Dem dema mafê çarenûsa Kurda ye
Li aliyê din jî bi taybet piştî Şoreşa Rojava paradîgma Rêber Apo wek hêza çareseriya ekolojî, jin, ekonomî, pêkvejiyana cûdahiyan hem di rojeva saziyên akademîk, rexistinên sivîl hem jî di ya entelektuelan de ye. Bi kurtî edî îro stratejiya înkara Kurdan ya ku di Lozanê de hati bû mohrkirin nameşe. Deng û rengê Kurdan pir bi hêz bilind û diyarker e. Mirov dikarê bêjê ku kurdan windahiyên neteweyî yên sedala 20‘an di sedsala 21‘mîn de veguhestin deskeftinan. Yanî dem dema mafê çarenûsa Kurda ye. Li aliyê din jî du dewletên metînger ên wek Iraq û Suriye hilweşîyan. Niha du dewletên dagirker wek Tirkîye û Îran jî di nav rizandinekê de ne. Yanî tabloya Lozan û stratejîya Sykes-Pîcot di babeta Kurdan de tevlihev bûne.
Ji bo wê jî mirov dikarê bejê dem dema Kurda ye. Kurd gihiştine qonaxeke pir dîrokî. Derfetên serkeftinê pir zêde ne. Hest û zanebûna neteweyî di nav gelê Kurd de jî pir pêşketîye. Di Newroza îsal de gelê me peyamek pir bi hêz da dewleta Tirk û gotin: Em ne ji faşîzm, mîlîtarîzm, kuştin ne jî ji qetlîam û girtinên te ditirsin. Newroza ku wek Newroza azadiya Rêber Apo hate pênasekirin, di heman demê de bû referandûma yekîtiyê. Rejîma AKP-MHP bi hemû hêza xwe hate ser gel, gerîla û jinan. Şerê taybet û şerê pîskolojîk jî li ser Kurdan meşand, lê wek ku di Newrozê de dîyar bû, encam negirtiye. Lê belê rejîma faşîst ya AKP-MHP hebûna xwe bi tunekirina Kurdên azadîxwaz ve giredaye.
Tirkiye weke xaka Suriye dixwaze
ya Iraqê jî dagir bike
Ji bo vê jî bi pengavek berifrehtir amadekariyên êrişeke nû li dijî gel û gerîla dike. Di wê derbarê de jî danûstandina xwe li gel PDK bi hêz kir. Wek rejîma AKP-MHP, KDP jî di aliyê aborî, civakî û siyasî de tengav e. PDK dixwaze ji şerê NATO-Rûsya sûd bigre û gaz û petrola Başûr bifroşe dewleta Tirk. Li Dubayî di 25ê Adarê de hevpeyman çekirin. Lê Îranê zext li ser dadegeha Iraqê kir û biryar derket ku PDK bi vê peymanê li dijî makezagona Iraqê sûc pêktîne. Her wiha dewleta Tirk piştî ku gerîlayên HPG û YJA Star li Başûr tek bibe, bi lez û bez bikeve Iraqê jî. Ji ber vê jî bi tifaqa li gel Erebên Sunî û Erebên nîjadperest wek Sadir û KDP ji niha de amadekariyên binesaziya dagirkeriya Iraqê dike. Ne tenê li Rojava lê belê weke Ezaz, Idlib yên Suriye ew ê heremên Iraqê jî dagir bike. Tifaqa dewleta Tirk li ser armancên veşartî pek tê. Dewletên Ewrûpî û Amerîkî jî piştgirîya Tirkiye dikin, ji ber ku Tirkîye endamê NATO ye. Lê Îran li dijî wê tifaqê êriş pek anî û hişyarî da. Hem li Hewlêrê hem jî li Bexdayê êriş li dijî baregehên wan pêk anî. Îran bi van êrişan peyam da û eşkere dibêje ez destûr nadim dewleta Tirk û hevalbendên wê ji ber ku Iraq mêntîngeriya min e. Îran heman wextê destûr neda namzetê PDK ji bo serokkomarîya Irakê bê hilbijartin. Li gora plana Erdogan a ku wî bi xwe di 4ê Sibatê de got; ew ê hema piştî zelal bûyîna hilbijratina serokomariyê li gel PDK erişî PKK bike.
Di programa KDP’ê de yek peyv li ser serxwebûnê tune!
Niha tişta balkêş ewe çima hêzeke Kurd ya wek PDK di wan konseptan de cîh digre. PDK di karekterê xwe de wek AKP olîgarşîk ( yanî rêvebirîya bi aliyê kêm kesan, kontrolkirina aborî û sîyasetê ji aliyê kem kesan) otokrat, nepotîst (sîstemeke pişta xwe dide girêdana li ser esasê xwînê û derbasbûna deshelatdariyê ji bav bo kur). Rojên dawiye di belgeyên rojnamevanê Brîtanî û Emerîkî de eşkere bû ku malbata Barzanî perê gelê Başûr dibe derveyî welat. Li Başûr bi xwe jî bi deh hezaran mirov direvin derve, di behran de dixeniqin. Civak birçî ye. Ev jî di nav malbatan de aloziyan çêdike. Zêdebûyina kuştina jinan jî encama vê siyasetê ye. Di mijara PDK de mirov dikarê bêje ne siyaseta wê ya derve ne jî ya hundir li gora berjewendiyên gelê me ye. Heya ku ev wêne baş neyê dîtin, wê ev xeterî her tim li ser Kurdan hebe. Edî dem hatiye herkes bi yek dengî vê rastiyê bi nav bike. Kesên ku dibejin KDP dewleteke serbixwe ya Kurdan dixwaze bila kerem bikin programa PDK bixwinin. Di programê wan de yek peyv li ser serxwebûnê tune!
Nîlufer Koç Nivîsandiye …..