ŞENGAL – Di 15’ê Hezîranê de balafirên bê mirov ên bi çek ên dewleta Tirk Meclîsa Gel a Sinûnê û Kirtasiyeyek di nava bazar de hedef girtin. Li gorî agahiyên fermî yên ji aliyê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ve hatiye dayîn, di encama êrîşê de zarokek 12 salî yê bi navê Selah Nasir jiyana xwe ji dest da, 7 welatî jî birîndar bûn.
Li ser vê esasê ji bo bîranîna şehîd Selah Nasir, ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Êzîdî ve çalakî hate li darxistin.
Bi werza Havînê re li Şengalê aktîvîteyên ciwanan destpêkirin. Yek ji van aktîvîteyan jî qada sporê ye. Heta niha gelek tûrnûvayên footballê pêk hatine.
Herî dawî di pêşengtiya Yekîtiya Ciwanên Êzîdî de li ser navê zarokê ku di encama êrîşên hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûye li ser navê Selah Nasir tûrnûvayeke hate destpêkirin. Tûrnûvaya ku di 10’ê Tîrmehê de de bi tevlîbûna 8 tîman destpêkiribû gihişt fînalê. Di maça fînalê de tîmên bi navê şehîd Tehsîn û Warês El-Benat hatin pêşberî hev. Lîstîka ku bi kelecaneke bilind pêk hatî bi encama 3-2 serketina tîma Nexem bi dawî bû.
Tûrnûvaya li navenda Şengalê pêk hatî, bi tevlîbûna gelek temaşevan û mêvanan destpêkir. Alîgirên her du tîman jî bi dirûşm û tezahuratan heta dawiya lîstikê piştgirî dan tîmên xwe.
Piştî ku lîstûka her du tîman bi dawî bû, bi deqeyekî rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên şoreşê, li ser navê Saziya Malbatê Şehîdan Mihemed Mihemed Beşar axivî. Mihemed Beşar di axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a dagirker û wiha got; “Herkesekî ku alîkarî daye dewleta Tirk, û îxanet li me kiriye, şermezar dikin. Emê li hemberî dewleta Tirk ya dagirker û êrîşên wî hertim di nava çalakiyan de bin. Em tenê dikarin bi van ciwanan re li berxwe bidin. Em ji dijminê xwe ya hov re jî dibêjin, em Êzîdî di biryara xwe ya berxwedanê de bi israrin, emê li pêşiya her dijminekî bigirin.”
Piştî wê li ser navê Yekîtiya Ciwanên Êzîdî Hejar Şengalî axivî. Hejar di axaftina xwe de diyar kir ku ew tu carî ji êrîşên dagirkeriyê natirsin û dijmin çiqas êrîş bike, wê hîn zêdetir bi hêz bibin û got; ” Em vê tûrnûvayê ji bo bîranîna şehîd Selah Nasir li dardixin. Bila dijmin bizanibe ew çiqasî zarok û gelê me qetil bike, emê ewqasî xwe bi hêz bikin û li berxwe bidin.”
Beşdarvan û berpirsê tûrnûvayê her du tîman jî di derbarê tûrnûva û lîstikê de ji ajansa me re axivîn û bal kişandin ser wate û girîngiya çalakiyên ciwanan ên ku tevkariya civakî pêş dixe. Her duyan jî hestên xwe yên tolhildana şehîdan anîn ziman.
Destpêkê yek ji berpirsên tûrnûvayê Hejar Şengalî derbarê tûrnûvayê de ji me re got; “Navê min Hejar Şengalî ye, ez xebatê ciwanan dikim, xelkê Şengalê me. Me ji bo bîranîna şehîd Salih Nasir ev tûrnûvaya da destpêkirin. Dijmin wê me hertim lawaz bibîne, lê ev jî rastiyeke, em çiqas şehîdan didin em ewqas bi hêz dibin. Armanca me ji vekirina wê dewreyê ewe ku em ciwanên xwe perwerde bikin.”
Hejar di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî ciwanên Êzîdî kir ku bi erkên xwe yên welatparêziyê rabin û ew jî cihê xwe di nava çalakiyan de bigirin. Heman demê de Hejar diyar kir ku pêwîste hemû ciwan xwe li ser fikir û felsefeya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan perwerde bikin û civaka xwe pêşbixînin.
Her wiha beşdarvanê tûrnûvayê Dawûd İlyas Hisên jî diyar kir ku, wê bi her rê û rêbazê ji bo tolhildana şehîdan têkoşîn bikin. Heman demê de destnîşan kir ku vê xebatê xwe diyarî şehîd Selah Nasir dikin.
Herî dawî jî hemû lîstûkvan hatin xelat kirin, û çalakiya ciwanan bi berzkirina siloganan bi dawî bû.