NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên Sevda Serînyel ên KBDH’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û ragihand ku wan li Stenbolê ‘mêrek ê ‘neyarê jinan’ ceza kiriye.
Di daxuyaniya li ser çalakiyê de wiha hat gotin:
“ Êrîşên dewleta mêr ên li hemberî jinê, polîtîkaya şerê taybet e. Heta bi niha bi sedan mînakên vê qewimîne. Di şexsê Îpek Er, Gulistan Dokû, Pinar Gultekîn û hemû jinên din ên hatin kuştin de me bi caran dît. Ev rêbaza taybet a şer di xisletê mêrê ketî de dikeve nav refên têkoşînê jî.“
Milîsên KBDH’ê diyar kir ku ji van kesan yek jê jî kesê bi navê F.O. ye û ev tişt got: “Ev mêrê ketî yê jin ji bo armancên xwe derexlaqî bi kar dianîn, şeva 14’ê Tîrmehê li navçeya Başakşehir a Stenbolê ji aliyê Milîsên Sevda Serînyelê ve hat cezakirin. Jinên welatparêz jî tev li çalakiyê bûn.
Di rêya rizgariya jinan de têkoşîna me mezin dibe. Jin digihîjin refên şoreşa yekbûyî û hêrsa xwe bi çalakiyên xwe mezin dikin. Li dijî hişmendiya dewleta mêrparêz a mêran bi rêxistin dike û dixwaze bixe nav têkoşîna me jî em bi awayekî bê şik û guman şer dikin.“