NAVENDA NÛÇEYAN – Gerîla Elîşêr Şêrhat diyar kir ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Zap, Metîna û Avaşînê bi rihê 14’ê Tîrmehê li berxwe didin, li kilêka wê bang li tevahî ciwanên Kurdistanê û derveyî Kurdistanê kir ku ew jî werin cihê xwe di nava refên gerîla de bigirin û rihê 14’ê Tîrmehê bidin jiyanî kirin.
Gerîla Elîşêr ku bi riya Radyo ji ajansa me re axivî, destnîşan kir ku bersiva herî rast tevlîbûna nava refên gerîla ye, û wiha domand;
“Destpêkê şehîdên 14’ê Tîrmehê bi rêzdarî bi bîrtînim. 14’ê Tîrmehê ji bo me, ji bo rêxistinê, ji bo gelê Kurd rojekî girînge. Dijmin bi awayekî giştî xwast tevger û têkoşîna me tune bikin, ji bo vê jî ji alî de hovane êrîşî me dikirin. Ev êrîş tenê bi derve re ne sînordar bû, di hundirê girtîgehan de berdewam dikir. Wê pêvajoyê zîndan, sekna 14’ê Tîrmehê ji bo me, tevgera me û gelê me bû xeteke berxwedaniyê. Ji ber vê jî rihê 14’ê Tîrmeh heya roja me ya îro bi awayekî fedayî berdewam dike.”
“Mînak weke li Metîna, Heftanîn, Garê, Zap, Avaşîn heya roja îro ew rih xwe dide jiyan kirin. Niha weke tevgera Komalên Ciwan jî me hemleyekî “WERIN CENGA AZADIYÊ” da destpêkirin. Ji ber vê jî bangawaziya me ji bo her ciwanekî Başûr, Bakur, Rojhilat, Rojava, Ewrupa û giştî enternasyonal, pêwîste wê rihê 14’ê Tîrmehê di bin siya wê hemleya ku me dayî destpêkirin de tevlî pêvajoyê bibin. Herkes di cihê xwe de têkoşîna xwe di asta herî bilind de bimeşîne. Hedefa ciwanan ya yekemîn pêwîste nava refên gerîla be.”
“Bersiva herî xurt di nava refên gerîla de tê dayîn. Bi terzê gerîlatiya nû, li her derê derbe li dijmin bixin. Em di bin siya hemleyê de rêxistinbûyîna xwe ava bikin û xwe bigihînin herkesî. Bi awayekî giştî rêxistinbûyîna xwe ava bikin û êrîşî dijmin bikin, wisa em dikarin encam bigirin. Di encamê de dijmin niha dixwaze me tune bike, êrîşên hebûn û nebûnê ye. Yê ku rola herî girîng jî bilîze ciwanin.”
“Rêber Apo ji bo ciwanan vê dibêje “Ciwan pêşeroja me ne, lê belê çalakiyên demê ne”, ji ber vê jî pêwîste ciwan niha kêlî bi kêlî di nava çalakiyê de bin, di nava tevgerê de bin, em tenê dikarin wisa dijmin bi binbixin. Eger wê rihê 14’ê Tîrmehê em esas bigirin, bi îradeya xurt tevlî pêvajoyê bibin, dijmin rojek tenê jî bîle nikare di axa me de jiyan bike. Ji bo vê jî em bang li ciwanan dikin ku li hember dijmin kêlî bi kêlî têkoşînê bimeşînin. Em dibêjin bijî Serok Apo.”
NC// Zerya Bagok