REQA – Ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ve li bajarê Reqayê derbarê pêvajoyê de civînek hate li darxistin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan, li bajarê Reqayê derbarê, rastiya Şerê Gelê Şoreşgerî û rastiya gelê berxwedêr de li navenda bajêr, bi amadebûna Berdevkê Hêza Sûriya Demoqratîk Hisên Koçer civînek li darxistin.
Civîn bi deqeyekê rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên şoreşa Kurdistanê destpêkir, piştî wê destpêkê li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger axaftin hate kirin, û bi xêrhatina beşdarvanan kirin. Di axaftina ku hatî kirin de ciwanan diyar kirin ku, vê civîna xwe derbarê rastiya Şerê Gelê Şoreşgerî û gelê berxwedêr de li dardixin, ji ber di pêvajoya ku îro em tê de jiyan dikin, bersiva herî rast, bi tevlîbûna nava stratêjiya Şerê Gelê Şoregerî dibe.
Her wiha ciwanan di axaftina xwe domandin û destnîşan kirin ku wê ji bo serkeftina vê pêvajoyê her erkê ku dikeve ser milê wan pêk bînin, berxwedana gerîla û Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji xwe re esas bigirin.
Piştî ku ciwanan axaftina xwe bi dawî kirin, Berdevkê Hêza Sûriya Demoqratîk Hisên Koçer axivî û rewşa siyasî bi berfirehî nirxand.
Hisên Koçer di axaftina xwe de bal kişand ser projeya Netewa Demoqratîk ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û got; “Avakirina sîstemeke demoqratîk stratêjiya me ye, heman demê de stratêjiya me jî li ser esasê fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ne. Ev şoreşa li Rojava şoreşekî berdewamkarê tevahî şoreşên Kurdistanê ye. Pîvana me ya avakirina şoreşan jî civaka exlaqî ye.”
Di berdewamiya axaftina xwe de Hisên Koçer diyar kir ku ciwanên îro li Kurdistanê jiyan dikin û têkoşîn dikin, wê ji bo azadî û demoqrasiya gelê xwe têkoşîna xwe bilind bikin û li her derê belav bikin û wiha berdewam kir; “Divê ciwanên şoreşger û tevahî ciwanên vî welatî, li dijî van polîtîkayên qirkirin û îmhayê, ji bo gelê xwe û azadiya wê ve têkoşîna xwe bilind bikin û bersivên tund bidin dagirkeriyê.”
Heman demê de Hisên Koçer di nirxandinên xwe de bi taybet bal kişand ser mijara parastina cewherî û tevlîbûna gel ya nava Şerê Gelê Şoreşgerî, û bi vê stratêjiyê bersivdayîna êrîşên dagirkeriyê.
Piştî ku Hisên Koçer axaftina xwe bi dawî kir, ciwanên ku amade bûn nirînên xwe derbarê pêvajoyê de anîn ziman û diyar kirin ku ewê xwe ji bo her êrîşa dagirekriyê amade bikin.
Civîna ciwanan bi berzkirina siloganan bi dawî bû.