NAVENDA NÛÇEYAN – Danê siharê bi dronan êrîşî baregeha dewleta Tirk ya dagirker a li Bamernê ya ser bi Dihokê hatiye kirin.
Tê gotin di baregehê de teqîn çêbûne, lê ziyan nehate zanîn. Her wiha nayê zanîn êrişa dijî baregehê ji aliyê kê ve pêkhatiye.
Piştî ku dewleta Tirk a dagirker di 20’ê Tîrmehê de gundê Perex ya Zaxoyê dabû ber topan, ku di encama êrîşê de zarok jî di nav de 9 kes hatibûn qetilkirin û 23 jî birîndar bibûn, cara duyeme dijî baregeha dewleta Tirk ya dagirker a li Bamernê êrîşa bi dronan pêk tê.