NAVENDA NÛÇEYAN – Jinên Tîrêjên Rojê li Geverê di 12, 13 û 14’ê Tîrmehê de ji bo bîranîna şehîdên 14’ê Tîrmehê çalakî li darxistin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Jinên Tîrêjên Rojê de ev agahî hatin dayîn:
“12’ê Tîrmehê bi şev saet di 23-24’an de li dijî mobeseya li ser rêya Şemzînanê bi molotof û çekên ferdî çalakiyek hatiye lidarxistin. 2 kamerayên li ser stûna mobeseyê bi temamî şewitîn û îmha bûn.
Xayînê bi navê C.Ç. yê ku ji bo AKP’ê dixebite di 13’ê Tîrmehê de li Taxa Mezarlikê ku di encama şopandina me de hatibû tespîtkirin, bi armanca hişyarî li dijî wî çalakiyek hatiye lidarxistin. Hêzên me bi Bombeyên Bi Destan û fîşekên hewayî li mala wî dan. Camên malê bi temamî hilweşiyan, bang li polîsên dagirker kirine û heta saetên sibehê nobet girtine. Piştre em ê agahiyên nasname û wêneyên îxanetkar biweşînin. Ev tenê çalakiyek hişyariyê ye. Çalakiya me ya 2’emîn wê dijwartir û bi bandortir be. Ev hişyariya me ya dawî ye ji bo wî.
Şeva 14’ê Tîrmehê saet di 22.00’an de wesayîtên zirxî yên polîsên dagirker ên li Taxa Kişlayê digeriyan, bi teqemenî û molotofan li wan hate xistin. Polîsên dagirker di nava tirs û panîkê gule reşandin hawirdorê û piştre ji taxê derketine.
Em hevrêyên xwe Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek ên di 14’ê Tîrmehê de şehîdên Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a Amedê bi rêzdarî bi bîr tînin.”
Jinên Tîrêjên Rojê ji bo silavkirina berxwedana gerîla çalakiya xwe berdewam kirin. Jinên Tîrêjên Rojê got, “Di çarçoveya çalakiyên silavkirina berxwedana Zapê de, yekîneyên me li taxên Cûmhûriyet û Gungor ên Geverê çalakiyeke pankart û nivîsandina nivîsan li dar xistin. Çalakiya me li dijî operasyona dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê û qadên gerîla pêk hat. Gerîla wê li çiyayan li dijmin bide, ciwan jî wê li kolanan li dijmin bide. ”