STENBOL – Rêzan Sarica, Faîk Ozgur Erol, Raziye Ozturk û Emran Ekmekçî yên ku parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ne, serî li Serdozgeriya Komarê û Midûriyeta Saziya Înfaza Ceza ya Îmraliyê dan û xwestin muwekîlê xwe Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bibînin.
Parêzer ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di hefteyeê de du caran serî li van saziyan didin. Daxwazên hevdîtinê bi awayekî sîstematîk bêbersiv tê hiştin.
Serokatiya Desteya Dîsîplînê ya Îmraliyê li Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û girtiyên din di 31’ê Gulanê de cezayê dîsîplînê yê ji bo 3 mehan birîbû. Ev agahî di 26’ê Hezîranê de derket holê. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê nerazîbûn nîşan dan ku Desteya Dîsîplînê vî cezayê dîsîplînê ranegihandiye wan û diyar kirin ku ev ‘bêhiqûqî’ ye.