NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên Kemal Pîr ên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bi daxuyaniyekê ragihand ku di 11’ê Tîrmehê de êşkencekar Emîr Keleş ê li Girtîgeha Edeneyê li ser erka xwe bû, dema ku li Stenbolê/Sîlivriyê di betlaneyê de bû, ceza kirine. Di daxuyaniya HBDH’ê de hete gotin ku faşîstê bi giranî birîndar bûye rakirin nexweşxaneyê.
Di daxuyaniya HBDH’ê de ev tişt hatin gotin: “Bîra kolektîf a şoreşê tu carê ji bîr nake. Yên ku li dijî şoreşger û gelê me yê kedkar sûc dikin, tu carî nayên efûkirin. Wê destê me timî di qirika hemû êşkencekar, celad, hevkarên fesad û qirêj, faşîst û dijminê gelan de be. Bila hemû “peywîrdarên dewletê“ ên ku lehengên gelên me dixin zindanan û bi her cure zilm û êşkenceyê li wan dikin, baş bizanin çavê me li ser wan e. Yek ji pêşengên Berxwedana 14’ê Tîrmehê “Silavên Kemalê Laz ” her kêliyê dikare we bibîne. Weke mînaka faşîst Emîr Keleş. Hûn ê hesab bidin edaleta şoreşê.“