MEXMÛR – Li Wargeha Penaberan ya şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), ji aliyê Tevgera Ciwanên Mexmûr û Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê, şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin bi bîranîn.
Tevgera Ciwanên Mexmûrê û Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê, bi daxuyaniyekê şehîdên berxwedana Mezin ya Rojiya Mirinê ên 14’ê Tîrmehê bi bîranîn. Beriya ku ciwan daxuyanî bidin, li kenara wargehê li ser tepe nivîsên weke “Berxwedana zîdanan sembole, û Berxwedan Jiyane” nivîsîn. Piştî xebatên nivîsandinên, ciwanan bi deqeyekî rêzgirtin, dest bi daxuyaniya xwe kirin.
Daxuyaniya ku ji aliyê endama Tevgera Ciwanên Mexmûrê NûdemTunç hatî dayîn bi vê rengî ye;
“Em serî de wekî Tevgera Ciwanên Mexmûr û hemû gelê Wargeha Şehîd Rustem Cudî, berxwedêr û lehengên mezin yên zîndana Amedê, bi minet û rêzdarî bi bîrtînin û soza xwe ya girêdanbûna armanc û xeyalên wan dubare dikin.”
“Têkoşîna pêşengên destpêkê wekî Kemal Pîr, Mehemet Xeyrî Durmuş, Akif Yilmaz û Alî Çîçek, ji bo me ciwanên Kurd mîrasekî ji berxwedan û têkoşîna mezin hêştine. Ev rihê ku serî de Rêber Apo û ew lehengên mezin yên berxwedana zindana Amedê derxistin holê, weke rêgez û pîvanên Apoyî dikarin bi serbilindî, bixin bingeha tarzê jiyana xwe.”
“Wekî Tevgera Ciwanên Mexmûr bi wesîleya salvegera berxwedana zîndana Amedê, em bang li hemû ciwanên ku Alî Çîçekan ji xwera pêşeng dibînin dikin, em bi hevre di vê pêvajoyê de cihê xwe di hemleya “Werin Cenga Azadiyê” de bigirin. Bi rihê fedayîtiya lehengên ku li Zap, Metîna û Aavşînê şer dikin, bikevin nava çalakiyan de. Dijminê xwîn xwar ya gelê Kurd binbixînin û pergala wan hilweşînin. Li ser vê esasê em dibêjin Şehîdên me, axa me û gelê me rûmeta me ne.”
Piştî ku daxuyanî hate xwandin siloganên weke “Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Zîndanan, Bijî Berxwedana Gerîla” hatin berz kirin.