NAVENDA NÛÇEYAN – Di sala 1955 ‘an de li gundê Qumikê yê Çewlikê ji dayîk dibe. Lîseyê li Çewlikê dixwîne. Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Enqerê bi dest dixe. Timî xwedî lêgerînekê û xeyalên mezin e. Li zanîngehê ji fikrên şoreşgerî bi bandor dibe. Di dawiya sala 1975’an de koma Apoyî nas dike. Di 1977an de dest ji zanîngehê ber dide û wek şoreşgerêkî tevdigere. Li Çewlik, Amed, Mêrdin û Rihayê di xebatên rêxistinkirina gel de cih digire. Tevlî Kongreya Yekemîn a Damezrandinê ya PKKê dibe, ku 27ê Mijdara 1978an tê li darxistin. Di nivîsandina rêziknameya PKK’ê de bi roleke girîng radibe. 1979’an bi çalakiya Sêweregê Partiya Karkerên Kurdistanê nav û deng dide. Di heman salê de tevî gelek hevrêyên xwe tê girtin û êşkenceyeke giran lê tê kirin. Weke bi sedan kesî, wî jî dibin Zîndana Amedê.
Hovîtiya li ti devera cîhanê nehatî dîtin, li zîndana Amedê li dijî Kurdan û şoreşgeran tê kirin. Hem bi awayekî giran tê êşkencekirin û hem jî şahidiyê ji vê hovîtiyê re dike. Di şert û mercên herî giran de timî li rêyeke berxwedanê digere. Navnîşana ragihandina vê berxwedanê weke dadgeha Tirk destnîşan dike. 14’ê Tîrmeha 1982’yan li Dadgeha Tirk vê axaftinê dike;
Em têkoşîneke rewa û mafdar dikin. Ji bo jiyaneke azad şer dikin.
Ez li ser navê doza azadiyê diaxivim. Ez şervanê azadiya gelê xwe me. Ji bo protestokirina van polîtîkayên we yên hov, ji vê kêliyê û şûn ve dest bi rojiya mirinê dikim.
Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek û gelek şoreşgerên din bê teredût, didin pey vê sekna wî. 61 rojî, bi îradeyeke ji pola, bi biryardariyeke mezin pêşeng û rêberê berxwedana mezin û dîrokî ya gelê Kurd Mehmet Xeyrî Durmûş di rojiya mirinê de dimîne. Di salvegera darbeya ffaşîst a 12ê Îlonê de şehîd dibe. Beriya şehîd bibe vê wesiyetê dike:
“Beriya bêm girtin û piştî ku hatim girtin, min erkên xwe yên partiyê tam bi cih ne anîn.” “Bila li ser gora min binivîsin, deyindarê gelê xwe ye.”