NAVENDA NÛÇEYAN – 23 sal ji beriya niha Hozan Serhed tevlî karwanê şehîdan bû, lê hîna hunera wî zindî ye û niha li Silêmaniyê komek ciwan grubek bi navê Koma Şehîd Hozan Serhed avakirine û li ser şopa wî hunera Kurdî bi pêş dixin.
Hozan Serhad (Sileyman Alpdohan) di 24’ê Tîrmeha 1970’an de li navçeya Zêtka (Elajgir) a Agiriyê ji dayik bûye. Di temenê zarokatiyê de ji birayê xwe yê mezin bandor dibe û dest bi jenîna tembûrê dike.
Di sala 1988’an de di nava hezar û 800 xwendekarên Zanîngeha Îzmîrê de di beşa muzikê de dibe duyemîn. Li wir li şûna tembûrê, dest bi xwendina tar a ji muzika Azerî dike. Piştre jî hêdî hêdî fêrî piyano, gîtar û bilûrê dibe.
Li zangîngehê bi girîngî qala muzik û stranên Kurdî dike. Dest bi lêkolîna dike. Herwiha çend stranên Kurdî dubare zindî dike.
Hozan Serhed di sala 1991’an de li gel xwendekara bi navê Yildiz dizewice û Tîrmeha heman salê de bi hev re beşdarî xebatên PKK’ê dibe. Yildiz piştî demekê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve tê girtin û dibin girtîgeha Emasya. 12 sal ceza lê tê birîn.
Piştî vê bûyerê Serhed berê xwe dide Şamê û destpêkê diçe herêma Heftenînê û piştre jî Akademîya Mahsum Kurkmaz perwerdeyê dibîne. Ji ber jêhatiya wî ya derbarê muzikê, li Ewropa karê hunerî dike. Girîngiyê dide hunera resen û zindîkirina wê.
Hozan Serhed di sala 1996’an de ji Ewropa vedigerî Kurdistanê û piştî çend mehan li Zapê dimîne, tê Başûrê Kurdistanê û li Navenda Reşwenbîrî ya Mezopotamya ya li Hewlêrê dimîne, piştre jî li Silêmaniyê karê xwe berdewam dike.
Piştî ku di 17’ê Gulana 1997’an de hêzên PDK’ê êrîşî Navenda Rewşenbîrî ya Mezopotamya ya li Hewlêrê û mala birîndaran kirin û hinek hevalên wî yên hunermend û bi dehan, welatparêz, rojnameger û gerîlayên birîndar şehîd bûn, Hozan Serhed strana bi navê ‘Hewlêr’ tomar kir. Vê stranê Hozan Serhed li Başûrê Kurdistanê ewqas din da naskirin.
Hozan Serhed 22’ê Tîrmeha sala 1999’an dema ji bo tomarkirina kilîbek li gel çend gerîlayek din berê xwe dide herêma Botanê, dikeve kemîna leşkerên Tirk û şehîd dikeve.
Bi armanca giringî dan bi çand û hunera Kurdî û berdewamkirina hunera Şehîd Hozan Serhed, komek ciwanên Silêmaniyê gruba bi navê Çand û Hunera Şehîd Hozan Serhed avakirine û bûne şopdarên rêya Hozan Serhed.
Endamên komê bi wesîleya 21’emîn salvegera Şehîd Hozan Serhed diyarkirin ewê hertim li ser şopa Hozan Serhed bimeşin û wê hunera wî hertim zindî bihêlin.
Şehîd Hozan Serhed nêzî 3 salan ma bajarê Silêmaniyê. Li gel gelek hunermendên bajêr karên hunerî kiriye. Yek ji van hunermendan Yasîn Qeredaxî ye. Li ser nasîbûn û bîranîn wê demê yên li gel Hozan Serhed Qeredaxî got; “Ew çend dema ku em li gel Hozan Serhed man, me karî gelek sûd ji jêhatin û hunera wî wergirin. Gelek hunermend û mûzîkjen li Silêmaniyê û Herêma Kurdistanê deyndarê Hozan Serhedin. Lê nizanim ev bê wefatiya hunermendan ji ber çiye.”