KOBANÊ – Bi sedan şêniyên Kobanê, endamên saziyên sivîl û leşkerî û siyasetmedar ji bo veşartina cenazeyên Mehmûd Kobanê (Mehmûd Hişî) û Can Şêr (Ehmed Muslim) ku di dema peywira xwe pêk dianîn de şehîd bûn, berê xwe dan goristana Şehîd Dîcle ya li başûrê Kobanê. Li vir ji bo bîranîna hemû şehîdên Tevgera Azadiyê deqeyek rêz hat girtin.
Di axaftinên ku hatine kirin de derbarê kesayeta şehîd Mehmûd Kobanê de wiha hate gotin; “Heval Mehmûd di her qadê de cih girt. Di şerê Minbic, Reqa û Eyn Îsayê de her li çeperên pêş bû. Heval Mehmûd xwedî rihê hevaltiyê bû û her tim dixwest ku hevalên xwe pêş bixe û digot; Li kuderê şer hebe ezê li wî derê cih bigirim.”
Piştî axaftinan nasnameya her du şehîdan hat xwendin û radestî malbatên wan hate kirin. Piştî veşartina cenazeyên şehîdan merasîm bi berzkirina silogan û tilîliyan bi dawî bû.