NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji dahurandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan….
Hêmanên siyaset û ewlehiya şaristaniya demoqratîk di hebuna civaka bi exlaq û polîtîk de rista bingehîn dileyizin. Hebûna nîvenga demoqratîk vesazbûna siyaseta civaka polîtîk bi giştî gotina siyaseta demoqratîk gengaze. Siyaseta demoqratîk ne tenê şêwazeke , tevahiya saziyê îfade dike. Partî, kom meclis, çapemenî, mîting, hwd. ku pir sazîbûn çênebe, piratîka siyaseta demoqratîk pêşnakeve. Rista resen ya saziya nîqaş û biryar girtinê. Di hemû karên civakî yên hevpar de ku nîqaş û birya girtin tunebe. Jiyan bi rê ve naçe. Encam ya kaos yan jî wê bi dîktatoriyê encam bibe. Çarenûsa civaka ne demoqratîk her wisaye. Di nav seriyê kaos û diktatoriyê de dihejin û diçin. Di nîvengên wisa de nayê hiziran din ku civaka bi exlaq û polîtîk bi pêşkeve. Nexwe arnmanca yekemîn bê têkoşîna polîtîk, ango siyaseta demoqratîk , avakirina civaka demoqratîk û di vê çarçovê de karên hevpar nîqaş kirin û biryara xistina riya herî başe.
Siyseta demoqratîk kadroyên wê ê têkûz , çapemenî, rêxistinên partiya, rêxistinên civaka sivîl, herderm xebatê perwerda civakê û hebûna pêwîstiya piropogandayê divê li paş çav neyê ditin. Jî hemû cudatiyên civakê nêzikatiya birêz, di bingeha cudatiya de pêwîstiya wekhevî û lihevkirinê, bi qasî nêzîkahiya nîqaşên hundurê wê, cesareta siyasî, pêşkîdana exlaq, serdestiya li ser mijara, hişmendiya dîrok û rojanê, nêzîkahiya tevahî-zanistî, di encamstendin û serkefitinê de wek pêwîstiya taybetiyên siyaseta demoqratîk dikarin bê rêzkirin.
Parastina cewherî politîkaya ewlahiya civaka bi exlaq û politîke a rast, civaka ku nikaribe xwe bi parêze wateya wesfa wê ya civaka bi exlaq û politîk wenda dibe. civak ya hatiye mêtingeh kirin. dihele û dirize; yan jî di berwxedanê de ye ji bo wesfa xwe ya bi exlaq û politîk ji nû de qezenc bike û dixwaze bide karkirin. Parastina cewherî, navê vê pêvajoyê ye. Yê ku di xwe mayînê israr bike. Civaka mêtîngehî û bi her cureyî girêdanê yek alî sepandina red dike, wê helwesta xwe tenê bi derfetên parastina cewherî û bi saziyên wan bi pêşbixe. Parstina cewherî ne tenê ji bo nakokî û aloziya gengaze. Pêwîste neyê jibîr kirin. ku civakên dîrokî demên dirêjin ku bi çin û desthiladarin, wê ew hêz bixwazin ku wan bi taybetiyên xwe bi parêzin. Ew hêzane ji bo hebûna xwe biparêzin. Wê bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin. Ji ber vê yekê parstina cewherî wekî xwestekeke pir ya civakê demek dirêj di rojeva civakê de wê cihekî girng bigire. Hêza biryara heta bi hêza parastina cewherî re pihêt nebe bi hesanî nakeve meriyetê.
Wekî din, di roja me de netenê ji derveyî civakê, di hundirê wê de jî heta di hemû çavikê wê de em li hember rastiyek desthilatdarîne . Di hemû çavikê civakê de yên guncan de avakirina komên parastina cewherî, di pawanên sermaye û desthilatdariyê de radest hatin girtin û civakên ku hatine mêtingeh kirin. di dirêjiya dîrokê de ji kilana qabîla û êla, ji qewm û netewan heta civatên olî, ji gunda heta bajarn her yekîneyek civakê pirsgirêka wê ya parastinek wê ya cewherî çêbûye. Pawana sermaye û desthilatdariyê, di êrîşkirina gurekî ku di dûv şopa nêçêrê de ye; kesên jî parastina cewherî bê parin wekî keriyê pez bela wela dike û ya ku dixwaze dest datîne ser
Di hebûna civakek demokratîk û hebûna xwe birêve birînê de herî kêm erîşên pawanên sermayedar û desthilatdariyê û di pîvanên kedxwarina sînorkirinê de avakirina parastina cewherî û çalakiyên xwe amade kirînê de, pêwiste de di rewşa xebitandinê de bên hiştin. Li gor ku wê demek dirêj bi pergalên sermaye û desthilatdariyê re di nav hev de wê bê jiyan kirin, neketina nav şaşitiya giringe;şaşiya yekemîn, wekî ceger sipartina pisîkê, ewlehiya xwe ya cewherî radesdî pergala bi pawan kirine. Encamê wê yên xerab bi hezar mînakan derketiye holê. Şaşîtiya duwemîn,li himber dewletê bi paroleya anha wekî dewletê xwesteka bûyîna pergala desthilatdariyê. Ezmunên rêl sosyalîzmê di vê mijarê de têra xwe ronîkere. Ji ber vê yekê parastinek cewherî ku wate û xebatkirina wê heye wê bibe heyîneyek şaristaniya demokratîk ya di dîrok, roja me û di pêşerojê de ku paş çav neyê dîtin.