TEBQA – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên bajarê Tebqayê, di çarçoveya amadekariyên gel yên ji bo Şerê Gelê Şoreşgerî de, dewreya rewşên awarte ya tendrustiyê vekirin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan di çarçoveya amadekariyên şêniyên Bakur-Rojhilatê Sûriyê de, ku xwe li hember êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk ya dagirker di xeta Şerê Gelê Şoreşgerî de bi rêxistin dikin, dewreyeke rewşên awarte ya tendrustiyê vekirin.
Bi dehan ciwan û jinên ciwan tevlî desrên teorîk û pratîkî ya dewreya rewşên awarte bûn. Armanca wan ji vekirina vê dewreyê ewe ku tevahî gel û di serî de ciwan aliyê tendrustî de, dema rewşeke awarte çêbû karbin mûdaxaleya wê bikin. Heman demê de li ser esasê bang û îlankirina rewşa awarte ya ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, ciwanan ev dewre vekirin.
Heman demê de hate diyar kirin ku piştî bi dawî bûna dewreyê wê komeke taybet ya ciwanan ji bo xebatê tendrustî were vekirin.