ŞEHBA – 10’emîn salvegera şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê bi şahiyekê hate pîroz kirin.
Li herêma Şehbayê di pêşengtiya Yekîtiya Jinên Ciwan de, şoreşa 19’ê Tîrmehê di 10’emîn salvergera xwe de hate pîroz kirin. Jinên Ciwan di bin dirûşmeya “BI CIWANTIYA NÛJIYAN Û VIYANAN, EMÊ ŞERÊ AZADIYÊ BI SER BIXIN”, bi beşdariya şêniyên herêmê li Babinsê şahiyek li darxistin.
Şahiya jinên ciwan bi deqeyekî rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên şoreşê destpêkir. Piştre li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan ji aliyê Rîm Dede ve axaftin hate kirin. Rîm Dede diyar kir ku şoreşa Rojava şoreşa jin û ciwana ye û wiha got; “Di dîroka gelê Kurd de, di dîroka PKK’ê de, ev şoreş destkeftiya herî giranbuha, destkeftiya herî bi nirx û herî pîroz e. Pêvojaya ku em niha tê de jiyan dikin, hemû êrîşên ku li ser herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û tevahî Kurdistanê tê kirin, yek jê sdema wê ewe ku Kurdan tune bikin û vîna azad biperçiqînin.”
Piştî axaftinên ku hatine kirin, sê komên stranan derketin û stranên xwe yên derbarê Zap, Şoreşa Rojava û jinê de gotin. Heman demê de komên govendê jî derketin dîlana xwe ya herêmê girtin.
Beşdarvanên şahiyê û endama Yekîtiya Jinên Ciwan ji ajansa me re axivîn. Her duyan di axaftina xwe de diyar kirin ku şoreşa Rojava ji bo wan şoreşekî ku temsîla mirovahiyê dikê ye.
Destpêkê jina ciwan ya bi navê Hêva Haşêm wiha dest bi axaftina xwe kir; “Em îro li vê derê, ji bo salvegera şoreşa Rojava kom bûne û me şahî li darxistiye. Em vê şoreşê li serokatî û hemû şehîdên doza azadiyê pîroz dikin. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê di cîhanê de weke şoreşa jinê tê naskirin, em jî weke jinên ciwan dixwazin xwe li her derê bidin îspat kirin. ji ber vê jî em dibêjin emê li her derê hebin. Weke tê zanîn ev meh, heman demê de meha şehîda ye jî, bi taybet şehîdên jin. Îro em gihîştine vê astê ku em bi saya şehîdên me yên jin têkoşînekî mezin didin meşandin.”
Her wiha beşdarvana şahiyê ya bi navê Zozan jî wiha axivî; “Navê min Zozane, ez dayîka şehîd Nûjiyanim. Îro li lîstûkgeha Babinisê, şahiyek ji bo pîrozkirina şoreşa jinê hate li darxistin. Ev bû deh salin şoreşa ku bi pêşengtiya jinê destpêkirî, li berxwe dide. Her kesek bi rengê xwe beşdarî vê şahiyê bûye. Em kuderê de biçin, bila biçin emê hertim çalakiyên xwe dewam bikin.”
Herî dawî çalakiya jinên ciwan bi siloganên weke “Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Rojava” bi dawî bû.