BEHDÎNAN – PKK tevgera ku îro herî baş enternasyonalîzmê îfade dike ye. Ji çar aliyên cîhanê ciwanên ku fikir û felsefeya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan nas dikin û dixwazin felsefeya PKK’ê fêm bikin, tevlî nava refên PKK’ê dibin. Gerîlayê Îngilîz Mazlûm Atakan û gerîlayê Ereb Hozan Ararat jî bi nasnameya xwe ya enternasyonalîst di nava refên PKK’ê de cih digirin.
Gerîlayên PKK’ê Mazlûm Atakan û Hozan Ararat bi wesîleya 10. salvegera şoreşa Rojava ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku ji bo parastina Şoreşa Rojava divê beriya her tiştî ciwanên Kurdistanî û ciwanên enternasyonalîst, tevlî berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bibin.
Destpêkê gerîlayê ji pêkhateya ereb Hozan Ararat nirxandinên xwe bi vê rengî anî ser ziman;
“Bi boneya salvegera 10’emîn ya şoreşa Rojava, emê gelên xwe yên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê pîroz dikin. Tiştên ku li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hatiye jiyan kirin, êşên ku gel beriya şoreşê jiyan kirine, piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê guhertinên mezin çêbûn. Ev bû 10 salin şoreş pêkhatiye, di nava van deh salan de gelek guhertin çêbûne. Bi taybet aliyê jinê de guhertinên girîng çêbûne, weke em jî dizanin Rêber Apo ji bo vê şoreşê got şoreşa jinê. Ev şoreş hem ji bo jinan û hem jî ji bo ciwanan, bû wekî derfetekî xwe rizgarkirina ji koletiyê. Heman demê de tiştên ku di dîrokê de ser wê hatibûn defen kirin, bi vê şoreşê re dîsa ji nû ve derketin. Ji ber vê jî bandora şoreşê hem li ser gelê Sûriyê û hem jî li ser tevahî gelê Rojhilata Navîn çêkir. Şoreşa ku li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê pêkhatiye bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bû. Pêşketinên ku li gel gelên herêmê jî çêbûne, bi fikir û felsefeya Rêber Apo ye. Êrîşên ku beriya 10 salan ji aliyê DAIŞ û dewleta Tirk ve hatiye kirin, bandora wê ya fikirî li ser civakê zêdetir bû, bi taybet jî di aliyê zihniyeta olperest û netewperestiyê de.”
“Gel di wan deman de, di aliyê fikirî de bibûn koleya rêjîma BAIS, ji derveyî wê modernîteya kapîtalîst jî bi şerê xwe ya taybet êrîşî gel dikir. Herî zêde jî êrîşên wan li ser jinê bû, kesayeta jinê diperçiqandin û di nava dîwarên koletiyê de dihêştin. Lê belê piştî avabûna şoreşê ya bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, em guhertinên mezin dibînin. Bi taybet aliyê jinê de gerhertinên pir mezin çêbûne, jin fêrî rastiya xwe bûye, xwe bi xwe rêxistin dike û li ser çanda xwe jiyan dike. Heman guhertin ji bo ciwanan jî derbasdare. Ciwanan gaveke pir zelal avêtine. Weke gel û ciwan divê nirxên ku Rêber Apo ava kirin, wan ji hêzên dagirker biparêzin. Em nirxên xwe ji rêjîma BAIS, dewleta Tirk û tevahî hêzên desthilatdar biparêzin. Dewleta Tirk bi awayekî pir hovane êrîş dike ta ku vê fikirê têk bibe û wan nirxan desteser bike.”
“Îro herkes dizane Erdoxan weke desthilatê dewleta Trikiyeyê û faşîzmê ye, herkes dizane ku Erdoxan mirovekî hov û zalime. Êrîşên xwe yên ser Sûriyeyê û bi taybet herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bê navber dewam dike, ta ku gelên herêmê bi xwe nav hevdu de. Lê bila tu carî fikar neke ku ewê vê xeyalê xwe pêk bîne. Ji ber ku gelên herêmê li ser esasê fikir û felsefeya Rêber Apo ya Modernîteya Demoqratîk têkoşîn dikin, ev felsefe jî felsefeyeke ku biratiya gelan ji xwe re esas digire. Erdoxan çiqas bi teknîkên mezin êrîş bike jî wê gel wî ji vê hovtiya wî bide pişman kirin.”
“Gelê Sûriyeyê îro bûye gelekî berxwedêr û têkoşer, bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, tevahî jin xwe bi rêxistin dikin, civak xwe bi xwe rêve dibe û li dijî êrîşên hovane li berxwe didin û têkoşîn didin meşandin. Gel êdî fikirên rêjîma BAIS û dewleta Tirk ve red dikin, li hember radibin serhildanan.”
“Yê ku di serî de êrîşên dagirkeriyê red bike, jin û ciwanin. Divê ciwan van fikirên faşîst red bike û hîn zêdetir xwe bi fikirên Rêber Abdullah Ocalan perwerde bikin. Divê hîn zêdetir pradîgmaya netewa demoqratîk nasbikin û azadiya fikirî çiye wê nasbikin. Divê hîn zêdetir dîrok, rastî, çand û exlaqa civaka xwe nasbikin û heqîqeta wê raxin berçavan. Armanca wan êrîşan tunekirina vê fikirê ye, ji ber vê jî dixwazin destpêkê ciwanan kole bikin, ta ku karbin armancê xwe pêkbînin, ji bo wê dihêlin ku ciwan koçber bibin, divê em jî weke ciwan vê yekê qebûl nekin, em li hember van êrîşan xaka xwe biparêzin. Ciwanên ku derketine derveyî welat jî divê vegerin welatê xwe û wê ji dagirkeran biparêze.”
“Îro herkes pêşketinên ku li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê çêbûne dibîne. Li ser min bi xwe van pêşketinan bandor kiribû, şoreşa 19’ê Tîrmehê bû sedema tevlîbûna min ya nava têkoşînê. Guhertin û pêşketinên çêbûne bi awayekî erênî li ser kesayeta min bandor kir. Bi taybet fikirên netewa demoqratîk ku dihêle gelên cuda cuda di nava hevdu de jiyan bikin û xwedî li dîroka xwe derbikevin li ser min bandor kir.”
“Îro Partiya Karkerên Kurdistan bûye partiyeke netewî, ji her pêkhateyê kes tevlî vê partiyê dibin. Îro ev tevger ji bo gelên bindest têkoşîn dike, gerîla jî li hember hemû zilmkaran berxwe dide. Berxwedana gerîla ya li hember dewletên faşîst, bandoreke mezin li ser gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, gelên Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê kirine. Bi saya fikirên Rêber Apo ev berxwedan gihîşte vê astê. Heman tişt ji bo şoreşa Rojava jî derbasdare, di nava 10 salên xweyên têkoşînê de gelek encamên girîng bi dest xistî. Ji ber vê jî dewleta Tirk ya dagirker û faşîst bi hemû hêza xwe êrîş dike, lê dîsa jî nikare encamekê bi dest bixe. Yên ku fikirên Rêber Apo naskirin, divê xwe bi pêşbixe, ger xwe bi pêşxist jî divê bi rihekî berxwedêr destpêkê xwe û piştre tevahî gelan rizgar bike. Herî dawî jî dixwazim ji tevahî ciwanên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û Rojhilata Navîn re bêjim “Werin Cenga Azadiyê.”
Her wiha Gerîlayê bi navê Mazlûm Atakan jî wiha axivî;
“Bêguman Şoreşa Rojava ji bo gelên bindest bûye sembolek. Dibe ku di serî de bi şerê xwe li hemberê DAIŞ û dewleta Tirk a faşîst hatiye naskirin. Lê belê ger em nasîna xwe ya şoreşa Rojava bi vî re sînordar bikin, em tam nakevin kûrahî û cewhere şoreşê. Ji ber ku di şoreşa Rojava de tiştê herî girîng, sîstema vî li ser esasê fikr û felsefeya Rêber APO hatiye meşandin e. Taybet em dibînîn ku tevlîbûna heremê giştî, ne tenê gelê Kurd, gelê Ereb, gelê Asurî, Tirkmen Şoreşa Rojava ji şoreşên din cuda dike. Em dibinîn ku têkoşîna vê şoreşê, hem li hemberî sîstema kapîtalîst him jî paradîgmaya sosyalîzm ya kevn û têkoşîna rizgariya netewê kevn derbas dike. Şoreşa Rojava cudahiya xwe nîşan dide, ji bo vî ewqasî bandorker e.”
“Em dikarin bêjin jin di her aliyê de rola pêşengtî dileyîzin. Çi aliyê eskerî, çi siyasî, aborî, çi çand be di şoreşa Rojava de jin pêşeng e. Em dikarin bêjin bi şoreşa Rojava jin cewhera xwe, nasnameya xwe nas kir û li ser vî esasî pêşengtî ji bo civaka xwe kir.”
“Ne tenê li Rojhilata Navîn, giştî cîhanê de jin bin zextekî pir mezin de ye. Ev sîstem bi rêbazên muhafazakarî, an jî bi rêbaza lîberalîzmê ku jin parçe parçe dikin û difiroşin. Lê belê em Rojava dibinin ku jin bi xwe bûne bersiva vî, bendê nemane ku kesek were bibe xilaskarê wan, jin bi xwe hêzê xwe nasdikin. Em şoreşa Rojava de dibînin ku jin dikarin pêşengtî ji giştî civakê re bikin.”
“Di destpêkê de pêwîste em şoreşa Rojava weke tesadûfekê dest negirin, şoreşa Rojava bi 50 saliya meşa Serokatî re pêk hatiye. Ev têkoşînê ku Serokatî dem direjî daye meşandin, ciwanên Bakur nasnameya xwe ya Kurdî, nasnameya xwe ya manewî naskir. Li ser vî esasî xwe di şoreşa Rojava de jî dîtin. Ev sînorê navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de, piştî ku ciwanan nasnameya xwe naskir ji bo ciwanan çi bû? Ev sînor bi destê hêzên emperyalîst, bi destê dewletê Ingilîz û Fransa hate danîn. Dema ev ciwan ev sînor derbas kirin, hêzên emperyalîst têk birin, ji ber vî jî pir bi wate bû.”
“Ev têkoşîn xwe dispêre fikrekê enternasyonalîst. Hevalên ku yekser tevlî rastiya rêbertî bûn kî bûn? Heval Kemal Pîr û heval Hakî Qerar bû. Bi xwe ne Kurd bûn lê di têkoşîna rêbertî de heqîqet dîtin. Ji bo vî têkoşîna tevgera azadî her tim heye. Di şoreşa Rojava de ev dikeve meriyetê. Ji bo vî ewqas hêzên enternasyonalîst, hêzên şoreşger ya cîhanê xwe di şoreşê de dîtîne. Ev potansiyelê avakirina jiyaneke nû ye, avakirina sosyalîzma gorî roja me ya îro dîtine, ji bo vê tevlîbûna xwe ya şoreşê weke erkekî dîtine.”
“Di Şerê Gelê Şoreşgerî de rolekî pêşengtî dikeve ser milê ciwanên Rojava. Raste hêzeke leşkerî heye, ev gihîştiye heya astekî, ev pêşketin pir girînge, lê belê ji bo serkeftinê, divê li hemberî artêşeke wekî artêşa dewleta Tirk, artêşa NATO’yê, ku ewqas di aliyê teknîk de pêşeketiye, şerê gel bê meşandin.”
“Ev jî ji bo ciwanan tê çi wate yê? Xwe ji her aliyê de şer re amade kirin. Ne tenê xwe heman demê de civakê xwe jî ji bo şer amade kirin e. Ev nirxên ku di Şoreşa Rojava de hat avakirin, bi xwîna şehîdan hatiye avakirin, pêwîste ev bi kûranî hîs bikin.
Ev mîrasê ku şehîd dan me, ev têkoşîna ku dan me, ger em berdewam nekin her tişt ji destê me biçe. Pêwîste em weke ciwan tu carî nehêlin ku hêzên faşîst gavek jî be nevêjin, ev axa pîroz ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan. Pêwîste em li hemberî wî hêrsekî pir mezin jiyan bikin. Li gorî vî jî xwe li ser esasê Şerê Gelê Şoreşgerî amade bikin.”
“Îro li Zap, Avaşîn û Metîna gerîla derbên mezin li dagirkerên Tirk didin. Bi rastî ne tenê berxwedaneke dîrokî, şerê serkeftînê dimeşînin. Lê belê ger ev şer tenê, bi çiyayên Kurdistanê re sînordar bimîne, ev nagihêje encamê. Stratêjiya Şerê Gelê Şoreşgerî, ji me dixwaze ku em şer mezin bikin. Weke ev faşîstên ku dixwaze şerê topyekûn li ser me bimeşîne, pêwîste em jî bi şerê xwe bersiveke topyekûn bidin. Pêwîste gel bi giştî vê şerî bide meşandin. Ne tenê hêzên eskerî, ne tenê gerîlayên serî çiya, pêwîste bi tevahî gel vê weke erka xwe bibîne. Taybet ciwan weke hêzê herî dînamîk, vê erkê bigire ser milê xwe. Ji aliyê ciwanên enternasyonalîst de çalakiyên pir watedar hat meşandin. Em dibînin ku bê navber çalakiyên wekî protesto, meş hatin li darxistin. Lê belê pewîste hîn mezintir bibe.”
“Ev şer, şerê man û nemanê ye. Ne tenê ji bo gelê Kurd û Kurdistanê, ji bo tevahî herêmê derbasdar e. Ger em wî şer bisernexin ne tenê parçeyek axa Rojhilata Navîn biçe, wê şoreşa me jî bigihêje ber destê kapîtalîzmê. Her sosyalîstek, her şoreşgerek, divê van xalan weke erka xwe ya sereke bibîne. Êdî çalakiyên ji rêzê, daxuyaniyeke ji rêzê têra vê pêvajoyê nake. Pêwîste em van çalakiyan hîn mezintir bikin.”
“Dîsa ji bo ciwanên Kurdistanê dikarim bêjim êdî lazime em bikevin pêvajoya Şerê Gelê Şoreşgerî. Dîsa çalakiyên bi wate tê meşandin, lê belê pêwîste ev bigihêje asta berxwedaneke mezin. Me berê li Bakurê Kurdistan Şerê Gelê Şoreşgerî da meşandin. Li Sura Amedê, li Cizîra Botanê, Li Geverê me Şerê Gelê Şoreşgerî da meşandin. Em dikarin dîsa bidin meşandin, em dikarin li dijî wî dijminê hov şer bikin û bi serkevin. Pêwîste ciwanên Bakurê Kurdistan vê rolê bigirin ser milê xwe.”
“Ji bo ciwanên Rojavayê Kurdistan heman tişt derbasdar e. Îro li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê dagirkeriya dewleta Tirk ya faşîst û xwînxwar li ser axên me bêexlaqî dimeşîne. Çeteyên wî tiştên derveyî pîvanan didin avakirin. Pêwîste ciwanên Rojavayê Kurdistanê vê ji xwe re qebûl nekin. Pêwîste ji bo civaka xwe rola pêşengtî bileyîzin, li hemberî wan polîtîkayan şer bikin. Bi hemleya “Werin Cenga Azadî” pêwîste xwe berpirsiyar bibînin.”
“Ev ne tenê bangawaziyeke ku em derkevim meşa dirêj û daxuyaniyekê bidin nîne, ev bangawaziyeke wisa ye, ku em bi rastî werin tevlî vê cengê bibin. Ev jî wekî me got bi topyekûn tê meşandin. Raste em derbên pir mezin li dijmin didin, lê belê ev berdelekê pir mezin ji me dixwaze. Ev tevlîbûneke pir mezin ji me dixwaze. Li gorî wî pêwîste ciwanên Rojava bibînin, ku şerê li serê çiya tê meşandin, heman demê de bi şoreşa Rojava ve girêdayî ye. Ji hev ne qut e. Ger ciwanên Rojava xwedî li çiya dernekeve ev şaştiyeke pir mezin e. Ev şoreşa Rojava jî dixe bin xeteriyê. Pêwîste ciwanên Rojava jî xwe li gorî vî amade bikin û tevlî şer bibin.”
NC// Zerya Bagok