NAVENDA NÛÇEYAN – HBDH’ê di salvegera 7’emîn a Qetlîama Sirûcê de peyamek weşand. Di peyama HBDH’ê de ev tişt hate diyarkirin:
“33 sosyalîstên şoreşger li Sirûcê ji aliyê DAÎŞ’a barbar hatin qetilkirin. Ev êrîş bû destpêka pêla tasfiyeya li ser tevgerên şoreşger ên Tirkiye û Kurdistanê.
Dewleta Tirk a dagirker yekîtiya têkoşîna tevgera şoreşger a Tirkiyeyê û têkoşîna azadiyê ya Kurdan di Şoreşa Rojava de wekî xetere dît û bi destê DAÎŞ’ê êrîş kir. Wê ev êrîş bi ser nekeve!
Erdoganê faşîst digot ‘Kobanê dike bikeve’ lê Kobanê bi ruh û îradeyeke fedaî hate parastin. Serfiraziya kesên li Kobanê ji bo rûmet û azadiyê şer kirin, bû destpêka têkçûna DAÎŞ û AKP’ê ya faşîst.
Şoreşa Rojava ji gelên bindest re bû hêvî û ji bo kapîtalîstên emperyalîst û hêzên dagirker ên faşîst jî bû tirseke mezin. Şoreşa Rojava ligel ku li ser wê êrîş heye hê jî li ser xwe ye. Xwedîderketina li vê şoreşê tê wateya soza ku me daye 33 hevrêyên xwe.
Di salvegera Qetlîama Sirûcê de em hevrêyên xwe yên nemir bi rêzgirtin û girêdaneke mezin bi bîr tînin. Em sozê didin 33 hevrêyên xwe ku li hemberî AKP’a faşîst a ku dixwaze Şoreşa Rojava tune bike, em ê têkoşîna xwe li bajar û çiyayan bi biryardariyeke mezin bidomînin.”