HEWLÊR – PDK bi armanca nixumandina komkujiya dewleta Tirk a dagirker ya li gundê Perex a Zaxoyê kir hewl dide pêşiya xwepêşandana welatiyên Hewlêrê bigire. Di vê çarçoveyê de piştî nîvro dest bi destgîrkirina çalakvanên vî bajarî kir.
Li gorî çavkaniyên herêmî ji bo ku pêşiya xwepêşandanê bigire heta niha PDK’ê zêdetirê 3 çalakvanên vî bajêrî destgîr kiriye.
Di nava wan çalakvanên ku hatine destgîrkirin navê 3 çalakvanan yên gihîştine ber dest wiha ne; “Hawrê Kurdî, Sabir Zendî û Lêzan Bekir.”