NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta Tirk a dagirker ku bi komkujiyên xwe tê naskirin, di dîrokê de ne tenê komkujiyên fîzîkî kirine, komkujiyên çandî jî kirine. Bi polîtîkayên qirkirina çandî hertim xwestiye gelê Kurd tune bike. Hunermendên herêma cizîrê derbarê rola çandê di şoreşa 19’ê Tîrmehê de ji ajansa me re axifîn. Hunermend Danîş Botan Cîgirê Desteya Çandê ya herêma Cizirê, diyar kir ku di avakirina şoreşa Rojava de ked û rola herî mezin ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan e.
Danîş Botan Cîgirê Desteya Çandê, endamê koma Boton û xebatkarê Tev-Çand wiha dest bi axaftina xwe kir; “Ez roja 19’ê Tîrmehê cejna vejînê li hunermedê herî mezin Rêber APO û saziya malbatê şehîdan pîroz dikim. Dema behsa 19’ê Tîrmehê dibe tiştê ku tê bîra min qehremantî, berxwedanî parastina çand, parastina kevneşopî, parastina ax û parastina huner e. Şoreşa 19’ê Tîrmehê heya ku ava bû gelek xwîn û ked tê de hat dayîn. Heya ku nirxên mezin yên mirovahiyê di roja îro de ji nû de hatin bi dest xistin, pir xwîn hate rijandin û şehîd hatin dayîn. Şehîdên me xwîn dan, da ku em karbin azad jiyan bikin, em rengê xwe jiyan bikin, ji bo min ev hemû wekî xewn û xeyalekê bû. Bi çanda xwe jiyan kirin tiştekî pir pîroz e.”
“Şoreşa 19’ê Tîrmehê gelek guhertin û serkeftinên mezin bi xwe re anî. Roja 19’ê Tîrmehê wekî bersivekê ji dijmin re bû, ew rêjîm û dewletê desthilatdar yê ku ji bo qirkirina çandê şer dikin her êrîşî vê şoreşê dikin. Ev şoreş hemû keda kesê ku welat parastin û bi xwîna şehîdan ava bû. Lê belê mixabin dibe ku ev gotineke giran be kurmê darê ji darê ye. Êrîşên bê hempa ku li ser şoreşa me tên kirin, ji aliyê îxanetkar û desthilatdaran ve ye. Ew dixwazin ew fikir û ramanên paqij ya ku însaniyet ji nû da dayî avakirin tune bikin. Heman ramanê ku însaniyet dayî avakirin, şoreşa Rojava jî bi serxist. Di şoreşê de gelek destkeftiyên civakî hatin bi dest xistin. Hemû destkeftiyên ku hatine bi dest xistin diyarî ji bo rêberê me, gel û şehîdên me ye. Şoreşa Rojava roja vejînê bû.”
‘DERKETINA TEVGERA AZADIYÊ, JI BO GELAN WEKÎ VEJÎNEKÊ BÛ’
Her wiha Hevserokê Tev-Çand’ê ya Mazpotamya Ednan Brahîm axivî û got; “Piştî şerê cîhanê yê duyemîn plana hêzên navdewletî, ku di hevpeymana SYKS-PIKO DE kurdistan di navbera Ereb, Tirk û Farsan de kirin çar perçe. komkujiyên sor û spî bi serê netewên weke Kurd, Ereb û Rom dan meşandin, bi taybet Kurd di gelek qirkirinan re derbas kirin. Raste li ser Ermen û Xiristiyanan de jî komkujî pêk hatin, lê belê ev netew xwedî nasname man. Lê belê gelê Kurd yek ji gelên herî kevnar ku hertim ser wê de êrîşên çandî dihatin kirin, her roj li ser wan komkujiyên spî hatiye meşandin, xwastine wan asîmle bikin. Gelek serhildan li Bakur û Başûr çêbûn, lê belê ji ber ku serhildanên wan tenê bi herêmê re sînordar ma têk çûn. Lê piştî derketina Tevgera Azadiya Kurdistanê, ku weke tevgera Newrozê hate bi nav kirin bû vejîn ji gelan re.”
“Ji îro û şûn de wê hemû rojên me wekî Newrozê bin. Heya ku ev faşîsta AKP-MHP’ê têk biçe, wê hemû gel li ser piya be, û em di vê de bi israrin. Bi têkoşîn û berxwedana tevgera azadiyê êdî Kurd weke însan û xwedî maf hat dîtin. Heman demê de ev tevger êdî tenê tevgera netewekî nîne, bûye tevgerekî cîhanî. Li hember hêzên navdewletî bi temambûna sedsala peymana Lozanê re dixwazin hemû xeyal û armancên danîbûn pêşiya xwe pêkbînin. Ji bo ku gelê Kurd û tevahî gelên Rojhilata Navîn tune bikin, planên berfireh danîne pêşiya xwe.”
“Di nava 50’î salên têkoşîna li hember dewleta Tirk de, eger dewleta Tirk bi tenê ba, dê wê di nava va 50’î salî de 50’î carî têkçûbaya. Tevahî hêzên NATO, piştgiriya wî dikin, beriya wê jî yên weke Almanya, Birêtanya û Emêrîka jî serkêşiyê dikin. Armanca wan ji van êrîşan ewe ku di Rojhilata Navîn de Kurdekî ku azad jiyan bike nemîne. Şerê ku niha li Kurdistanê û bi taybet li Rojavayê kurdistanê li dijî gelê Kurd tê meşandin, ji bo tunekirina projeya Netewa Demoqratîk e, van hemû êrîşan ji bo parastina berjewandiyên xwe dikin.”
“Ev şoreş armanca wê ew bû ku xwaseriya demoqratîk bikeve şûna desthilatdariyê, lê piştî têkoşînekî demdirêj em gihîştin va armancê xwe. Bi rastî gelê Kurd xeta xwe ya demokratiyê diyar kiribû, ji b wê neket xizmeta tu hêzê, ev 10 salin şoreşa 19’ê Tîrmehê hêdî hêdî ev gel xwedî biryar û hêvî kir. Saziyên berfireh hatin avakirin gel bû îrade, ev şoreş wisa nehat, bi ked û xwînê hate avakirin. Heman demê de bi saya fikirên Rêber Apo ye.”
NC// Îlan Kobanê