ŞEHBA – Li herêma Şehbayê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li dijî êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk ya dagirker û qirker ku li ser Herêmên Parastina Medyayê û Herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, bê navber dewam dikin, daxuyanî dan. Ciwanan di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku wê xwedî li erkê xwe yê parastina xaka xwe derkevin û rê nedin dijmin ku axa wan dagir bike û gotin; “Emê heta dilopa xwîna ya dawiyê li berxwe bidin.”
Îro Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Efrî-Şehba, li Kampa Veger a li gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrewa ya kantona Efrînê kom bûn, li wê derê piştî deqeyekî rêzgirtin daxuyanî dan.
Daxuyaniya ku ji aliyê endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Ciwan Mistefa ve hatî xwandin wiha ye;
“Ji destpêka sala 2022’an de gef xwarin û êrîşên dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê gelekî zêde bûne, ev hemû êrîş piştî berxwedna gerîla ku di dîrokê de bû mînaka herî mezin hate kirin. Dewleta Tirk di Zap, Avaşîn û Metînayê de ji gerîlayan derbên pir dijwar xwarin. Di heman demê de jî têkoşîna Gerîlayên Azadiya Kurdiatanê careke din hêşt ku artêşa sêyemîn di cîhanê de ku xwe weke hêz dibîne, tevî bikaranîna teknîka herî giran jî li hember vê seknê çûng dayne. Ev têkoşîna dîrokî bi sekna berxwedana 14’ê Tîrmehê bû mîrasa çanda apogerî. Dewleta Tirk ya faşîst dixwaze ji vê binkeftina xwe di Rojava de tiştekî qezenc bike, ji ber vê yekê hemû liv û tevgera xwe zêde kiriye.”
“Em jî weke Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên herêma Efrînê bi yek helwestê diyar dikin ku dem hatiye ku hemû qad, kolan û bajar veguherin qadên Şerê Gelê Şoreşgerî û li dijî êrîşên toraniya dewleta Tirk a faşîst bibin mertalên zindî. Ev dem dema xwedî derketina li nirxên hezar salan e, ji serî tewandin û xiyanetê re êdî bese. Bi rihê Berxwedana Serdemê emê çarenûsa dîroka gelê kurd bi destê xwe diyar bikin. Bi rihê agirê Mezlûman, Alî Çîçekan, Avêsta û Arînan, em bi hêza xwe di wê baweriyê de ne ku di vê berxwedanê de pêşeroja gelê kurd diyar bikin.”
“Bagewaziya me ji hemû ciwanên ku dilê wan ji bo azadiyê lêdide re heye ku ew jî tevlî pêngava parastina rûmeta xwe bibin. Tevlî pêngava diyarkirina çarenûsa xwe bibin, dem hatiye ku em bighêjin azadiya xwe û gelê xwe. Ev berxwedan wê bibe sembola hemû serkeftinan û di şexê dewleta Tirk ya dagirker de wê bibe nimûneya têkbirina hemû faşîzm û dagirkerên li ser rûyê erdê.”
Herî dawî daxuyaniya ciwanan bi siloganên weke “Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Gel û Gerîla” bi dawî bû.