NAVENDA NÛÇEYAN –
Bîranîna Gerîlayekî/ê li ser rûpelekî neqişandin… Her çi qasî giran be jî, lê em vê weke wezîfeyekê digrin dest. Pir caran pênûs di destê me de dilerize, ji ber ku em nizanin ku em wan pakrewanên delal çawa vebêjin, çawa binivîsînin. Xeyal di demên borî de daliqandî dimînin, çav li wan çavên delal digerin, guh wan peyv û kenê zêrîn dibihîzin û di wir de deng li ser vî dengî re nas nakin. Giyan û hizir di wir de xwe bi nav dikin.
Fermandarê Delal, ez te çawa bidim nasîn? Ez xewn û xeyalên te çawa li ser rûpelên spî bineqişînim. Sal bihrîn, dem derbas bûn, hêvî hîn xurt bûn, têkoşîn hîn dijwartir bû, lê fermandarê mezin hesreta di dilê min de ya bêrîkirina te qet kêm nebû. Ez hertim bi hesreta nîvçe ya di dilê xwe de dijîm.
Belê fermandarê mezin rêheval Mistefa Bîngol (Sadretîn Eriş). Tu li ser axa ku Şêx Seîdê Kal li ser têkoşîn da meşandin, ji dayik bûyî. Tu bi giyana berxwedanê mezin bûyî û te ev giyana xwe hîn di zarokatiya xwe de mezin kir û di sala 1990’î de te berê xwe da têkoşîna azadiyê. Te li ser serê çiyayên Amed û Çewlikê bi salan şer kir. Devera ku tu lê nema nebû. Tu li her gelî, newal, deşt û çiyayên bilind geriya. Her devera tu têre derbas bûyî bi kenê te hate neqişandin, her devera ku tu têre derbas bûyî bi werekbûna te serbilind bû. Her devera ku tu têre derbas bûyî bi hesreta te hatiye dagirtin. Belê fermandarê mezin! Ez çawa te binivîsim, çawa te vebêjim?
Fermandarê hêviya gelê xwe, ma ne tu bû ku te digot; “An mirin an jî serkeftin. Lê tu caran teslîmiyet nabe. Gel li bendî têkoşîna me ye, gel li bendî serketinê ye. Tişta ku dikeve li ser milê me, divê em bi her awayî pêk bînin.” Ev gotinên te bûn.
Carinan hesreta hevaltiyê di henaseyên me de dialiqin, carna peyv jî li ser lêvan dimînin, carna hevok bê wate dibin. Lê hêvî bilind dibin, hêvî bi hêviyên xeyalên we têne dagirtin. Jiyan bi xeyalên we xweş dibin.
Fermandarê min, ez gelek caran hizirîm ku carekê be jî bi çend hevokan bersiva keda te ya bêhempa bidim. Lê hêza min têrê nekir, hêza min a pênasekirina Fermandarê xwe kêm dima. Gotin pir caran dilê min disotîne. Êşek kûr di dil û giyanê xwe de dijîm û ev êş di henaseyên min de aliqandî dimînin.
Sal 1997 bû. Em li eyaleta Erzirûmê, an jî wiha bêjim li ser serê çiyayên Çewlikê bûn. Em 6 heval li Daristanên Şevdînê ketin rê û ber bi Geliyê Qîrê ve çûn. Hevala Dîlan (Nadîre Kal) fermandara me bû. Berf bê navber dibariya û çiya bi berfa spî hatibû xemilandin. Em bi saetan meşiyan, heya em gihîştin Geliyê Qîrê. Li aliyekî Hevala Dîlan, li aliyê din Hevala Gulistan (Sakîne), Rojda û Songul henek dikirin û dikeniyan. Em bi hêviya ku bigihîjin yekîneya di bin fermandariya Hevalê Mistefa de, ketibûn rê. Dema nîv saet ma, wê demê kêfxweşiyek cuda henaseyên me pêçand. Em destpêkê gihîştin cem hevalên jin. Wan bi dilekî germ em pêşwazî kirin. Bi germahiya pêşwazîkirina wan re, me meşa xwe ya bi saetan a di nava berfê de ji bîr kir û em jî bi germbûna wan germ bûn. Bi germbûnê me xwarin xwar, çay vexwar û em di hembêza hev de di mangaya ku bi naylonê hatibû çêkirin de razan.
Sibehê em bi xewa ku westandina laşê me biribû û bi dengê “Rojbaş” hişyar bûn. Beriya her tiştî ewlekarî girîng bû. Em li bendî agahiyên hevalên ku çûbûn keşfê bûn; ka li derdor tiştek heye yan na. Dema agahî hat û gotin di van kêliyan de tiştek tine ye, me agir dada û di nav kêfxweşiyekê de me têşt xwar. Piştre em rabûn û me li mewziyên ku ji berfê hatibûn çêkirin nêrî. Di wê kêliyê de Hevala Rojda got: “Ka were ez û tu biçin li xwarinpêj binêrin bê ka alîkarî jêre pêwist e, an na.” Em çûn û me rewşa wî pirs kir. Hevala Rojda got; “Tu biçe, ez ê jî kêliyek din bêm.” Dema ez zivirîm di şiverêya berfê de min dît ku yek li ser şiverêya ku ez li ser dimeşim disekine û bi ken li min dinihêrî. Ez vegeriyam û min jêre got: “Tu çima dikenî?” Bi ken got; “Tu nû hatî?”
Min got: “Belê ez nû hatime, lê yên ku nû tên ma hûn wisa bixêrhatina wan dikin?” Li min zivirî û got: “Tu li van çiyayên asê mezin bûyî û wisa xuya ye ku şerê te gelekî hişk e. Tu fermandarê vê herêmê nas dikî?” Min jî ew bersivand: “Ez nas nakim lê ger zehmet nebe tu navê xwe bêje dema min ew dît, ez ê jêre bêjim ku hevalên yekîneya te gelekî germ hevalên xwe pêşwazî dikin.” Dîsa keniya û got: “Navê min Mistefa ye. Tu bi xêr hatî. Tu dikarî jêre bêjî.” Ez di ber Heval re derbas bûm û çûm taximê.
Demek kurt derbas bû û Hevala Gulistan ji derve gazî min kir û got; “Ka were Hevalê Mistefa hatiye xêrhatina me bike.” Ez jî rabûm û derketim derve. Dema min Hevalê Mistefa dît, kenekî ez girtim. Hevalê Mistefa jî dest bi kenê kir. Lê hevalên derdora me tu tişt ji me fêm nekirin. Piştre Hevala Gulistan pirs kir û got: “Hûn mirovên hevdu ne?” Hevalê Mistefa got: “Ez fermandarê wê me, ma tu fermandariya min dipejirinî?” Min jî bersiv da: “Ser çavan.”
Em li Geliyê Qîrê li ber lûtkeya Girê Îsmaîl bûn. Girek gelekî bilind bû. Li aliyekî wî Girê Sulbis û Tarî û li aliyê din de jî Star hebû. Bêguman çîroka Sulbis-Tarî û Star jî heye. Min çîroka wan meraq dikir û di nav vê meraqê de ji nişka ve helîkopterên Skorskî û Kobra dora me girtin. Li ser Girê Îsmaîl leşker datanîn. Hevalê Mistefa bi xwînsariyek mezin bang kir û got: “Hemû kes bikevin kozikan!” Em hemû ketin kozikên ku ji berfê hatibûn çekirin. Di kozikan de em gelekî dicemidîn, lê hevala Dîlan, Zozan û Gulistan moralek mezin didan me û bi baweriya wan re em germ dibûn. Em bi saetan di kozikên xwe de man. Ber bi evarê ve dengê Hevalê Mistefa hat û got: “Ji kozikan derkevin.” Em bi dengê wî ji kozikan derketin. Lê leşker li her deverê hebûn. Wan em nedîtin, lê me ew baş didîtin. Hevalê Mistefa û Hevala Dîlan hinek torak danîbûn ser nan û bi destên xwe yek bi yek didan hevalan. Dema Hevalê Mistefa ber bi min ve hat bi rûyekî ken got: “Em di şerekî dijwar de bi hev re hevaltiyê bikin. Gelek tişt hene ku tu di şer de fêr bibî. Ya herî girîng jî wêrekbûn e!”
Em hemû ketin yek rêzê. Fermandarên me yên taximê yek bi yek em kontrol kirin û moral dan me. Lê Hevalê Mistefa weke dê, bav, bira, gêrîla û fermandarekî axaftinek kurt ji me re kir, got: “Hevalno em di nav operasyoneke gelekî berfireh de ne, lê çi dibe bila bibe em bi têkoşîneke mezin divê vê operasyonê vala derxin. Ez dizanim di yekîneya min de pî (ling) û destên gelek hevalan di berfê de şewitîne. Êşa vê şewatê jî giran e, dibe carnan dilê me jî bisotîne; lê em ê tu caran armanca xwe ji bîr nekin. Ya ku me li ser piyan digre, bêguman armanca me ye. Ji bo vê hevalno, em hêza xwe bikin yek, ji hev re bibin alîkar û hev bihêz bikin. Bi vê dikarin bi ser kevin. Em ji bîr nekin ewlekarî beriya her tiştî tê, eger em hevdu bihêz bikin, divê ewlekariya xwe baş bigrin û li hember dijminê xwe şiyar bin.” Di dawiyê de jî got: “Serkeftin!”
Piştî vê, em di yekrêzê de bi mesafeyek 5 metreyan ketin rê. Rêya me ne diyar bû, leşkeran her dever girtibûn. Devera ku negirtibûn nebû. Yekîneya di bin fermandariya Hevalê Mistefa di heman demê de di bin fermandariya Hevala Dîlan de bû. Hevala Dîlan berpirsyara YAJK’ê ya Eyaleta Erzirûmê bû. Her duyan mil dabûn hevdu, du leheng, du can, du gêrîla û du fermandar. Hêvî didan şervanên xwe yên azadiyê. Şev dirêj, roj kurt bûn, lê stargah ji yekîneya me re tine bû. Em gav bi gav bi xeyalên rojên xweş û hevalên xwe yên yekîneyên din bibînin, dimeşiyan. Ne dayîk, ne bav, ne xwîşk û ne jî bira di bîra me de bûn, tenê hevalên me li bîra me bûn. Rastiya me di wan kêliyan de bû. Wan kêliyan jî em ber bi azadiyê ve dibirin.
Ez di nava xeyalên weke lehiyê de diherikîm, her dever bi berfa spî hatibû xemilandin; ew berfa spî ya ku carna te diparêze, carna jî tirba te amade dike. Çiya bilindbûn û gelî jî kûr. Nîvê şevê di nava serma û seqemek nayê binavkirin de gêrîla dimeşiyan. Di avêtina her gavekî de xwîn di damarê de diqerisî. Lê, hêvî di dil û giyan de laş germ dikirin. Xeyal…
Hevalê Mistefa geh li pêşiya yekîneyê bû, geh jî li dawiyê. Yek bi yek şervanên yekîneya xwe pirs dikir. Hêz, bawerî û moral dida wan. Jixwe sekna wî têrê dikir. Heval ji sekna wî hêz digirtin. Kenê wî bawerî hîn bi hêztir dikir. Awirên wî weke bazekî serbilind bû, dengê wî weke dengê bilbilekî xweş bû, bejna wî bedew bû. Rûkeniya wî hemû şik û gumanên heyî, tune dikir. Wî bi rûkeniya xwe, bi wêrekbûna xwe, bi ezmûnên xwe ve baweriyek bêhempa dida yekîneya xwe. Ma ji vê mezintir fermandarî dibe?
Em sê şevan meşiyan di nav van sê şevan de me gelek kemîn û zehmetî derbas kirin. Zehmetiya herî mezin jî di seqema şevê de xwe li Çemê Qîrê xistin û çem bi çem meş bû. Destên me di destên hev de bûn. Em li kêleka çem dimeşiyan. Di nav wî çemî de jî Hevalê Mistefa geh li pêş, geh li paş yekîneya xwe kontrol dikir. Heta carna bi dengekî nizm stranek digot. Wî qet moralê xwe nedixist, Ew di her kêliyê de rûken, xwînsar, wêrek û bi coş bû. Ew di her kêliyê de heval bû. Hevalekî bêhempa. Hevalekî wisa bû ku ji bo hevalên xwe ne carekê, bi hezaran caran wê xwe kiriba cangorî. Ew fermandar bû, fermandarek wê çawa arazî bi kar bîne, çawa yekîneya xwe biparêze, çawa derbeyê li dijmin bixe dizanîbû. Ew fermandarekî bêtirs bû. Ew fermadarê ku dema roj navber dida ji bo yekîneya xwe av û xwarin dianî. Ji bo yekîneya wî bêhna xwe vede û bi dilek rehet razê, diçû nobet digirt. Fermandarên di bin fermandariya xwe de jî wiha perwerde dikir. Di çavên wî de hezkirinek ku nayê pênasekirin li hemberî hevalên xwe hebû. Ji bo wî hevaltî her tişt bû. Ew hevalê demên zor, hevalê moraldayîn, hevalê hêvî bilindkirin, hevalê bawerî xurtkirin û serkeftinê bû. Fermandarê dilnizm…
Piştî sê rojan dijmin li her deverê em dorpêç kir. Ji aliyekî ve bi hewan û helîkopterên qobrayê re me di bin bombebaranê de dihişt û ji aliyê din ve jî bi leşkeran bi ser me de dihat. Lê ti hêzê nikarîbû wêrekbûna Fermandar Mistefa bişkîne. Ew bi wêrekbûna xwe ve bi şerê xwe yekîneya xwe dorpêç dikir, yekîneya wî jî jê hêz digirt û bi hemû hêza xwe ve şer dikir. Serê sibehê saet 08.00’an pevçûnê dest pê kiribû û saet bibû 06.00’ê êvarê. Wê rojê du hevalan şehîd bibûn. Yek hevalê Egîd bû, yê din jî hevalê Husêyn. Wan ne li hemberî leşkeran, li hemberî Kobrayan şer kirin. Ne leşker bi ser ketibûn, ew bi wêrekî û şerê xwe bi ser ketibûn.
Fermandar Mistefa bi dengekî ji xwe bawer yekîneya xwe komî ser hev kir û bire cihekî hinekî bi ewle. Li wir got: “Hemû çenteyên xwe vekin û nan bixwin, ji ber ku rêya me dirêj e û em ê di vê rêyê de bi çi re rû bi rû werin jî ne diyar e. Lê em vê dorpêçkirinê derbas dikin.” Dema ev peyv bi kar anî hêzek hîn cuda da me. Ji ber ku negot, em hewl bidin derbas bikin, got: “Em derbas dikin.”
Em dîsa ketin rê. Gav bi gav em ber bi tûjiya çiyayên bilind ve diçûn. Jixwe yekîneya Hevalê Mistefa 8’ê Adarê dest bi meşa zor û zehmet kiribû. Ji ber ku 8’ê Adarê operasyonek berfireh li Eyaleta Erzirum û Dersimê dest pê kiribû. Operasyon her ku diçû hîn berfirehtir dibû. Ev 5 roj bûn em dimeşiyan û gelek heval di encama berfa spî de ling û destên wan şewitîbûn. Ew bi hêzek ji xwe bawer dimeşiyan, lê pir caran xwîn di lingên wan de diherikî. Dîsa jî bi baweriyek mezin gav bi gav bi pêşde diçûn. Hevalê Mistefa fermandarê yekîneyek birîndaran bû. Di yekîneya wî de ji derveyî 6 kesan, lingê hemû şervanan şewitîbûn. Tevî vê jî ew ji hemû deman zêdetir bi hêz û bi bawer bû.
Dema em gihîştin lûtkeya çiyayê bilind, me molayek da. Ya rastî xewa me hemûyan dihat. Di berfê de meş ne wisa hêsan bû. Yên ku herî zêde diwestiyan jî yên rênas bûn. Ew her tim li pêş dimeşiyan û rê ji bo hevalên xwe vedikirin. Bi dorveger her gav yek diket pêş. Lê her ku nêzî tûjiya çiyayê bilind dibûn, berf hîn zêdetir dibû. Berfê bi metreyan derbas dikir. Fermandar Mistefa dîsa navber nedida û bêhna xwe nedistand. Yek bi yek şervanên xwe pirs dikir. Hemûya jî bi dilekî germ digotin: “Em baş in.” Dema hat gel me rûnişt. Zivirî û ji min re got: “Tu westiyayî?” Min jî got: “Ez newestiyame, lê xewa min tê.” Got: “Ev nebû.” Min jî got: “Çima nabe, ma xewa min tê.” Dîsa ji min pirsî: “Ma tu dicemidî?” Min jî got: “Na tenê xewa min tê.” Hinekî bêdeng ma û got: “Ka rabe û bimeşe wisa nabe, ne wexta xewê ye, rêya me hîn gelekî dirêj e û divê em van deverên bêstar derbas bikin. Divê hîn dinya rohnî nebe, em vir derbas bikin, eger em derbas nekin wê rewşa me bikeve xeteriyê.” Min bi xwe zêde wate neda van gotinan, ji ber ku xewa min dihat û ji bo min a girîng du deqîqe jî ba, xewkirin bû. Fermandarê min dema bêdengiya min dît dîsa pirs kir: “Te fêm kir?” Min jî got: “Ma ez nikarim tenê du deqîqeyan razêm?” Rabû ser piyan û ji yekîneyê re got: “Heval em bikevin hereketê!” Dema wisa got, min jî ji xwe re got, ew hinekî dûr bikevin ez ê jî du deqîqeyan razêm, piştre ez ê biçim; Jixwe Hevala Rojda ligel min bû wê jî got; “Tenê du deqîqe paşê ez ê te rakim û em ê biçin.”
Hemû heval çûn, min jî çavên xwe girt. Girtina çav û vekirina wan yek bû. Ji ber ku dengê Hevalê Mistefa hate guhên min. Got: “Ka em biçin!” Em dimeşiyan, lê xew di çavên min de daliqandî ma bû. Piştre Hevalê Mustefa got: “Ez çîrokekê ji te re bêjim.” bê ku bersiva min bigire dest pê kir: “Hevalek hebû navê wê nayê bîra min. Rojekê em dimeşiyan û di her gavavêtinê de digot, ‘Xewa min tê.’ Min jî her jêre digot: ‘Ma çi bû, wexta xewê ye?’ Şevekê em dîsa dimeşiyan û me navberek kurt dabû. Piştî navberê em hemû ketin rê û çûn, ew heval jî di xewê de mabû. Dema çavên xwe vedike û li saetê dinêre dibîne ku saet nîvê şevê nîşan dide. Ew nizane bi ku derê ve biçe; ji ber cihê lê ye nas nake. Di carekê de gur derdora wê dorpêç dikin, ew nizane çi bike, dike qîrîn û hawar lê ti kes li wir tine ye. Ew guleyan jî diavêje lê gurê birçî guleyan guhdar nakin û hemû bi carekê ve xwe diavêjin ser wê. Hevalên wê heya pê dihesin û dizivirin dinêrin ku guran ew xwariye.” Dema wisa got kenekî ez girtim û min got, “Te bi rastî navê wê hevalê ji bîr kiriye?” Bi ken got: “Ger ew hevala xwe baş nede nasîn û li hember hemû tiştî hişyar nebe, wê demê dibe ku dawiya wê wisa be û navê wê jî neyê bîra min.” Kenekî hîn dijwar ez girtim, Hevala Rojda jî bi dengekî bilind dikeniya. Dîsa got: “Ma hîn xewa te tê? Piştî vê çîrokê ez bawerim xewa miriyan jî herimiye.” Bi dilekî germ got: “Ev çîroka ku min got, min xweber derxist, lê tu dizanî di berfa spî de xew mirin e. Ji bo vê çi dibe bila bibe xew neke. Di berfa spî de xew mirin e! Vê ti caran ji bîr neke. Ez diçim tu û hevala Rojda ji hev qut nebin û bi lez bimeşin.”