NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan…
Xalên li vir pêk tînim, ji bo hemû hevalan, hemû şervanan û hemû milete. Bi peyva mezin a rêzdariyê nabêjim; “Hûn bixêr hatine”, ji kesî jî vê naxwazim. Nabêjim evqasî jî bi min re bin. Misoger na! Tiştên li cem wanim, ji xêrê dibînim. Ger hûn li cem xalên ku dibêjime, hûn heta dawî bi min re ne, ez jî heta dawî bi we re me. Li cem me mirina erzan nîne. Ger hûn ne bi rastiyan re bin, hûn belane, di cihê xwe de bisekinin. Bila dilê we yê reş bûyî bi we re bimîne û bimire. Bi ser me de neyên. Van kêmasiyên we şermek nabînim. Nabêjim nezantiya we şermek dibînim. Na! Sedemên vê dizanim. Ji heft heta heftî salî ji her kesî re nabêjim; “Hûn çima wisa ne?” Ez vê dibêjim: Me evqas tişt danîn pêşberî we, hûn çima fêr nabin? Şerma we ya herî mezin eve. Gelek tiştên ku hûn fêr bibin hene. Hûn bi PKK’ê ve mijûl dibin. PKK zanistek mezine, dilxweşiyek mezine, exlaqek mezine û şerek mezine. Fêr bibin, ger hûn fêr nebin dê ev bibe şermek mezin. Kes nikare bi şerma xwe me aciz bike. Hûn dibêjin; “Dilê min dixwaze, kêmasiyên xwe bidim jiyîn.” Lê ev bi me nabe. Dê mirovên bi şeref û xwe naxapînin werin cem me. Kesê ku di sala xebatê ya bîstemîn de ber bi vê bangê ve tê, heta dawî rêhevale. Tişta di PKK’ê de hatî kifşkirin û avakirin çiye? Min kesên dibêjin; “Bi van derfetên PKK’ê xwe bidim jiyîn” kifş kirin û li cîhanê jî îlan kirin. Hûnê heta dawî rastiyên PKK’ê bigirin û bi wê rabin ser piyan. Ji bilî vê rêya we nîne. Hûn şerekê dimeşînin. Niha ji we tevan re vedibêjim: Ger hûn dixwazin bi PKK’ê re bimeşin, vaye ev rastiya PKK’ê ye. We heta niha xwe wisa xapand. Lê niha dibînin ku, ez heta dawî siyasî me. Ji bo vî miletî, em nûnertiya ji her tiştî baştir dikin. Siyasîbûn çiye?Miletek cengawer ê xwedî li welat û şerê xwe ya azadiyê derdikeve, wê xurt û bi qudret biparêze. Fitne û fesadiyê li navê
rabike. Xwe beramberî dijminê xwe biparêze. Ev siyaseta mine. Hûn niha dixwazin bi rêbazên eşîrtî nêzî hev bibin. Dibêjin; “Ka were, em weke berê hevdu razî bikin.” Na, misoger ev naye pejirandin. Ev rêbertî, ne rêbertiyek hûn dihizirine. Pêwendiya ehpab-çawişî ya gelek hevalên me jî heye. Ev jî li çiyê anîne astek fêrbûnê. Ji min jî tiştek wisa dixwazin. Lê negengaze tiştên wisa bipejirînim. Beramberî dîrok û siyasetê rêzdariya min heye. Zanista
leşkerî û siyasî dizanim. Şêwaza leşkerî dizanim û jiyanê nas dikim. Bi van pêwendiyên we yên ehpab-çawîşî, kevnareyên we ve, ma pêkane xwe bixapînim? Wê demê ti nirxa min namîne. Wê demê ez nabim rêberê tiştekê, weke rêberên din bim. Hûn rêberên din dibînin. Beriya her tiştî evqas xwîn hatiye rijandin, evqas êş hatine kêşan. Ger hûn li hemberî van nirxan rawestin, hûnê bibin îxanetkarên mezin. Qet nebê van di mejiyê xwe de bicîh bikin. Ger hûn van heta dawî di mejiyê xwe de bicîh nekin, nabe. Mijar û siyaseta PKK’ê çiye? Ger di van mijaran de
nebesiyên me hebin, jiyanek bi xeflet heye, hûnê vê ji holê rakin. Pêwîste mirov wêrekî û baweriyê bidest bixe. Xebata min ji ya we tevan girantire. Ez dimeşînim û razî me ku dimeşînim. Lê hûn jî peywira xwe ya kesî pêk bînin, nefsa xwe terbiye bikin û xwe bilind bikin, ev jî bese. Ger di navbera we de egîdên din jî hebin, bila egîdiya xwe bikin. Gelo ji dervî partiyê jiyan heye, yan na? Niha we Rêbertî jî dît. Kesên gotinên weke; “Ev PKK ji kur hat, çi karê wê li Başûr heye?” Dibêjin, dijminê dîrokî û bingehîn di mala xwe de bicîh kiriye. Dijmin di mala xwe de xwedî dike. Qet napirse; “Çi karê vî dijminî li mala min heye?”, dibêje; “Çi karê PKK’ê li vir heye?” Vaye rêbertiyên we yên berê wisa ne. Ma xefletek û îxanetek ji vê mezintirîn heye? Bi tika dijmin tîne mala xwe, ji bo me jî mirinê dixwaze. Dema van jî dike, dibêje; “Ez bi navê Kurdinî dikim û rêbertiya Kurdan dikim.” Ew bi xwe jî bi vê derewê bawer dike. Vaye mirina we jî eve. Ev mirin di destê kî de ye û çiqas kûre? Hevalên me jî şer dikin. Bi şerê xwe yê her rojî li xwe didin. Paşê jî xwe cengawer dibînin. Belê ji hêla teşe ve şerkerin, lê belê li xwe didin. Tiştên amade bi destê xwe dehf didin. Ji partiyê acizin, şêwaza dijmin kirine şêwaza jiyana xwe. Hevalên me weke xayînên ji nav me derdikevin, ji kargeriya partiyê acizin. Ji kargerî, dîsîplîn û şêwaza partiyê ne razî ne. Ev jî keyfiyete. Ma keyfiyeta wisa dibe? Keyfiyet a dijmine. Hûn ji vê hez dikin û vaye di vê xalê de jî dijmin bi we re dimeşe. Xwe nexapînin, hûn bi dijmin re ne. Ger dijmin bi we re bijî, hûn nikarin bêjin; “Min namûsa xwe ya kesî rizgar kir.” Kesên evqasî
dijmin dikişînin ser xwe, vaye cerdevanên wane û ev jî xwe xwediyê partiyê dibînin. Ev çiqasî bi Kurdewariyê re ne?
Dijmin dibêje; “Xwe bêxêr bihêle, nezan bihêle û bê siyaset bihêle.” Belê, niha hevalên me jî van dixwazin. Dibêjin; “Em ji mixtariyê fêm dikin, em ji axatiyê fêm dikin.” Ev yên dijminin. Ger ev tiştên baş bûna, hezar salin em ne dixistin van rewşan. Divê mirov dev ji van berde. Kesên ku dibêjin; “Zehmete dev ji cixareyekê berdim, ez çawa dikarim dev ji vê jiyana ku ji min re hatî hiştin berdim?”, ez jî ji wan re dibêjim; “Ger neberdî, tu gêjê berê yî.” Kes welat nade we, kes azadiyê nade we. Zêdetirîn dê we bixe xizmeta xwe. Yan hûnê vê rewşê bipejirînin, an jî rewşa din bipejirînin. Lê herdu jî nabin. Hûn dibêjin; “Hinek ji dijmin, hinek jî ji min re.” Nabe. Ev îxaneta herî mezin a bi Kurdan re ye. Heta ev di her ferdek Kurd de bi vî rengî ye: Ez hinekê xwe, hinekê jî dijmin bijîme! Ev jî xirabiya
herî mezine. Hevalên me ji çiyê tên, hûn jî ji gund û bajarên xwe tên. Hûn dibêjin; “Rêbertî û Rêbertî.” Rêbertî ne li cihek dine, vaye di van çend peyvan de ye. Ez hebim û tinebim jî, ez evim. Ne xwe ji mirov dûr digirim, ne jî weke hûn dihizirin nêz dihesim. Ger di gorê de jî bim, bi we re me. Ger her roj li mala we bim, dîsa jî wisa me. Ne bi qasî dûrbûna we ya ji min, ji we dûrim, ne jî bi qasî nêzbûna we, nêzî we me. Ez nêzî rastiyame. Vê ji bo hevalan jî vedibêjim. Hûn nêzî Rêbertiyê bûn, lê ma rast nêz bûn? Na! We bingeha partiyê, bingeha Rêbertiyê çiqas fêm kiribe, asta nêzbûnê jî ewqase û ev jî nêzîkbûna raste. Ger hûn bidin gotin; “Hat, tiştek fêm nekir, hat keyfiyeta xwe da jiyîn”, wê demê ev jî dibe minafiqtî. Ev ne nêzbûne, dûrbûne. Niha miletê Kurd nêzî me ye. Milyonan ne li virin, lê em bi rihê xwe nêzî hevin. Çima? Ji ber ew nêzî hinek rastiyan bûne. Em ji her demê zêdetir niha nêzî hevin. Ev ya herî raste jî. Min gava xwe ji vir ne avêtiye, lê niha miletê Kurd ji hemû rêberan êdetir, ji girêdanên dîrokê hemûyan zêdetir, nêzî me ye. Çima? Ji ber me ev milet gihand hinek rastiyan. Ev ji destpêkê ve jî wisa ye. Ger tu vê nêzîkbûnê dixwazî, wê tu yekîtiyê çêbikî. Wexta yekîtî çêbe, kes nikare te bin bixe. Çawa dijmin niha nikare min
bin bixe, ger hûn yekîtiyê ava bikin, hemû cîhan bibe yek jî kes nikare we bin bixe. Ev jî girêdayî nêzîkbûnên we yên rastin. Niha hûn dibêjin; “PKK çiye?” Vaye PKK ev rastîne. Ya ku yekîtiya me çêdike ev rastî ne, ev rastî beramberî dijmin yekîtiya me çêdike û tîne astek bin nakevin. PKK ji bilî vê ne tiştek dine.