ber ku ev çand bi awayekî bi rêxistinkirî û bi zanebûn di nava civakê de tê belavkirin. Ev çand li ser civaka bê rêxistinkirî xwe belav dike, hebûna xwe dide pejirandin. Di encamê de ev beşa bê zanebu,ûn û bê rêxistinkirî bi vê çandê razî dibe û bi vî awayî desthilatdarî hebûna xwe meşrû dike.
Çanda populîzmê çawa ku di hemû cihanê de bûye amûra herî bi lez û bi hêz ya kapîtalizmê, ev yek ji bo gel û netewên bindest hîn bi dijwarî hatiye bikar anîn. Mînaka vê ya herî berbiçav bêgûman li Rojhilata Navîn tê dîtin. Ji ber ku hêzên hegemon yên cihanê her tim xwestiye Rojhilata Navîn bixin bin bandora xwe, lê ji ber ku cihekî xwedî ideolojiyeke kevnare û çandeke xwe ya bi kok heye, nekariye vê armanca xwe wek dixwaze biserbixe. Li beramber vê wek riya herî encamgir, asimilasyon (helandin) hilbijartiye. Bêguman amûra vê ya herî bi hêz jî çanda populer ava kirin û bi gelan dayîna qebûl kirin e. Vê polîtîkayê di asteke girîng de encam jî girtiye. Her çiqas her welatekî heman bandoran jiyan nekiribe û nebûbe xwedî heman helwestê jî, bi taybet welatek wek Kurdistan ku di roja me ya îro de wek navenda Rojhilata Navîn tê dîtin, li vir hewildana pêşxistina çanda popûler belkî jî di asta herî jor de bûye. Ji ber ku tişta hêzên hegemon li ser dewletên Kurdistan bindest kirine ferz kirine, van dewletan jî bi awayekî hîn dijwar li ser Kurdistanê û civaka Kurd ev polîtîka ferz kirine.
Xaleke dîtir ku modernîteya kapîtalîst li ser Rojhilta Navîn ferz dike, dewlemendiyên ser erd û binerd bi giştî ji aliyê vê hêzan vê hatiye desteserkirin. Li gelek welatên herêmê xwe di aliyê leşkerî de jî bi cîh kiriye. Lê ya herî girîng şaristaniya ku ji Rojhilata Navîn biriye pê pergala xwe ava kiriye îro xwediyên wê şaristaniyê mûhtacî xwe kiriye. Rewşeke wisa ava kiriye ku ji gelek welatên Rojhilata Navîn mirov rizgariya jiyana xwe di çuyina van welatên navenda modernîteya kapîtalîst de dibînin. Mixabin ev yek ji bo civaka Kurd jî derbasdar e.
Li aliyê din li Kurdistanê di gel çanda kevnar ya gelê Kurd ku xwe dispêre hezarên salan a dîroka mirovahiyê çanda şoreşgerî jî bi awayekî berfireh pêş ketiye. Çanda bi bîr û baweriya Rêber APO û hebûna PKK’ê hatiye avakirin cewherê jiyana civakê yê herî paqij û zelal derxistiye holê. Ji ber wê jî şîlobûna çanda popûlîzmê nikare bandorê li ser vê çandê ava bike.
Rêber APO, di serî de jiyana qadro, pîvan da jiyana hemû civakê. Mînak li Kurdistanê an jî çi qadên ku gelê Kurd ên welatparêz lê jiyan dike pîvanek jiyana wan heye. Dema ew pîvan tên îhlal kirin civak bi xwe li hemberî hev helwest nîşan dide. Dema em dibêjin îhlal jî em dikarin mînak bidin: Zilamek dema li dijî hevjîna xwe şîdetê bi kar tîne hemu civak helwest nîşan dide û mudaxale dike. Dîsa bi polîtîkayên qirkirinê weke ku tê zanîn li Kurdistanê ji zimanê xwe cil û bergên xwe fedîkirin pêş ketiyê. Çanda vejîna jiyana gel ev polîtîka jî serobin kir. Îro li qadên 8’ê adarê, newrozê û rojên ji bo gelê Kurd girîng jin, zarok, kal, pîr, ciwan bi serbilindiyekê mezin cil û bergên gelêrî li xwe dikin govenda azadiyê li ber staranên Kurdî digerînin.
Paradîgmaya demokratîk ekolojîk û azadiya jinê parastinê bi xwe re çandekê nû ya bi hevre jiyankirina gelan daye avakirin. Li dijî ferzkirina jiyana yek reng ya netew dewletê pir rengî, pir çandî û pir zimanî ya gelan di netewa demokratîk de tê jiyankirin. Ev yek di şoreşa Bakur û Rojhilatê Surî, di şoreşa Rojava de hê şênbertir xûya dike. Paradîgmaya Rêber APO di gelên cîhanê de hêviyên jiyana azad û şoreşê carekê din daye avakirin. Çanda paradîgmaya netewa demokratîk wê pergala netew dewletê û çanda populîzmê vala derbixe. Wê gelan ji ker bûnê rizgar bike, bi cewherê wan re careke din bighîne hev. Erka axlaqî û polîtîk ya çanda netewa demokratîk ya serekeye û hewldana pêkanîna vê jî di asta herî bilin de didome.
Ji pênûsa Sara Mizgîn Zeynep