NAVENDA NÛÇEYAN – Kovara Ciwanan a Yurtsever Gençlik (Ciwanên Welatparêz) kevneşopiya weşangeriya xwe wekî dîrokek mezin didomîne. Kovar ji weşana xwe û vir ve bi her cure zext, êrîş û qedexeyan re rû bi rû maye. Lê belê, kovara ku reng û dînamîzma ciwanan nîşan dide, di serdema nû de tevî êrîş û astengiyên faşîstan jî weşana xwe didomîne.
Di derheqê Hejmara 15’yemîn de ev daxuyanî hate dayîn;
Hejmara Tîrmehê ya Kovara Ciwanên Welatparêz (Yurtsever Gençlik) bi sernivîsa “Bi Rihê 14’ê Tîrmehê, Emê Berxwedana Gerîla Geş Bikin, Kurdistanê Azad Bikin” derket.
Dahorandinên Rêber Apo a li ser lehengên mezin ên berxwedana 14’ê Tîrmehê, ku divê nêzîkatiya fedekariyê û rastiya şehîdan çawa be, ji bo xwendevanên hêja hate berhev kirin.
Perspektîfên jin û ciwanan ên li ser esasê Şerê Gelê Şoreşgerî hatin amadekirin, têkildarî rol û berpirsyartiya jin û ciwanan mijarên girîng di kovarê de derketin pêş.
Di beşa dosyayê de nirxandina endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu ya li ser berxwedana mezin ya Rojiya Mirinê a 14’ê Tîrmehê, û gotara sekna şoreşgerî ya pêşengê ciwanan Stêrka Sor Alî Çîçek heye.
Di Kovarê de nivîsên ku ji pênûsa ciwanan hatiye nivîsandin, di vê hejmarê de cihê xwe digirin.
Me bixwînin me binasin.
Me bi ciwantî destpêkir, emê bi ciwantî serbikevin!
https://yumpo.com/user/yurtsevergenclik
https://komalen-ciwan.com/yurtsever-genclik